Here naverokê

Kendava Farsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kendava Besreyê hat beralîkirin)
Kendava Farsê
خلیج فارس Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Persian Gulf Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
26°Bk 52°Rh / 26°Bk 52°Rh / 26; 52
DewletErebistana Siûdî, Îran, Oman, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban, Qeter, Behreyn, Kuweyt, Iraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welatê tejaneya çemÎran, Iraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban, Oman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirêjbûn989 km Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 251.000 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nexşeya Kendava Farsê
Nexşeya Kendava Farsê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kendava Farsê (bi farisî: خَلیجِ فارس, Xelîci Fars) deryayeke navxweyî ye ku berdewamiya deryaya Omanê ye û deryayek di navbera Nîvgirava Erebistanê û Îranê de ye.[1][2] Rûberê deryayê 233.000 kîlometreyên çargoşe ye. Ji aliyê rojhilatê bi rêya Tengava Hurmiz digihîje deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî. Derya ji aliyê rojava ev ji dêlta ya Şetelerebê ku bi tevlêhevbûna çemên Dîcle, Firat û Karûn pêk hatiye, dest pê dike. Aliyê bakur ê kendav û deryayê peravê Îranê ye. Sinorên welatên wekê Îraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî li ser peravên Kendava Farsê ne.

Li Kendava Farsê gelek deverên masîgiriyê heye ku rifên berfireh (bi piranî kevirî lê di heman demê de bi mercan in) û di heman demê gelek îstirîdeyên mirwarî hene. Lêbelê ekolojiya kendavê ji ber pîşesaziyê û rijîna neftê zirar dîtiye.

Kendava Farrsê di nava hewza Kendava Farsê de ye ku ji destpêka serdema kenozoyî ve û bi binavbûna plakaya erebî ya di bin çiyayên Zagrosê de çêbûye.[3] Lêhiya niha ya hewzê 15.000 sal berê ji ber bilindbûna asta deryayê û bi vekişîna qeşayê ya holosenê dest pê kiriye.

Dîmenek Kendava Farsê ya bi şev ji ISS, 2020

Rêxistina hîdrografîk a navneteweyî sinorê başûrê Kendava Farsê wekê "sinorê bakurê rojavayê Kendava Omanê" pênase kiriye. Ev sinor wekê "xêzek ku Ràs Limah (25°57'N) li perava Erebistanê û Ràs al Kuh (25°48'N) li perava Îranê (Faris) bi hev ve girêdide" hatiye pênasekirin.

Ev deryaya navxweyî ya bi qasî 251.000 kîlometreçargoşe (96.912 mîl çargoşe) li rojhilat bi Tengava Hurmizê bi Kendava Omanê ve girêdayî ye; û dawiya wê ya rojava bi deltaya çemê sereke yê Şett el-Ereb ve girêdayî ye ku avên çemên Firat û Dîcleyê hildigire. Li Îranê jê re "Arvand Rud" (ku tê wateya 'çemê bilez') tê gotin. Dirêjahiya tengavê 989 kîlometre (615 mîl) e ku piraniya perava bakur perava Îranê ye û piraniya perava başûr jî perava Erebistana Saûdî ye. Rêya herî tengê Kendava Farsê li Tengava Hurmizê ku bi qasî 56 km fireh e. Bi tevayî tengav zêde kûr nîne ku kûrahiya herî zêde 90 metre û kûrahiya navînî ya tengavê 50 mêtre ye.

  1. ^ "Persian Gulf summary | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 adar 2026.
  2. ^ "Wayback Machine" (PDF). unstats.un.org. Roja gihiştinê 14 adar 2026.
  3. ^ "Arabian Basin Tectonics - SEPM Strata". www.sepmstrata.org. Roja gihiştinê 14 adar 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kendava Farsê de hene