Here naverokê

Tengava Hurmiz

Tengava Hurmiz
تنگهٔ هرمز Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tengava Hurmiz li ser nexşeyê
Map
Tengava Hurmiz li ser nexşeya Îran nîşan dide
Tengava Hurmiz
Tengava Hurmiz
Koordînat: 26°36′Bk 56°30′Rh / 26.600°Bk 56.500°Rh / 26.600; 56.500
DewletÎran, Oman, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tengava Hurmiz (bi erebî: مضيق هرمز‎, lat. Medîq Hûrmûz; bi farisî: تنگه هرمز‎, lat. Tangeh-ye Hormoz) tengaveke ku di navbera Kendava Farsê û Kendava Omanê de ye. Tengave tekane rêya deryayî ji Kendava Farsê ber bi okyanûsa vekirî vedike û yek ji xalên herî girîng ên stratejîk ên cîhanê ye.[1]

Li perava bakurê tengavê Îran û li perava başûrê tengavê jî Nîvgirava Musendam cih girtiye ku ji aliyê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û parêzgeha Musendamê ku herêmeke derveyî ya Omanê ye, hatiye parvekirin. Dirêjahiya tengavê bi qasî 104 mîl (90 nmi; 167 km) dirêj e û firehiya tengavê jî nêzîkî 60 mîl (52 nmi; 97 km) heta 24 mîl (21 nmi; 39 km) diguhere.[2][3]

Di navbera salên 2023 û 2025an de ji %20ê gaza xwezayî ya şilekirî (LNG) ya cîhanê û ji %25ê bazirganiya petrola deryayî salane di nav tengavê re derbas dibû. Her çiqas Îranê carinan gefa girtina tengavê dixwar û amadekariyên mayinkirina tengavê hatiye kirin, di dema pevçûnên Rojhilata Navîn de, (berevajî Tengava Tîran/Bab-el-Mandeb)[4] tengav demek dirêj qet nehatiye girtin.[5][6]

Di serdema kevnare de tengava hormuz ji bo keştiyan gering bû. Di roja îro de çûnûhatina keştî û tankêrên petroleyê Kuweyt, Bahreyn, Iraq, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Iranê bi rêya vê tengavê derdikeve okyanûsê. Veguhestina ji çaran yekê petrol cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Heta Sedsala 16'an ji bo Ewropaê Tengava Hurmizê ji bo derbaz bûna Hindistanê rêyeke deryayiya herî gering bû. Lê ji pê rêwîtiyê Vasco da Gama û vekirina Kanala Suezê re tengavê giringiya xwe winda kiriye. Ji 1971an vir ve di navbera Îran û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî de li ser Ebû Mûsa û girava Tumb, herdu jî ji bo kontrolkirina tengava gelek girîng in, ne lihevhatin he ye.

Etîmolojiya farisî "Hormuz" ji bilêvkirina farisiya navîn hatiye ku navê xwedayê zerdeştî Ahûra Mezda werdigire. Bi awayekî din hatiye pêşniyar kirin ku nav ji peyva farisî ya herêmî Hur-Mogh "Cihê Xurman" hatiye. Teoriyek din jî dibêje ku dibe ku Tengava Hormuzê navê xwe ji Îfra Hormizd ku dayika qiral Şapûrê Duyem ê Persyayê ku di navbera salên 309 û 379 b.z. de hukum kiriye, wergirtiye.[7]

Trafîka deryayî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
li gorî çavkanî û welatên ku bi ber ve diçe, bazirganiya petrola bi rêya tengavê (2014–2018)

Ji ber ku av li seranserê firehiya tengavê ji bo tankerên petrolê têra xwe kûr nîne tengava Hurmizê ji bo çûnûhatina trafîka deryayê "xalek teng" tê hesibandin. Kûrahiya tengavê li nêzîkî nîvgirava Musendamê herî zêde ye û her ku ber bi bakur ve ber bi peravên Îranê ve diçe kûrahiya tengavê teng dibe. Li gel vê yekê firehiya rêyên deryayî ku her yek ji wan sê kîlometre dirêj e û pir tengtir in. Trafîka bazirganî ya ku di tengavê re derbas dibe bi gelemperî ev rêyên diyarkirî yên li bakurê nîvgirava Musandamê bikar tînin. Kûrahiya li vê deverê ji 200 metreyan danakeve.[8]

Li gorî rêveberiya agahiyên enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di sala 2011an de rojane bi navînî 14 tanker ji Kendava Farsê di tengavê re derbas bûn û 17 milyon bermîl (2.700.000 m³) petrola xam hilgirtine. Ji %85 zêdetir ji van hinardekirinên petrola xam rojane diçûn bazarên Asyayê û Japon, Hindistan, Koreya Başûr û Çîn jî wekê cihên herî girîng bûn ev petrola xam li van welatan dihatin firotin.[9] Di sala 2018an de rojane 21 milyon bermîl di tengavê re derbas bûye ku li gorî bihayên sala 2019an bihayê vê rêjeyê 1,2 milyar dolarên amerîkî bû.[10]

Ger veguhestina petrola di Tengava Humizê re ji bo demek dirêj bi girîngî were astengkirin, ev dikare ji bo pêdiviyên sereke yên welatên asyayî ku di nav de welatên wekê Hindistan û Çîn heye, dibe ku bibe sedema krîzeke mezin a dabînkirina petrolê.[11]

Avhewaya tengavê di tevahiya salê de hişk û germ e. Mehên tîrmeh û tebaxê mehên herî germ ên salê ne. Ji ber vê yekê, bahozên qûmê, mij û dûkela sibê têne dîtin ku trafîka tengavê dijwartir dikin. Bayên li deryaya vekirî hem şilbûn û hem jî toz hildigirin ku ev yek ji bo xebatên tijekirina û valakirina tankerên petrola li kendavê xetereyan çêdike.[8]

  1. ^ "Strait of Hormuz | Map, Importance, Oil, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  2. ^ ""Transit Passage Through International Straits"". brill.com. doi:10.1163/ej.9789004172678.i-786.50. Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  3. ^ "The Strait of Hormuz is the world's most important oil transit chokepoint - Today in Energy - U.S. Energy Information Administration (EIA)". www.eia.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  4. ^ "Oil Prices Jump, But Middle East Oil Keeps Flowing Uninterrupted". OilPrice.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  5. ^ Altman, Howard (14 hezîran 2025). "Could Iran Carry Out Its Threat To Shut Down The Strait Of Hormuz?". The War Zone (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  6. ^ Baskar, Pranav (19 çiriya paşîn 2025). "Iran Releases Tanker It Seized From the Strait of Hormuz". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  7. ^ "The Kingdom of Hormuz". Iranologie.com (bi îngilîzî). 27 sibat 2020. Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  8. ^ a b "Strait of Hormuz - Geography - The Strauss Center". The Strauss Center (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  9. ^ "Strait of Hormuz". www.eoearth.org. Roja gihiştinê 13 adar 2026.
  10. ^ Fanack (31 çiriya pêşîn 2019), The Strait of Hormuz Explained, roja gihiştinê 13 adar 2026
  11. ^ "Asian countries most at risk from oil & gas supply disruptions in Strait of Hormuz: Research group". The Economic Times. 3 adar 2026. ISSN 0013-0389. Roja gihiştinê 13 adar 2026.