Keira Knightley

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keira Knightley
Keira Knightley (2005)
Navê rastî
Keira Christina Knightley
Jidayikbûn26ê adara 1985an (39 salî)
EsilBrîtanî
PîşeAktrîst, model
Salên çalak1993–niha
HevjînJames Righton (zw 2013)
Zarok2
biguhêreBelge

Keira Knightley, (jdb. 26ê adara 1985an; Teddington) lîstikvan û modeleke Brîtanî ye ku bi lîstikvaniya fîlmê Love and Pride ya sala 2005an de ji bo xelata Oscar, Xelata Kûreya Zêrîn û Satellite hatiye hilbijartin. Knightley, di 20 saliya xwe de bûye namzetê Xelata Oscarê û bûye lîstikvana 3emîn jin a herî baş a Xelata Akademiyê ya lîstikvan a jina civan a herî baş.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keira Knightley di nav malbatekî şanoger û sînemagerê Îngilîz de ji dayik bûye. Bavê wê Will Knightley aktor e û dayika wî Sharman Macdonald, aktirîstekî berê û nivîskarê şanogerê ye. Birayekî wî yê bi navê Caleb heye ku di sala 1979 Li Dibistana Teddington û Koleja Eşer perwerde dîtiye. Jiber ku nexweşî ya disleksî bi Keire re hebû, di salên destpêkê yên perwerdeya xwe de, di xwendin û nivîsandinê de zehmetî dikişand[1]

Keira, bi Scarlett Johansson re di kovara Vanity Fairê hêjmara adara 2006an de wêneyan parvekir û di nîsana 2006an de rûyê nû yê Chanel hate îlan kirin. Di navberekî de bi hevkarî xwe ya rola fîlma Pirates of the Carribean, Orlando Bloom re têkiliyek wê bû. Ev têkilî di destpêka sala 2008 de bi dawî bû.

Knightley, ku demekê bi endamê koma rockê ya Klaxonsê James Righton re bû, li Fransayê bi merasîmeke asanî zewicî.[1]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keira di 8 saliya xwe de li welatê xwe dest bi lîstina fîlmên televîzyonê kir û wê di gelek fîlmên wek A Village Affair (1994) Innocent Lies (1995), Treasure Seekers (1996) û Coming Home (1998) lîst. Di yekemîn fîlmê Star Wars ê ya sala 1999an de ku ji nû ve dest bi çêkirinê kir, bi rola Sabé cih girt û kete cihê keybanû Amidala. Dema ku makyajên wan temam bûn, Natalie Portman, ku padmé amidala dilîstin, dayikên wan jî nedikariya wan ji hev biqetînin[2]

Lê belê ew bi fîlmekî cûda hate naskirin. Wê ji nişkê ve navê xwe ne tenê li Brîtanyayê, lê li seranserî cîhanê bi lîstina filmê budceya biçûk "Bend it Like Beckham" çêkir. Fîlm bi derhêneriya jin a Hindî Gurinder Çada, çîroka keçeke Hindî ku dixwaze bibe futbolvan bû.

Fîlm ji bo Xelata Kûreya Zêrîn hat hilbijartin. Knightley, ji Xelatên Fîlman ên Circle Londonê xelata Baştirîn New Face girt û di Xelatên Civaka Rewşenbîrên Fîlimê ya Online Critics Circle û Phoenix Film Critics Society de jî bû lîstikvanê herî pêşbirk. Di sala 2003an de hilberînerê Amerîkî Jerry Bruckheimer rola lîstikvana sereke di Pirates of the Karibik de da wê. Di sala 2005an de yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yê salê Johnny Depp û Orlando Bloom bû û di sala 2005an de ji bo 5 Oscarê namzet hat nîşandan û Knightley jî ji bo rola xwe ya li Pride û Prejudiceyê ji bo Xelata Akademiyê ya Baştirîn Lîstikvan hat hilbijartin.[3]

