Kazo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kazo
Rizgan Kazo
Jiyan
Jidayikbûn1950 (73–74 salî)
Wan
Cureyê muzîkêstranê dengbêjî
PîşeHûnermend
biguhêreBelge

Kazo yan jî Rizgan Kazo humermend, dengbêj û Helbestvanek Kurd e. Rizgan Kazo di sala 1950'an de li gundê Elmanis a Wanê hatiye dinyayê.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kazo di malbateke dengbêj de hatiye dinyayê. Jiber vê yekê ku bi temenê zarokatiyê dest bi dengbêjî ya xwe kirîye. Bav û Bapîrê Kazo jî dengbêj bûn.

Bapîrê Kazo di dîwana Ecemê Kinê û Zor Huseyn Paşa de dengbêjî kirîye. Kazo di temenê ciwanî ya xwe de bi dengbêjê wek Hecî Evdilkerîm û wekê Tahiro re sitrana gotiye û bi alîkariya van dengbêja gelek albûmên xwe çêkirî ye.

Dengbêj Kazo bi dengbêj Mihemed Arîfê Cizrawi û dengbêjê Radyo ya Êrîvanê bi bandor bûye. Dema ku di sal 1990'de li bakûrê Kurdistanê qedexebûn li ser muzîka Kurdî rabû bi navê Koma Şîrvan komek muzîkê avakir. Endamên komê bi giştî ji malbata Kazo bû. Di vê pêvajoya de 26 Albûm derxist.

Di sala 1983'an de Hunermed Şivan Perwer strana Kazo bi navê Delalîke Dilê Mino di albûma xwe ya bi navê Bilbilo-Ferz de got.[1]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên Stûdyoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelîlê Xazî (1997)
  • Lawikê Medenî (2004
  • Bavê Mihemed Salih (2005)
  • Yar Tû Gulî (2001)
  • Bihar û Havîn (2017)
  • Eyşan Elî
  • Kewê
  • Dengê Gel (2016)
  • Lawikê Gundî
  • Heseno
  • Sî û Sê Gulê
  • Salimê Min
  • Henê Henê
  • Felek (Vol-1
  • Felek (Vol-2
  • Diyarbekir
  • Bavê Mıhemed Salıh
  • Ez Nexweşim
  • Bedewê

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîbê Rizgan Kazo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çiyayê Simbil
  • Felek
  • Pîrbûn
  • Dîyarbekir
  • Derdê Dila, bi keça xwe Rêzan Şîrvan re dibêje
  • Ax Welat
  • Wer Neke
  • Leyla
  • Xanolyê
  • Bo Min
  • Gelyê Zîlan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Dengbêj Kazo kimdir". occo mahabad (bi tirkî). 29 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 31 adar 2020.