Neft

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Neft
  • Product
  • nonmineral
  • têkil
  • commodity Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Qetran
Wêneyekî dîrokî yê Babegurgurê (Kerkûk), neft ji bîrê dipijiqe.
Bîreke neftê li nêzîkî Sasonê (Bakurê Kurdistanê)

Neft an petrol aviya ku ji binê erdê tê derxistin, wek don (rûn) e ku di nav kevirên qulqulî de çêbûye. Ji nefta xam li rafînerî û parzûngehan ardûyên navgînan û alavên cuda cuda tên çêkirin, mîna benzîn, mazot, donê gaz, parafîn û hwd. Mirov jî dibêjinê "zêrê reş" ji ber bihabûna wê.[1]

Li gor erdnasan (jeolog) bi vî awayî çêbûye: Gava rawirên deryayan dimirin, cihên wan yên bi dohn di binê deryayan de kom dibin û bi hin madeyên din re tevlihev dibin. Cihê ku ev dohn lê çêdibe hek li tevgereke erdîn rast bê ev don di binê erdekî pir giran de dimîne. Di binê vê giraniyê de ev don dibe neft. Deryayên ku neft lê çêdibin ne yên mezin yên teng û nizm in. Neft, di qul û qelîştekên keviran de pir tê dîtin. Di nav neftê de hin azot, oksîjen, sulfur û helyûm jî hene.

Neft li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîreke neftê li herêma Şêxan (Badînan, Başûrê Kurdistanê)

Yek ji wargehên gaz û neftê yên herî mezin ên cîhanê li Kurdistanê ye, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Çalgehên neftî bi ser sê navçeyan tên dabeşkirin[2]

Navçeya neftê ya bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeya neftê ya navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeya neftê ya başûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî: kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd.
  2. ^ Ebdulla Xafur (2001). Cugrafyay aborî: Neft le Kurdistanda. Stockholm, Swêd.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]