Knightley beşdarî fîlma ku di sala 2008an de tê weşandin, kasta The Edge of Love bû. Di heman demê de Cillian Murphy û Sienna Miller jî di fîlmê de rol wergirtin. Senaryoya vê fîlmê ji aliyê dayika Knightley, Sharman Macdonald ve hatî nivîsandin. Her çend Macdonald ji bo Keira rola Caitlin binivîse jî, Keira li ser daxwaza xwe rola Vera lîst. Di Duchess de, wê bi Ralph Fiennes re lîst û di fîlma Duchess de rola Georgiana Cavendish lîst.[4]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên wê
Sal Nav Rol Nîşe
1999 Star Wars Episode I: The Phantom Menace Sabé IMDb 6.5
2001 Princess of Thieves Gwyn IMDb 5.7
The Hole Frances 'Frankie' Almond Smith IMDb 6.2
2002 Doctor Zhivago Lara Antipova IMDb 7.4
Pure Louise IMDb 6.9
Bend It Like Beckham Juliette 'Jules' Paxton IMDb 6.6
2003 Pirates of the Caribbean: The Curse of the Black Pearl Elizabeth Swann IMDb 8.0
Love Actually Juliet IMDb7.6
2004 King Arthur Guinevere IMDb 6.3
2005 The Jacket Jackie IMDb 7.1
Domino Domino Harvey IMDb 5.9
Pride and Prejudice Elizabeth Bennet Bû namzetê xelata akademî, ji bo lîstikvana herî baş a jin IMDb 7.8
2006 Pirates of the Caribbean: Dead Man's Chest Elizabeth Swann IMDb 7.3
2007 Pirates of the Caribbean: At World's End IMDb 7.1
Silk Hélène Joncour IMDb 5.9
Atonement Cecilia Tallis IMDb 7.8
2008 The Edge of Love Vera Phillips IMDb 6.3
The Duchess Georgiana Cavendish IMDb 6.9
2010 London Boulevard Charlotte IMDb 6.2
2010 Steve Woman IMDb 7.2 (kısa film)
2010 Last Night Joanna Reed IMDb 6.6
2010 Never Let Me Go Ruth C. IMDb 7.1
2011 A Dangerous Method Sabina Spielrein IMDb 6.4
2012 Seeking a Friend for the End of the World Penelope Lockhart IMDb 6.7
2012 Anna Karenina Anna Karenina IMDb 6.6
2013 Begin Again Gretta IMDb 7.4
2014 Jack Ryan: Shadow Recruit Cathy Muller IMDb 6.2
2014 Laggies Megan IMDb 6.4
2014 The Imitation Game Joan Clarke IMDb 8.0
2015 Everest Jan Hall IMDb 7.1

Televîzyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên televîzyonê
Sal Nav Rol Nîşe
1993 Screen One Little Girl Beşa "Royal Celebration"
1995 Village Affair, AA Village Affair Natasha Jordan Fîlmê televîzyonê
Bill, TheThe Bill Sheena Rose Beşa "Swan Song"
1996 The Treasure Seekers The Princess Fîlm
1998 Coming Home Young Judith Dunbar Fîlm
1999 Oliver Twist Rose Fleming Seriya kurt
2001 Princess of Thieves Gwyn Fîlm
2002 Doctor Zhivago Lara Antipova Seriya kurt
2007 Robbie the Reindeer in Close Encounters of the Herd Kind Em Dengdan, kurtefîlm
2011 Neverland Tinker Bell Dengdan seriya kurt
2017 Red Nose Day Actually Juliet Kurtefîlmê televîzyonê

Muzîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîdeoyên muzîkê
Sal Nav Hunermend Rol Derhêner
2017 "Let Her Love In" Shock Machine (James Righton) The Girl with the Pink Dress James Righton

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Keira Knightley". IMDb (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Film.Gen.Tr "Keira Knightley"". web.archive.org. 1 hezîran 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 hezîran 2007. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Awards Daily, The Oscars, Oscar Watch, Academy Awards, Oscar Predictions, 80th Academy Awards ceremony, Oscar buzz all year round, the most popular Oscar site on the web, Oscar Predictions, Oscar contests, Academy Awards, The Oscars, Best Picture race, Oscar buzz, formerly oscarwatch.com, edited by Sasha Stone". web.archive.org. 19 kanûna paşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 kanûna paşîn 2008. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Academy Invites 120 to Membership". web.archive.org. 17 kanûna pêşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 nîsan 2008. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)