Kemal Okuyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kemal Okuyan
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
11ê mijdara 2001an
Jiyan
Jidayikbûn18ê gulana 1962an (61 salî)
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
HevwelatîTirkiye
Partiya siyasîPartiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP)
Zarok1
PerwerdeZanîngeha Bosforê
PîşeSiyasetmedar, nivîskar
biguhêreBelge

Kemal Îbrahîm Okuyan (jdb. 18ê Gulan 1962an), siyasetmedar û nivîskarê tirk e ku endamê Komîteya Navendî, Sekreterê Giştî û Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyê ye.[1]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Okuyan di nava Partiya Karkerên Tirkiyeyê de beşdarî têkoşîna sosyalîst dibe û piştre jî di nava kovara Hêza Sosyalîst a ku di sala 1980î de derketibû de cih girtiye. Gotarên wî yên pêşîn di vê kovarê de hatin weşandin. Di nava endamên yekemîn ên desteya weşanê ya Kovara Gelenek de cih digire ku demekê piştî têkoşînê di sala 1986an de dest bi weşanê kirine. Okuyan ku di nava kadroyên pêşeng ên tevgera li derdora kovara Gelenek de hatibû avakirin de cih girt û di pêvajoya avakirina partiyê ya vê tevgerê de erkên navendî pêk tîne. Di Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê ya ku di vê serdemê de hat avakirin û di Partiya Hêza Sosyalîst (SİP) ya ku piştî girtina vê partiyê hat avakirin de gelek wezîfe werdigire. Piştî ku SİP di 11ê mijdara sala 2001an de navê xwe Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) vediguherîne, di nava TKPê de wekê endamê Komîteya Navendî û wezîfeyên din ên navendî xebatên xwe berdewam dike. Okuyan niha Sekreterê Giştî yê TKPê ye.

Okuyan ku gelek caran di qada navneteweyî de nûnertiya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê dike. Ji ber tevkariyên wî yên ji bo hevgirtina bi gelê Kûba re, di sala 2008an de ji aliyê Komara Kûbayê ve bi xelata Nîşana Dostaniyê ya Kûbayê hatiye xelatkirin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]