Mihemed Arif Cizîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mihemed Arif Cizîrî Hunermendê bi nav û deng û dengxoş di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd hate dinê û çavê xwe vekir. Hatina Mihemmed Arif bo ser dinê hevçax bo tevî Împaratoriya Osmanî û şerê êke cîhanî û qir kirin û kuştina bi kome Ermeniyan bi destê dewleta Usmaî ku bêhna xwînê tevlî şîrê dayka Mihemmed Arif de bû.

Jiyan[biguherîne]

Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdariya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermeniyan danabûn. Her lewema wî bi çavên zarokiniyê pirsan ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî? Lewaz bûna Împaratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Împratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.

Ev rojên reş û deravên teng û jarî û belengazî û bin pê kirina mirovanniya mirovan bandoreke zaf dana ser jiyan û hiş û mejiyê Mihemmed Arif û di kûratiya dilê wî da cih digirtin. Her vek xuyaye û tişteke eşekre bû ku cencera şerê yêke cîhanê zaf êş û elem tev xwe anîn û hindek jî afirandin û li deverê belav bûn, nemaze kolip û xela li hemû cihekê hebû û heta çendîn salan perê xwe bi ser dever û cîhanê da kêşa bû. Mihemmed Arif jî wek hemû kesên din ev saloxêt kirêt û ne rind ji bîra vê neçûn, rabihoriya wan xurtên li ser kelexê seyekê yan kitkekê li kulanêt Cizîrê hevdu di kuştin û çavan pirtikên keleş ji destê hev di revandin, heta zikê xwe beriyê zarokên xwe têr biken. Yan çîroka vê keça kiçke ku bi hegera hebûna palozeke nan di destê vê de dibin dest û pên çend kesan da hate pelçiqandin bo pare nan. Rojeke din ji van rojên tarî ku Mihemmed Arif bi çavê xwe mêze kiriye û qet ji bîr nekiriye, eva bû ku babê wî jî tevî sedan xurt û egîdên Cizîrê bo şerê êke cîhanê hatne şandin û îdî nezivirîn.

Mihemmed Arif ji sala 1925 hetanî 1929'ê de, jîyana xwe di girtîgeha Dîyarberkr' de bihorand, navbirî wê demê bi çavê xwe mêze kir ku çavan seyda û hevalên wî yek bi dîv yêkê bi bê dengê hatine Qenaredan. Îdî ji vê rojê ve hizrek kevte mejiyê wî, hizra Welatparêziyê û bîr û hizra wî di hemberî cîhanê da hatin guherîn û bi çaveke din mêzeyî çepeliyên cîhanê dikir. Dunyayeke bê bawer ku merofv têde çi bihagiraniyek nine.

Piştî serbest bûn ji hepsa Dîyarbekrê, Mihemmed Arif çend mehan li kulanêt Cizîrê avkêşî kir. Di hemen demê da jî dest bi sitirîna stirana kir, namze ev stiranên pesin û mehta gernasan dikin û hem jî neqencî û kirêtiya kesên xweînmij û sitemkar eşkere dikir. Em dikarin bêjin hemû stiranên vê ên bijare û demê lawîniya wî da li salên reş di wê çerxê da renge dervîşî' didan, nemaze li varê wan merovên bi destê dujminan hatne êşandin. Mîna Emê Gozê, Xelîlê Xazî, Salihê Norî, babê Norî, Nadir Beg û zaf ji mêrxasên dinêye Kurdan. Stiran gotin yek ji xasmaniyên xelkê Cizîrê ye. Dibêjin rojekê Mîrê Botanê biryarek der kir ku ev kesê Cizirê bit, stiranekê nezanît yan qesîdeyekê nexwînît bila li Cizîrê nemîne.

Dayka Mihemmed Arif (Edila) li Cizîra Botan dengbêjeke bi nav û deng bû. Li bin çavedêriya dayka seydayê stiranbejên Cizîriya "Edwê Noran" heftî nebû, ku Mihemmed Arifê zarok du sê caran tev dayka xwe û "Celîla Leelê" û dayka Remezan Cizîrî neçûbane şahî û dawetan û xelkêt Olî li hinek malên Cizîriyan, wek xwandina Mewlûda Pêxember û Medîhe û helbestan, nemaze li demên hecê û sinet kirina zarokan û xitim kirina Quranê. Lewma şagirdê dayka xwe, çeleng û zîrek bû û dizanî gihdarên wî çi terze stiran divên, lewma bi lez xwe berda nav dilê wan û karî bigehîje armancê. Xelk zû bi axîn û nalînên wê dihesiyan, ji ber ku ev axîn û nalînên ji devê Mihemmed Arif dibarîn, hemû ji kovan û keserên vwan dihatin. Ji ber wê yekê û hewcehiyên hizr û bîrê û dilê xwe li serê salên siyan qesta Duhoka dasînan kir, li Duhokê orteke nûv bo dengê xwe mêze kir û dest bi stiran gotinê kir. Lî wêderê xaringehek vekir heta nanê rojê peyda biket û rojê nan difirot û şevê jî tev heval û merovên mîna xwe belengaz dirûnişt û stiran digot.

