Nelson Mandela

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nelson Mandela di sala 2008an de

Nelson Rolihlahla Mandela (z. 18 tîrmeh 1918 - m. 5 berfanbar 2013) ji 9'e gulanê 1994 heta pûşper 1999 yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr bû.

Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî û bo nehêlana rejîma apartheid têkoşiya bû ketibû zîndanê. Ew beriya ku bibe serokkomar, rêberê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (African National Congress, ANC) bû.

Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ku piraniya wê li zindana Gizîrteya Robben derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana nîjadperestiyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî apartheidê.

Li van bîst salên bihurî wî zêdetirî sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992anXelata Atatürk a Aştiyê nepejirand û got ko ew nikare di vê rewşa ku Kurdan li Tirkiyê tên bindestkirin de xelatekî wiha werbigire.