Kubîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kubîzm an Qebaregerayî, bizaveke wêjeyî û wênesaziyê ye. Kubîzm, yekem car wekî fêrgehek şêwekarî û peykertiraşî li destpêka çerxa 20 peyda bûye. Di vê hunerê da, babetên tabloyan bi şêweya endazeyî bê berçavgirtina ketwarî dihate çêkirin, Kubîztan zêdebarî cextkirkna şêweya razber(tecrîdî) li ser kîstên elementên din ku şeşpalo(muke''ebat) û şêweyên mexrutî yên di nav hev de derbasbûyî, zelal bikar diînan.

Ev şêwaz ji alîyê Pablo Pîkaso (1881- 1973) û Corc Brak (1881-1963) li Parîsê navbera salê 1907-1914 hatiye danan û tabloya "Delalîkên/Xanimên Avinyonê" bi Franseyî - Les Demoiselles d'Avignon- a Pîkasoyî bi yekem bizava Kubîzmê tête hijmartin.

Kubîzm di hunera şêwekariyê da eqlaniyet bû, ew rolê ku hest û giyan di Empresyonîzm û Fovîzmê û hunera Derbirînxwaziyê da didît, di Kubîzmê da eql dihate dîtin.

Giyom Epolînêr (1881-1918) yekem hozanvan bû ku di biyavê wêjeyî da berî şerê cîhanê yê yekem ev bizav înaye nava edebiyatê da.[ Jêder: Erşed Hîto...Dadayîzm di hozana nûxwaza Kurdî da, Zêdeker: înstagram @usibe_bemal]

Di sedsala 20an de li Fransayê wekî bizaveke wênesaziyê derdikeve holê, dûv re bandora xwe li wêjeyê jî dike. Di hêla Pablo Picasso de gelekî pêşve diçe. Li gorî hunermendên kubîst, mirov divê dinyayê baş bişopînin û wê baş nas bikin. Dixwazin ku têbigihine wateya bûyerên biçûk û di wan bûyeran de dixwazin ji tiştên xuyayî zêdetir tiştên veşartî bibînin û derbixine holê. Kubîstan zêde giringî nedane teşeyê û ji wê dûr dikevin. Bala xwe li ser tiştên nû re vekirî dihêlin.

Hinek nivîskarên bijarte yên bizava kubîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Apollinaire (1880-1918), Max Jacob (1876-1944), Jean Cocteau, Blaise Cendrars.