Glukoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xurekên bi karbohîdrad di laşê mirov de tê dehandin û monomera glukozê peyda dibe.Glukoz di nav kezeb û xaneyên masûlkeyan de wekî glîkojen tê enbar kirin.Gava pêdivî pê hebe,glîkojen bi şiklê glukoza sebest belavê laş dibe.
Glukoz

D-Glucose (çep), L-Glucose (rast)

Agahiyên gelemper
Nav Glukoz
Navên din Şekirê tirî, tirîşekir?
Direfş C6H12O6
Taybetmendî
Baristeya molekulî 180,16
Tîrbûn 1,562
Rewşa di germiya odê de hişk
Xala helînê 146 °C

Glukoz (bi yewnaniya kevn: γλυκύς, lat. glukús "şêrîn") an şekirê tirî (bi inglîzî: grape sugarmonosakkarîdek e. Di siruşte de şekira herî belavbûyî glukoz e.Formula kîmyayî ya glukozê C6H12O6 e. Navê din a glukozê dekstroz e. Her wîsa glukoz wekî şekira xwîne jî tê bi nav kirin. Ji ber ku di nav tirî de gelek glukoza serbest heye,li hin deveran şekira tirî jî ji boy navê glukozê tê bi kar anîn. Hingiv ji %35 ê giraniya xwe ji glukoza serbest distîne. Hemû polîsakkarîd ji molekulên glîkozê pêk tên.

Ji boy piraniya zîndeweran çavkaniya serekî ya enerjiyê glukoz e. Xaneyên mirov ji bo peydakirina enerjiya ATP yê, pêşî molekulên glukoza nav xwînê digrin nav xaneyê. Ku di xaneyê de têra xwe glukoz tune be, vê gavê lîpîd an jî proteîn ji bo çêkirina ATP tên bi kar anîn. Ji xeynî vana, ji boy çêkirina lebatokên xaneyê, hin cureyên asîdên amînî (aa), û hin cureyên vîtamînan jî pêwistî bi glukozê heye. Ku di laşê mirov da asta glukozê zêde bibe, vê gavê hinek ji molekulên glukozê bi navbeynkariya hormonan vediguherin glîkojen an jî lîpîdan. Loma mirov bi xwarinên (xurekên) bi karbohîdrad qelew dibe. Zîndewer piraniya glukozê ji adanên bikarbohîdrad digirin. Wek mînak, dema em nan, savar, maqarne, kartol, gêzer, an jî pîvaz dixwin, em ji van xurekan nîşa digirin û bi enzîmên hilweşîner, nîşayê parçe dikin û dikin glukoz.

Xaneyên mêjî yên mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80-120 mg/dl ye.(Ji boy asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv pîyanek(qedeha avê) xwîn bi qasi 1 desî lîtreye û divê di nava wê da bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz hebe). Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê westar kirin. Însulîn glukozê ji parzûna xaneyê derbasê nav xaneyê dike. Eger xaneyên pankreasê bi têra xwe însulîn çênekin, nexweşiya şekir (şekirmizî, dîyabet) pêk tê. Mirovên bi nexweşiya şekir in, di nav xwîna wan da asta glukozê pir zêde dibe.

Riwek û hin cureyên bakterî glukozê di nav xaneyên xwe de bi fotosentezê çêdikin. Molekulên glukozê, di xaneyên zîndeweran de bi awayekî kîmyayî bi hev tên girêdanê û molekulên wekî maltoz, glîkojen, nîşa û seluloz çêdibin. Ku di we gotarek de an jî de gotarek zanistî yede Glukoz bê pêş nav hate be nivîsandin, ango D-Glukoz anjî L-Glukoz nê hate be nivîsandin, li vire ji D-Glukkoze te qal kirin. L-Glukoz isomerike ne zêde girînge.

Pircure îzomerê Glukoze[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]