Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ala Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê

ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) ji partiyeka li Afrîkaya Başûr a bi navê African Native Congress (SANNC) bingeha xwe digire. Sala 1923î de hatiye damezirandin.

Hêza wê ya çekdarî ya bi navê Umkhonto We Sizwe ji aliyê Nelson Mandela ve hatiye avakirin. Li dijî sazîmaniya rasîst (nîjadperest) a Efrîqaya Başûr a çermespiyan hatibû avakirin û bi wan re têdikoşiya. Piştî şîkestina vê sazûmaniya rasîst, ev rêxistin jî êdî hewceyiya xwe windakir. Di dema şerê sar de rêxistin polîtîkayên Marksîst dihewand. Gelek mîlîtan û alîgirên wê têne kuştin, êşkencekirin û zîndanîkirin.

Di 8ê nîsana 1960an de rêxistin tê qedexekirin û ev qedexe heya sala 1990î didome. Dema ku sazûmaniya rasîst di 9ê gulana 1994an de têkdiçe ANC jî bi awayeke îndîrekt tê ser desthilatdariyê.