Kuştina Oxir Kaymaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Oxir Kaymaz
Navê rastî
Uğur Kaymaz (di belgeyên fermî de navê wî)
Mirin21ê mijdara 2004an
Qoser, Mêrdîn
Sedema mirinêÊrîşa çekdarî
EsilKurd
Sedema navdarbûnêKuştina wî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Oxir Kaymaz, zarokekî kurd bû ku ew û bavê wî Ehmed Kaymaz ji aliyê polêsên Tirkiyê ve li navçeya Qosera Mêrdînê bi êrîşek çekdarî hatine kuştin. Dema ku Oxir hatiye kuştin di temenê 12 saliya xwe de bû û di laşê wî de 13 gule hatine dîtin. Bûyer di 21ê mijdara sala 2004an de li ber derê avahiya wan pêk hatiye. Kuştina Oxir Kaymaz û bavê wî Ehmed Kaymaz ji aliyê parêzgerê Mêrdîn ya dewleta Tirkiyê ve bi daxuyaniyeke wekî "me du terorîstan di pêvçûnê de kuştiye" bi raya giştî re hatiye parvekirin.[1]

Pêvajoya dadgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Polêsên Tirkiyeyê ku Oxir Kaymaz û bavê wî kuştine Mehmet Karaca, Yaşafettin Açikgöz, Seydi Ahmet Dongel û Salih Ayaz bê girtin hatine dadgehkirin û piştre jî bê girtin hatine taloqkirin.[2] Di çarçoveya lêpirsînê de rêvebirê ewlehiyê ya Mêrdînê Kemal Donmez û tevî çend polêsan ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin.[3]

Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Tirkiyeyê bûyera ku lêkolîn dikir anî rojeva meclîsê. Polêsên ku eleqeya wan bi bûyerê re hebûn û ji kar hatine dûrxistin hêj pêvajoya lêpirsînê bidawî nebû carek din dîsa hemî vedigerin li ser wezîfeya xwe.

Di doza ku bi hinceta ewlehiyê li dadxaneya Eskişehirê dihate dîtin parêzer Tahîr Elçî (Tahîr Elçî di sala 2015an de li navçeya Sûra Amedê di dema êrîşa dewleta tirk li hemberê şervanên YPSê bi êrîşa çekdarî tê kuştin) ji ber bi gotina “Em darizandineke bêalî dixwazin” bi hinceta ku wî xwestiye bandorê li darizandineke adil bike, hat sûcdarkirin û der barê wî de doz hat vekirin.[4]

Daxwaza 'Ji nû ve darizandinê' ya di sala 2015an de hatibû kirin, ji aliyê 1em Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ve bêyî hincet nîşan bide hatiye redkirin.[5]

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê bûyerê de biryar daye ku Tirkiye mafê jiyanê binpê kiriye û 65 hezar Euro tazmînata madî û 50 hezar Euro jî tazmînata ne madî daye Makbule Kaymaz; Biryar hat dayîn ku ji bo Emîne Kaymaz 5 hezar Euro, tazmînata ne madî 15 hezar Euro û ji Reşat Kaymaz re jî 5 hezar Euro tazmînata madî bê dayîn.[6]

Piştê bûyerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaredariya Qoserê di 4ê tebaxa sala 2009an de li qada li ser bulvara bi navê Oxir Kaymaz peykerek Oxir Kaymaz çêkiriye ku peyker ji aliyê qeymeqam Ahmet Odabaşi ve ku di sala 2017an de li şaredariyê hatiye tayînkirin, hatiye rakirin.[7] Dayika Ugur Kaymaz Makbule Kaymaz jî di sala 2016an de ji aliyê qeymeqam Ahmet Odabaşi ve bi biryarnameyekê di 21ê mijdarê de ku kurê wê hatibû kuştin ji kar hatiye derxistin.[7]

Cilên ku Oxir Kaymaz ku di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hatibû kuştin ku di dema bûyerê de li wî bû, di sala 2012an de li Muzeya Şermê ya 12ê Îlonê ku her meha îlonê de li Enqereyê ku ji aliyê Federasyona Şoreşgerên 78an ve hatiye vekirin, hatin pêşandan.

Yek ji polêsên bi navê Yaşafettîn Açiksoz a ku piştî bûyerê navê xwe wekê Serdar Gokbayrak guhertibû ku bi kuştina Oxir Kaymaz re eleqedar bû di pevçûna ku di dema hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de derketibû li Stenbolê di dema ku li ser kar bû hatiye kuştin.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Google Pirtûk (bi tirkî). Human Rights Watch.
  2. ^ "Kesên Ugur Kaymaz û Bavê Wî qetil kirin hatin taloq kirin". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ ÖZTÜRK/ANKARA, Saygı (14 gulan 2005). "Teşwîqkirina midûrê ku ji bo bûyerên Qoserê tên sûcdarkirin ji kar hatin dûrxistin". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ "Jibo parêzger Kaymaz doz hate vekirin - Evrensel.net". web.archive.org. 28 îlon 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2016. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Ji bo doza Ugur Kaymaz ku daxwaza ji nû ve darizandinê dihe xwestin hate red kirin". CNN TÜRK (bi tirkî). 11 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.
  6. ^ Ji bo kesên ku Oxir Kaymaz kuştine li Tirkiyeyê taloq li DMME’yê ceza hat dayîn. "Uğur Kaymaz: Türkiye'de Beraat, AİHM'de Ceza". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.
  7. ^ a b "Qeymeqamê tayînkirî peykerê Oxir Kaymaz rakir". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 6 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.
  8. ^ Navê polîsê ku Oxir Kaymaz kuşt li navê ser derbasbûnê hate dayîn (10 sibat 2017). "Uğur Kaymaz'ı öldüren polisin adı üstgeçide verildi". web.archive.org. Ji orîjînalê di 10 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2023.