Kolera

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kolera li cîhanê:      Kolera heye (hindik)      Kolera heye (zêde)
Bakteriyên kolerayê

Kolera, kulemar, zikêşa ji navê ya giran, navêşa reş nexweşiyeke mîkrobîk e. Pirranî ji mîkrobên di nava avê de ne û xwarinan derbas dibe. Bakterî dibin sedema vartoyiyeke (vîrik, îshel, emelî) giran û vereşanê. Heger di dema xwe de terapiya wê bê kirin pirranî derbas dibe. Lê heger bêî terapî bimîne, dikare bibe sedemê ji 20% heya 70% mirina kesên pê nexweş ketine.

Mixabin li Kurdistanê ev nexweşî ji ber xizanî û nebûna derfetên tarapiyê dibe sedemê mirina bi hezaran mirovan, bi taybetî mirina zarok û temendirêjan. Mirov dikare bêje ev nexweşî li xizanan dide.

Li Ewropayê îxbara saloxdana vê nexweşiyê mecbûrî ye. Ango heger mirov pê hesiya yek bi vê nexweşiyê ketiye, divê saziyên tenduristiyê yan polîs agahdar bike. Heger neke, dikare bê cezakirin.

Pêkhênerî (patojenî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakteriyên kolerayê, wergirtin ji elektronmîkroskopê
Bakteriya kolareyê, Cholerabakterium O395 tîpa êrîşkar, bixetere

Kolera ji bakteriya bi navê Vibrio cholerae pêk tê. Dibe sedemê vartoyiyeke (îshel, emelî) biavî. Patojeniya wê cara pêşîn ji aliyê Filippo Pacini ve di sala 1854ê de hatiye vedîtin, peytandin.

Robert Koch sala 1883yê bi tevî Bernhard Fischer û Georg Gaffky li Misirê li ser nexweşên ji nexweşiyên rodiyan (rovî, rûvî) mirine lêkolînên berfireh dikin û patojeniyên kolerayê bi berfirehî rave dikin.

Pirranî li welatên aboriya wan ne baş e rû dide. Bi avê û xwarinan (bo mînak xwarina masiyan) di nava gel de belav dibe. Klorkirina avê bi giştî nebe jî, pirranî pêşî li kolerayê digire.

Mixabin ev vîrus kirine çek jî û di şeran de gelek caran hatiye bikaranîn jî. Li dijî kurdan çendîn hatiye bikaranîn, nayê zanîn.

Sîmptom û nîşanên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi pêvedana bakteriyan ve, di nava 2-3 rojan de, bi sê gihanekan xwe dide der:

  1. Vartoyiyeke (emelî, îshel, vîrik) eksokî (birik, bieynat) ya biav û carcaran kilmûçî (bilîk, biçilm) û kêmcaran zikêş.
  2. Gihaneka, merhakeya eksîkkozê. Ango gihaneka di laşê mirov de av kêm dibe. Îshel ava laş kêm dike. Tîna laş dikeve, reng-rû spî dibe.
  3. Gihaneka herî giran. Laş êdî ketiye têkoşîna dawî, di komayê de ye. Di vê gihanekê de dikare hin bakteriyên din jî bi laş vedin. Bo mînak dikare di vê gihanekê de îltîheba piş û cergan rû bide.

Dibêjin mirovên ku koma xwîna wan "0" in, bêhtir bi vê bakteriyê tên vedan.

Diyagnoz û terapî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji rûniştina (pîsiya rodîkan, kot, gû) nexweşan nimûne tên girtin û bi wê peytandina bakteriyan dibe. Heger nexweş di demê de hatibe klînîkê cihê tirsê nîne. pH´a organîzmayê tê normalîzekirin.

Bi antîbakteriyan, normalîzekirina asta ava laşê, zêdekirina asta glukozê, natriyûmklorîd, kaliyûmklorîd û îzolekirinê têkoşîn tê dayîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Richard J. Evans: Tod in Hamburg. Stadt, Gesellschaft und Politik in den Cholera-Jahren 1830-1910. Reinbek 1990, ISBN 3-498-01648-2
  • Gerold Schmidt: Cholera-Zeitungen (1831–1832) als biographisch-genealogische Quelle in: Genealogie. Deutsche Zeitschrift für Familienkunde. Neustadt (Aisch). 46. Jahrgang 1997, S. 708–736 (mit Abb.)
  • H. Lodisch (Zellbiologie) 4. Aufl.
  • Steven Johnson: The Ghost Map. Riverhead Books, U.S., ISBN 978-1-59448-925-9
  • A single dose of azithromycin was more effective than ciprofloxacin for severe cholera in men in Bangladesh. Evid Based Med. 2006 Dec;11(6):181
  • Myron Echenberg: Africa in the Time of Cholera. A Histsory of Pandemics from 1817 to the Present, Cambridge University Press, New York 2011 (Paperback) ISBN 978-0-521-18820-3

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]