Kelûya Karê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kelûya karê (Bi Îngilîzî:Tropic of Capricorn) Hevêrkeya 23 derece 27 deqiqe li başûrê ekwatorê ye. Di 21ê kanûna pêşîn de tîrêjên rojê bi eşkêleke 90 derece tên ser vê hevêrkeyê. Cihên ku di nabêna her du tropîkan de dimîne, salê du caran tîrêjên rojê bi eşkêleke 90 derece dibînin. Cihên ku li bakur an başûrê tropîkan dimîne, tu caran tîrêjên rojê tîk nabînin. Bi gotineke din tropîk, sînorê tîkhatina tîrêjên rojê ne. Ji xwe grîngiya tropîkan jî ev e.