Kofî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kofî beşek ji wergirtina jina kurd e. Kofî ji textikekî tenik ku jê re “elbik” tê gotin çêbûye û di nava wê de jî qedîfeyekî mîna kum heye, temeziyên rengî –bi hindikî heft temezî- bi hawayê honandina keziyan lê têne pêçan. Herweha li hawîdorê kofiyê pelikên nîvzêrk jî pê ve têne daleqandin. Li gor qeda malbatê, bi hin kofiyan ve 24, bi hinan ve kêmtir nîvzêrk hene.

Li ser kofiyê gelek stranên folklorî jî hatine gotin. Yek ji wan jî, jinek dema dil ketiye Emînê Ehmed, li serê weha gotiye:

“Ha wer delal, ha wer delal Çem û çemê Bişêriyê Zozan xweş e li koçeriyê Kolos xweş e li ber Kofiyê Zewac xweş e li ser hêwiyê...”

Di straneke din de jî xort ji evîndara xwe re gotiye “kofîxwarê”. Ji ber ku di girêdana temeziyan de hin caran girêbest li tangava eniyê bilind tê bestin û bi aliyekî ve tê tewandin. Ji ber hindê Kafixwar tê gotin.

Piraniya jinên kurd kofî didan/didan serê xwe. Hinek jinên ciwan çarik jî li ser kofiyê dipêçin, lê jinên navsere bi piranî bê çarik didin serê xwe. Li herêma Serhedê (Bakûrê Bakûrê Kurdistanê) jî bi piranî pêşî çarik didin serê xwe û kofiyê jî datîn ser çarikê.

Kofiyên jinên her eşîrekeke kurd ji hev cuda ne. Dema li bajarekî yan li riyekê jineke bi kofî bê dîtin, ji ber kofî û kincên wê, tê naskirin ku ew ji kîjan eşîrê ye.

Li şêniyekê, yan di nava êleke kurd de kofiya serê jina kesên xuyanî jî bi hawayekî cuda ye û tê naskirin ku ew jin, a maleke mezin e.

Ji aliyê din ve jî kofî wek kaseya zêr û pere tê bikaranîn. Hetanî dawiya salên 1970yî jî pere û zêrên parastinê yên malê, di binê kofiya jina malê de dihatin parastin. Îcar dema ku diz diketin malekê, pêşî çavên xwe li kofiyan digerandin. Herweha dema şer an talanek jî çêdibû, pêşî kofî ji serê jinan dikirin û dibirin.

Niha li Kurdistanê wergirtina kofiyê zêde nemaye, lê belê kofî niha jî di nava kurdên koçer, êzîdî, elewî û li nava kurdên li Anatoliyayê tê bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]