Kasî Yûsiv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kasi yusiv hat beralîkirin)

Kasî Yûsiv bi navê xwe yî fermî Abdulhamid Yûsiv nivîskarekî kurd e.

Kasî Yûsiv di sala 1969an de li bajarê Qamişloyê li Kurdistana Sûrî ji dayik bûye. Xwendina xwe yî dibistanan li wir bi dawî kiriye û ji ber ku bê nasname bû nikarîbû xwendina xwe yî akadîmî bixwîne. Ji sedemên ekonomî û nijadperestiya rejîma Bees li Şamê ev maf nedida kurdên ku ji wan re digot Mektûm elqeyd. Kasî jî yek ji wan kesanbû. Kasî yek ji qurbaniyên siyaseta rêjîma nijadperest bû. Lewra vê yekê bandoreke mezin li psîkolojiya wî kiriye. Her wiha ji ber ku ji malbateke belengaz û têkoşer û kurdperwer derketiye, ji lewra bandora lê hatî xwedî hêzeke guhêr di şexsiyeta wî ya civakî û siyasî û wêjeyî de û di fikrên wî yê felsefî de. Ji lewra em dibînin bêçawa bêje bi awayekî taybet têne hûnandin di helbestên wîde,ew helbestên ku dest bi nîvisandin a wan kiriye ji berya 25 salande

KASÎ-NAME

Li min barîne tîrê hejarî rêçik parîne revîn û arî şev pur tarîne divî bajarî

bajarekî reş bê rûmet û ol bê hoş û bê heş şûna tacê sol roja xweş û geş kê girtî bê tol

serê min tewa li ber nanê min ez ketim xewa birin danê min diçênin dewa mal û xanê min

tasa min ji zîv nanê min ceyî şev ku dibê nîv wek se direyî leqa dil bi pîv tev ax û eyî bêtirîn hêz û dem a xwe dibûrand di xizmet a peyv a kurdî de,lewra Kasî Yûsiv ,di Gêncatiya xwede hemî karîbînên xwe xistibûn di riya bêjeya resende,lewra ewî kar sal a 1999 ande yekem pirtûk a xwe çap bike,bi navê (Ferat wilo peyiv),ew ji 180 rûpelî pêk tê,û nav wande 68 Helbest suftine,bi şêwaz û awayê kilasîkî.

     ÇEND  DAXWAZ

Min ji jînê qet nevabû bil giyanek sade hew Ez ditirsim ji temenkî tevmij û duman û rew Sertewênî ta bi kûye va jiyana min buhirt Soz û peymanê jiyanê Tev jibomin bûn derew

Min neva carek ji jînê tiştekî mezin biha Tiştekî mezin ji berxwe bimi carek negiha Carekê yarek medîbû nazik û rind û delal Ta û lerze em digirtin dil li serwê tariha. jiyan a kasî wilo derbas dibe,bi hewldanan,û bi karkirinê jibo qedandina rojane,hertim karên zehmet dikirin da karibe bi xwêdan a xwe xwe xwedî bike,di sal a 2001 ê de pirtûkek bi ziman ê Erebî bi navê (Xerabîl el hewaa)(Bêjingên Bayê) Çap kir. her weha di sal a 2011 ande kasî pirtûk (Mele Ehmedê Palo) ku toredar û zimazanekî kurdî navdare,pirtûk a wî ya rêziman a kurdî JI Tîpên Erebî,(Elfe Ba ya kurdisatan a Başûr) wergerande tîpên latînî. her weha pirtûkeke wî amadeye ji Îapkirinêre, tevlî dehan gotar ku belav kirine di Malper û rojanameyan ,û di kovaran de,Çi bi kurdî û Çi bi erebî jî bi şanazî Ez xwediyê nivîsandin a vê kurte pênasînê bi memoste kasîre,ji ji derçûyê xuleyek e Rêziman a kurdî me ya ku ji bal memoste kasî ve hatibû amadekirin û danîn û dan. belê piştî kar û xebat a dihên sala bo pêşketin û pêşxistin û belavkirin a çand û ziman ê kurdî ,îro bi mixabinî ewjî weke gelek sitêrên asiman a welatê me ,mişext û derbider bûye,û ji kul û derdê welat û xakê tête sotin,û her tim xem a wî ewe ku li Qamişlok a xwe vegere Qamişlo silav li Qamişloke xaçeriya Azadî di raman û destpêka dijmin hesanî nadî Qamişlê lê Qamişlê ez nexweşim tu sarî ev bûd û nebûd giş lê weke Qedehek sarî