Keriyê atomê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keriyê atomê kerîyekê made ye ko ji atomê biçûktir e. Keriyê atomê du core ne: keriyê hîmanî û keriyê pêkhatî. fîzîka keriyan û fîzîka navokî liser van keriyan, karlêkkirinên wan û madeyên ko ji wan pêkdihên û nabin atom lêkolînan çêdikin.

Elektron, nutron û proton ji keriyên atomê ne. Nutron û proton keriyên pêkhatî ne û ji kuarkan pêkhatine. Her protonek ji du kuarkên jor û kuarkeka jêr pêkhatiye. Kurak bi keriyên bi navê gluon anko venûson bihevra dihên girêdan. Şeş coreyên kuarkan hene: jor, jêr, bin, serî, ecêb û cadûyî. Keriyên dî ên mîna foton û nutrinos jî hene ko di stêra Rojê da çêdibin. Piraniya keriyên atomê ko heta niha hatine vedîtin di rewşên asayî da li ser rûyê Erdî peyda nabin. Ew di Tîrêja Keyhanî da û li dema pêvajoya bijandinê di lezgînkera keriyan da çêdibin.

Parçekirina atomê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolîna karevakîmya anko elektrokîmyayê, li sala 1874ê, berê G. Johnston Stoney da hindê ko bawer bikit tiştek bi navê elektronê di pêkhateya atomê da heye.