Karxane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Karxaneya makîneyê û karxaneya hesin ya Halle A.G.(1903)

Karxane an jî paluke cihekê pîşesazîyê ye ko bi rengekê edetî ji xanîyan û makîneyan pêk dihêt. Bi awayekê gelek berbelavtir ew komeka çend avahîyan e ko karker têda tiştan çêdikin an li ser wan makîneyan dixebitin ko hindek keristeyan diguhêrrin û dikin keristeyên dî.

Karxane bi peydabûna makîneyan li destpêka Şoreşa Pîşesazî mişe bûn, dema sermaye û qebare hind mezin bûn ko êdî di kargehên biçûk da cihê wan nedibû. Lê pirranîya karxaneyên nûdem xwedîyên inbarên mezin in û avahîyên mezin yên mîna inbaran têda hene ko amûrên giran yên hêlên montajkirinê di wan da dixebitin. Karxane an berhemên dîyarkirî çêdikin an coreyekê berdewam yê keristeyên mîna maddeyên kîmyayî an kaxezê, an berhemên parzinandî yên neftê. Karxaneyên ko keristeyên kîmyayî çêdikin pirranîya amûrên xwe, mîna tankên keristeyan, amanên pestandî, karvedangehên (reaktorên) kîmyayî, pompe û borrîyên xwe li derveyî avahîyan bi cih dikin û ji dûr ve, ji odeyên kontrolê, wan kontrol dikin. Pirranîya amûrên parzinîngehên neftê li derveyî avahîyan in.