Paşê ço eskeriyê û piştî eskeriyê li dûmahiya salên sêyan de xwe kire sinetçî û berê xwe da gundêt dûr, bo sinet kirina zarokên xelkê, ev şola nûv ya Mihemmed Arif bûye sedema vê ku Mihemmed Arif zêdetir ji berê têkeliya xelkê biket û tevî xelkê rencber û îzakêş û çave kirî bijît. Navbirî li bin sîbera vê sinetçiyêda karî têr ava edet û rewşên xekê û mîrata stirana Kurdî ji serekaniyê vexot. Sal bo salê nav û dengê Mihemmed Arif bilavtir diobû. Di geryanên xwe da çi li guvend û şahiyan û çî li kuçk û Divaxanêt şevên Kanona zaf tişt guhdarî dikir. Di sala 1946'an û 1947'an bû hegera bizvîna hizra derwêşatiyê di hundura Mihemmed Arif de tîpeke ayînî bi serokatiya xwe pêk anî. Endamên vê tîpê navbirî bûn ji:

  • Remezanê Cizîrî,
  • Hesenê Hemdanî,
  • Zawayê Hesenê Hemdanî Earo,
  • Ewdê eshedê Cizîrî, ku mewlûd dixwand û xelekêt ayînî li ser rêya mevleviyan pêşkêş dikirin.

Piştî salekê Mihemmed Arif qesta Bexdayê kir û xwe gihîande kompaniyên tomar kirina stiranan û tevî wan hinek ji stiranêt xwe tomar kirin. Bi firotina wan stiranan li Kurdistanê hinek rewşa Jîyana Mihemmed Arif baş bû û roj bo rojê Mihemmed Arif nav û deng peyda dikir û tevî hunermend û rewşenbîran pêwendî digirt. Mihemmed Arif her di vê qunaxê da tevî hunermendên bi nav û deng wek Elî Merdan, Resol Gerdî, Hesen Zîrek, Tahir Tofîq, Hesenê Cizîrî, Cemîl Beşîr, Meryem Xan, Fewzîye Mihemmed, Nesrîn Şêrwan nasyar bû.

Di sala 1949'an Mihemmed Arif xwe gehande radyo kurdî ya Bexdayê û ji aliyê berpirsên radyoyê ve bi germî hate pêşwazî kirin û Mihemmed Arif karî piraniya stiranên xwe ji rêya radyoê ve bigehîne guhê guhdaran. Stirana Mihemmed Arif ya Xezal – Xezal wek birişskê di nav xelkê da belav bû û cihê xwe di dil û hundura guhdaran da vekir. Îzgeha Kurdî bi belav kirina stirana Xirabû - Xirabû bi dengê Mihemmed Arif xweli ber dilê guhdaran şirîntir kir û Mihemmed Arif jî mîna stiranbêjeke mezintir dihate çav lêkirin. Distiranêt Mihemmed Arif de Eşq û Evîn kesayetiya jinê û keça Kurd û şerê egîd û mêrxasan hemûyan cihê nemazeye xwe hene.

Mihemmed Arifê dengxoş û hunermend û sazbend di roja 1986.12.17ê hevberî 26ê Sermaweza sala 1371ê li bajarê Duhokê ço ber dilovaniya xudê û ji hunera Kurdî mal avayî kir û li goristana Şaxkê teslîm axê hate kirin (hate veşartin).

Berhem[biguherîne]

Mihemed Arif Cizîrî nizîkî 1200 stran tomar kirine 60 kasêt Xezal, Xirabû, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, hesenîko, Çiyayê Şengarê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd. Bo cara êkan tîra evîna dilê Mihemmed Arif ketiye tevgula Ertoşî, li devera şernexê ya ku dikeve Rojhilata Cizîra Botan, li destpêka salên siyan da piştî ku hatîye Duhokê (gul) hatiye bîravê û stirana Gulê Mehromê pê got û çendîn salan nigarê vê diberokê da bû. Li sala 1951ê bûye evîndarê jinekê li gundê kurê gavana ku navê wê Ilîzabêt bû, evîndariya wan çend salan dom kir.

Çavkanî[biguherîne]

Siyamend Terbî, 28.03.2003 kurdistanmedia.com

Girêdanên derve[biguherîne]