Koleksiyona Aleksander Jaba
Ji bo teyîdkirina agahiyên vê gotarê zêdetir çavkanî hewce ne. (hezîran 2024) |
Koleksiyona Aleksander Jaba girîngiya xwe ne tenê ji naveroka xwe, yan jî ne ji çendanî û çawaniya berhemên ku di xwe de dihewîne bi dest dixe. Vê hêjayiyê ne tenê ji nav û şexsiyeta berhevkarê xwe jî bi dest dixe. Nirxbilindiya koleksiyonê bêtir ji bêemsalbûna wê jêder dibe.
Di dirok û edebiyata kurdan de manendê vê berhevokê tune ye ku berhemên curbicur ên di qadên wekî edebiyat, çand, dîrok, wergernasî, zimannasî û hwd de bigire nav xwe. Yan jî mînakeke din tune ye ku berhevkarê koleksiyonê ji bo bidestxistina van destnivisan li qadê bi xwe xebatên meydanî bike û bi pisporên kurd re bixebite. Dîsan jî li gorî pîvanên îroyîn, ya meriv girîngî pê bide ew e ku di kêm derfetiya wê maweyê de ev destnivîsên ku ji bo gelek qadên kurdolojiyê heyati ne, bi hilkefta vê berhevkirinê, bê wendabûn gihaştine ber destên mê.[1]
Destxistina Koleksiyona A. Jaba
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berhevoka Aleksander Jaba di roja 21ê kanûna pêşîn a 2013 gîhişt Unîversîteya Mêrdînê ya Artuklu Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî. Ev berhevok bi alîkariya cîgirê rektorê Unîversîteya Mêrdîn Artuklu serokê Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî Prof. Dr. Kadri Yıldırım û Doç.Dr. Ekrem Önen ve hatiye destxistin. Herdu zanyar bi demeke dirêj ji bo destxistina Berhevoka Aleksander Jaba, xebat kirine. Li ser vê mijare Prof. Dr. Kadri Yıldırım û Doç.Dr. Ekrem Önen serdana Mosko û St.Petersburgê kirine. Li gel Akademiya zanistî a Rûsya her weha li gel beşê kurdolojiyê akademiyê hevdîtin pêk anîne û piştre li St.Petersbûrgê li gel kitêbxaneya netewî a Rûsya beşê destnivîsa ku yek ji 5 kitêbxaneyên cîhanê yên mezin tê naskirin, hevdîtinan pêk anîne. Piştî xebateke dûr û dirêj li gel St.Petersbûrgê peyman hatiye îmzekirin. Piştî peymanê Berhevoka Aleksander Jaba hatiye kopîkirin û ji aliyên zanyarên zanîngeha Artûklû ev berhevok tê wergirtin. Arşîv ji 54 beş in û 4017 rupel in. Berhevoka Aleksander Jaba heta niha baş nehatiye lêkolinkirin.
Aleksander Jaba, konsolos û kurdolog
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Aleksander Jaba kurdologekî nav û deng e. Jaba wexta konsolosê Erzirûmê bûye ew bi çanda kurdî mijûl bûye û wê demê li gel gelek kurdên navdar yên wek Mele Mehmûdê Bazîdî û gelekî din ve têkilî daniye. Jaba gelek berheman dide hev, her wiha ji bo koleksiyona xwe gelek berhemên li ser kurdan bi perên xwe dikire. Ji ber vê yekê koleksiyona wî gelek dewlemend e.
Tabloya Koleksiyona Aleksandre Jaba
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Istraned Kurmancî
- Kilamê Kiçan
- Lawijek
- Stranên kurdî
- Berîte
- Eîfbaya kurdî
- Mewlûda Melayê Bateyi
- Risaleyi Tühfetu'l-Xillan Fi Zimani Kurdan
- Ferhengoka Kurdi-Tirki
- Zeylu'r-Risale Di Behsa Sûal û Cewaban
- Mewludu'n-Nebî
- Mem û Zîn
- Mem û Zîn
- Mem û Zîn
- Bextîyar(name)
- Mem û Zîn
- Leyla ve Mecnûn
- Mem û Zîn
- Helbestên Nesîmî
- Yûsif û Zuleyxa
- Yusif û Zuleyxa
- Yüsif û Zuleyxa
- Rêzimana Erebî Ji Bo Destpêkeran
- Kitabu'l-Îbaretî mîn Mutekellîmat
- Behrên Erûza Erebî
- Terkîb
- Beyta Feqîyê Teyran
- Beyta Feqîyê Teyran
- Nûbehara Biçûkan
- Nûbehara Biçûkan
- Hikayeta Şêxê Sen'aniyan
- Çiroka Şêx Sen'an
- Hikayeta Şêxê Sen'anîyan
- Berhevoka Helbestên Klasîk
- Mecmû'a Xezalîyeted şûareyed Kurmancan
- Newala Sîseban
- Zenbilfiroş
- Newala Siseban
- Zenbîlfiroş
- Leyla û Mecnûn
- Tercumeya Leyla û Mecnûn
- Eşqbazî
- Mem û Zîn
- Mewlûda Melayê Bateyî
- Mem û Zîn
- 'Adat û Rusûmatnameyê Ekradîye
- 'Adat û Rusûmatnameyê Ekradîye
- Mecmu'a Xezelîyatêd Şû’erayêd Kurmancan
- Tercumeya Şerefnamê
- Reyâhîn-i 'Aşq
- Reyâhîn-i 'Aşq
- Durru'l-Mecalîs
- Durru'l-Mecalîs
- Durru'l-Mecalîs
- Wergera Hikayetên Farisî
- Hikayetên Farisî û Wergerên Wan
- Qisseya Şêx Sen'an
- Helbesta Feqî Teyran
- Newala Siseban
- Zenbilfiroş
- Tesrîfa Lêkerên kurdî
- Nûbehara Biçûkan
- Rahênanên Li Ser Zimanê kurdî
- Kilamê Kiçan
- Xeberdana Zimanê Kurmancîye
- Dưaya Tiqbend (Şûrbend)
- Şerefname
- Kataloga Destnivîsên kurdî ya Aleksandra Jaba
- Danasîna Alaksandre Jaba ya Berhemên Koleksîyonê[2]