Karagedik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Karagedik gundekî navçeya Haymanaya ser bi Enqereyê ve ye. Ev gund yek ji gundên Kurdên Anatoliya Navîn e. Di sala 1849'a ji aliye Mistefa Axa û çend hevalên wî ve hatiye ava kirin. Mirovên li vir dijîn wek hemû mirovên li Anatoliya dijîn bi karê cotkariyê mujûlin. Ji ber tengasiyên di aliyê cotkariyê de di van salên dawî pir mirovan dest ji cotkariyê berdan û bi karên logîstîkê re jiyana xwe berdewam dikin. Gundê Karagedikê berê girêdayî navçeya Haymana bû, le niha girêdayî Golbaşiyê ye. Nifûsa xwe nezîkî çar hezara ye. Di wan demên buhurî de, ev nezîkî 150 salî ye, gelê li vir dijî hîn zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekiriye.

Hata mirov dıkare bêje ji bir bajarên kurd jı baştır zimanê xwe paristine. Zaroke ku li vır,her çiqas televîzyon di van salên dawî da bi aliyeki negatîv tesîr kirî be jı, bi stranên kurdî û bi çîroken kurdî yê dewlemend mezin dibin. Li davete van wek her gundekî kurdmanc kilaman kurdî tene gotın û govendên reng bi reng tenê kişandın. Her çiqas di destê mada du belgeyen fermî nîne jı, gore kal u dapîrên me, miroven ku naha li dora Haymana, Kulu, Polatlı û Cıhanbeylı dijîn ji bajaren Samsorê u Rihayê xatine van gundan. Kurdî ya ku li van gundên tê axaftın jı, bı kurdî ya Samsore u Rihaye yek û yeke. Dîsa gora bav u kalên me; '150 salen berî demeku dewleta Osmanıyan zor dabû ser Kurdên Samsorê u Rihayê u terkbuna haren bavan kalan pêwîst kirî bu, mezinên ve demê rabûn gund u zawıyen xwe diştin u naçar bır qor u qor xwe dan re berba bajarên Edeneyê. Ji wirda ji berbe Yozgata û Çorumê. Çar qebîle mezin ji tevhev hatibûn bajarê Konyayê. Bi salan li wira bi hevra jiyana xwe berdewam kirin. Le piştî demeke nahare hrr çar qebîleyên jihev bu u her yeki seri xwe hayna çu gundekî din kiji çu bajarekî dın. Ji van çar kabilayen jı îro li june car gund hene. Gundê Karagedıkê ji yek jı vane.Ew din ji gundê Şerelı geredayi Konyaye, gundê Yeniceoba îsa gıradeye Konyaye û gundê Burunsuza geredayı Haymane bajarê Enqere'. Le pêwiste ware zanin ku wana tane gotinên mezinên mene. Ji ber ve yeke jı gerektiya ispatî bi kaxiz u belgeyên fermî heye û mirov nikare van gotinên bi temamî bike bingehe dîroka Kurden ji gund u bajarên xwe berî salên hatine sirgûn kirin.

Di van salên dawî de jı ev çanda ya gelên Anatolya Navîn ji aliyên gelek hunermend de zanandın û vı şiklı ji bo nesilen din ra jî dene parastın. Rahmetı Kurd Remzî hozane ye heri peşiya ku vı karê destpekiribû. Di du vira Serbilind Kanat her wisa kare vi hin dewlemendtir dewam kir u nahajî bı dehan hozan u hunermendên Kurdên Anatolyê ya navîn hene ku ne tenê jı aliyên kurd li vir dijîn bilakis ji aliyên hemû Kurdên bi riya televîzıyon û kasetan dene zamın u xaskırın. Bır kilamê ve xaze jı jı alyen hozan Diyar u Kawa tenê sirandin. Mijara stranan jı bir cara hevin, dilşewıtî û şine. Mirov dikare him stranên govendê şen him jî kilamên şina ku dayikên şewata dilê xwe be hanine ziman,di nav çanda Kurdên Anatolyê ya navîn bibene.

Ez hevîdarım ku va nivîsa mın jı aliyên hevalên vira rastkırın eger nerastî tê de he be. Û dîsa ez hevîdarım ku hûne kemasîyên min di aliyê rêziman û bi taybetî di aliyê nivisandinê li min biborînen.