Kurdên Anatolyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdên Anatolyê hat beralîkirin)
Kurdên Anatolyayê
Gelhe tevahî
500.000
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Enqere150.000[1]
Qonye110.000
Aqsaray40.000
Parezgêhen mayî200.000
Ziman
Kurdî
(Kurmancî, Dimilî, Şêxbizinî)
Tirkî
Baweriya dînî
Îslam
(Sunnî, elewîtî)

Kurdên Anatolyayê[2] (bi romî: İç Anadolu Kürtleri û Tuz Gölü Kürtleri[3] (Kurdên Deryaçeya Xwêyî)) ev kurd in ku li Anatolyayê (Anatolyaya Navîn) dijîn.

Îro li Anatoliyaya Navîn, li Enqere, - Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar, Qonye - Kulu, Cihanbeyli, Yunak, Kırşehir (Kaman, Çîçekdaxi, Nevşehir, Aksaray, Yozgat (Yerkoy), Çorum, Sivas û li Tokatê ji milyonek zedetîr[çavkanî hewce ye] kurd hene.

Li Anatolyaya Navîn li Enqerê 102, li Qonyê 75, li Kırşehirê 52, li Nevşehirê 50, li Aksarayê 70, li dorbera sinorên Yozgat - Tokat - Amasyê 41, li Kayseriyê 23 bi giştî nêzîkî 300 gundên[çavkanî hewce ye] kurdan hene.

Du kovarên kurdên Anatolyayê hene: Bîrnebûn û Veger.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka kurdên Anatolyayê pir kevn e. Ew 200 - 300 salî berê di dema Împaratoriya Osmanî de hatine Anatoliyaya Navîn. Sedeme hatina wan ji sedî sed nayê zanîn. Sedeme bingehî: hekokiyên eşîretî û koçberî bûne.

ji Welatê Rojê - Kurdîstanê bi dehan eşîr û ezbete koçber bûne û hatine Anatoliyaya Navîn. Navê çend eşîrên ewên: eşiri giştek eşiri Reşwanî, Xelîkanî, Canbegî, Şêxbizinî Şêxbizinî na Reşwan, Reşî, zimanê Şêxbizinî na Kurmancîye, Omerî, Sefkanî, Celkî, Nasîrî, Têrikanî, Mikaîlayî, Rûtanî, Zirkî, Sidunî, Qilorî, Doykan, Motikan, Şêxbilîyan, Bilkî, Hêcibî, Atmana, Bazikî, Milan, Bereketî, Mifkî, Oxçiyan, Pisî, Sêwidî, Cutkî. Şêxbilian, Berakatî, Oxçî, Pisî û Mifkî Kurdên Kırşehire.

Kurdên Anatoliyaya Navîn li wan derûdoran: li Haymanayê, li Qonyeyê 75 gund; li Cihanbeyli, Încow, li Yunakê, li Kuluyê, li Balayê, li Polatlîyê, li Enqereyê 102 gund, li Kırşehirê 52 gund, li Nevşehirê 50 gund, li Çîçekdaxi, li Aksarayê 39 gund û li Koçhisarê bi cîh bûna.

Mêrhijmareyê sermijar Kurdên Anatoliyaya Navîn li gor texmînên nêzîkî 1,5 - 2 Mîlyoniyê.

Kurdên Anatoliyaya Navîn heta îro zimanên xwe dayikî yên Kurmancî, Şêxbizinkî û Dimilkî paristinê. li gund û malan xwe de bi zimanên xwe diaxavin. Zarokên wan heta dest bi dibistaneyê Tirkan nakin, zimanê Tirkî fêhmnekin.

Eşîrên Şêxbizinî bi piranî li derûdora Haymanayê û Yunakê dijîn, bi ziravê Şêxbizinkî, eşîrên li derûdora Aksaray bi ziravê Dimilkî û eşîrên din ji bi ziravê Kurmancî diaxavin. Kurdên Anatoliyaya Navîn beşek ji netewê Kurd in. ji bo wan ji çareserkirina pirsa Kurd gelek girînge. Wak her netewekî serbixwe ew ji dixwezin jiyanê xwe berdewam bikin. Rexistenên Kurden bi salan dijî zilm û zordariyên dewleten kedxêr tekoşînê xwe berdewam dikin.

Kurdên Anatoliyaya Navîn her çi qas ji welatê xwe Kurdistanê dûrketina ji, wan giredayîne xwe bi welat re naketandinê. bi sedan keç û xortên Kurdên Anatoliyaya Navîn di nav tekoşîna Kurden de cihê xwe girtinê û şehîd ketinê. Ew ji bo jiyanekê bi rûmet û serkeftin vegeriyan welatê xwe Kurdistanê. Ji bervê ku koçberî û sirgûna berê 300 salî edî bi dawî bûyê. Peyamên wan hevalen ku vegeriyan Welate Rojê ew bû: "Me xwe ji bîrnakir û ji bîrnakin"

Gundên kurdên Anatolyaya Navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qonye (Konya)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihanbeyli[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kulu[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sarayonu[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yunak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çeltik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enqere (Ankara)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Haymana[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Haymanayê 56 gundê kurdan hene. Hemi lîsta gundan di malpera kovara Bîrnebûnê da cî digre.

Bala[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Polatlı[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şereflikoçhisar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nevşehir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kırşehir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navend[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiçekdaxi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Boztepe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kaman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axsere[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundaki li aksaray ê Ekecik Nifusê xwe, 2000 kes ê. Ew gunda him zazaki him ji kurmanci diaxifin. Bajara navende aksaraya 45. km ye u navceye ekecik 15. km. dur e.

Gundaki ekecike ye. 1800 nifuse xwe heye. ji bajare navende 40km, ji navceye 20km ye. u wa gundaji kurmanci diaxifin.

[4]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.kürtler.com/ankara-kurtleri.html
  2. ^ "Nefel". www.nefel.com. Roja gihiştinê 13 nîsan 2023.
  3. ^ Müslüm Yücel, "Tuz Gölü Kürtleri", I-VIII, Yeni Gündem gazetesi, 2000, İstanbul. Şablon:Tr icon
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 gulan 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 gulan 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]