Pablo Picasso
| Director of Museo del Prado (d) | |
|---|---|
| - | |
Ramón Pérez de Ayala (en) Fernando Álvarez de Sotomayor y Zaragoza (en) | |
| Rêveberê mûzeyê (d) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Château of Vauvenargues (en) |
| Navê jidayikbûnê |
Pablo Diego José Francisco de Paula Juan Nepomuceno María de los Remedios Cipriano de la Santísima Trinidad Ruiz y Picasso |
| Nasnav |
Pau de Gósol |
| Hevwelatî | |
| Cîwar | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
Wênesaz, peykervan, printmaker, koreograf, seramîkvan, poster artist, illustrator, wênegir, costume designer, sêwirîner, sêwirînera/ê cewheran, hunermendê grafîk, architectural draftsperson, muralist, assemblage artist, collagist, dekoratorê şanoyê, draftsperson, senaryonivîs, hunermendê dîtbarî, helbestvan, pastellist, etcher, lîtograf, watercolorist, theatre designer, drypoint engraver, stage painter, lino cutter |
| Bav |
José Ruiz y Blasco (en) |
| Dê |
María Picasso (d) |
| Xwişk û bira |
Dolores Ruiz Picasso (d) |
| Hevjîn | |
| Zarok | |
| Xizm |
José Vilató Ruiz (d) (biraza-xwarza) Javier Vilató (d) (biraza-xwarza) Xavier Vilató (d) (great-nephew) Marina Picasso (en) (granddaughter) Pablito Picasso (d) (neviyê kur) Bernard Ruiz-Picasso (en) (neviyê kur) Florian Picasso (en) (kurê neviyê kur) Diana Widmaier Picasso (en) (granddaughter) Jacob Vilató (d) (great-nephew) Joan Vilató i Gómez (d) (brother-in-law) Jaime Vilato-Ruiz (d) (biraza-xwarza) Jasmin Picasso (d) (neviyê kur) |
| Qadên xebatê | |
| Partiya siyasî |
Partiya Komunîst a Fransî (en) |
| Endamê | |
| Tevger |
Kubîzm, Surrealîzm, Post-impressionism (en) |
| Xwendekarê | |
| Représenté par | |
| Partenaire commercial |
François Hug (d) |
| Şêweyên hunerê | |
| Bandorbar | |
| Xelat |
Lenin Peace Prize () Honorary doctor of the University of Paris 1 Pantheon-Sorbonne (d) () |
Pablo Ruiz Picasso[1] (jdb. 25ê çiriya pêşîn 1881an - m. 8ê nîsana 1973an) wênesaz, peykersaz, çapker, seramîkîst û sêwiranerê şanoyê yê spanî bû ku piraniya jiyana xwe ya mezin li Fransayê derbas kir.
Ew yek ji hunermendên herî bibandor ê sedsala 20an e, ew bi hev-damezrênerkirina tevgera kubîst, dahênana peykerên çêkirî,[2] hev-îcadkirina kolajê, û ji bo cûrbecûr şêwaz tê zanîn, ku wî alîkariya pêşkeftin û lêkolînê kir. Di nav berhemên wî yên herî navdar de Les Demoiselles d'Avignon a proto-kubîst (1907), û tabloya dijî şer Guernica (1937), wêneyek dramatîk a Guernica ye, bajarê ku ji hêla hêzên hewayî yên alman û îtalî ve di dema Şerê navxweyî yê Spanyayê de dihate bombebarandin.
Picasso di salên xwe yên destpêkê de jêhatîbûna hunerî ya awarte nîşan da, di zarokatî û xortaniya xwe de bi rengekî xwezayî xêz dikir. Di dehsala yekem a sedsala 20an de, şêwaza wî guherî dema ku wî bi teorî, teknîk û ramanên cûda ceribandin. Piştî sala 1906an, xebata Fauvist a hunermendê piçekî kevintir Henri Matisse, Picasso teşwîq kir ku şêwazên radîkaltir bikole, lewra ew dest bi hevrikiyek fêkî di navbera her du hunermendan de kirin, yên ku paşê bi gelemperî ji hêla rexnegiran ve wekî serokên hunera nûjen dihatin hev kirin.
Karê Picasso bi gelemperî di serdeman de têne dabeş kirin. Navên gelek serdemên wî yên paşîn têne nîqaş kirin, di nav wan de demên herî gelemperî yên ku di xebata wî de têne pejirandin Serdema Şîn (1901-1904), Serdema Gulê (1904-1906), Serdema bi bandor a Afrîkayê (1907-1909), Kubîzma Analîtîk (1909-1912), û Kubîzma Sentetîk (1912-1919) ne, Serdema Kubîzma Sentetik wek serdema Krîstal jî tê binavkirin. Piraniya xebatên Picasso yên dawiya salên 1910an û destpêka salên 1920an bi şêwazek neoklasîk in û xebata wî ya di nîvê salên 1920an de bi gelemperî taybetmendiyên surrealîzmê hene. Xebata wî ya paşîn bi gelemperî hêmanên şêwazên wî yên berê tevdigere.
Picasso di dirêkiya hemû jiyana xwe de, bi taybetî bi serfirazî, ji ber serkeftinên xwe yên hunerî yên şoreşgerî navûdengek gerdûnî û dewlemendiyek mezin bi dest xist û bû yek ji kesayetiyên herî naskirî yê hunera sedsala 20an.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Cabanne, Pierre (1977). Pablo Picasso: His Life and Times (bi îngilîzî). Morrow. r. 15. ISBN 978-0-688-03232-6.
- ^ Lyttle, Richard B. (1989). Pablo Picasso: The Man and the Image (bi îngilîzî). Atheneum. r. 2. ISBN 978-0-689-31393-6.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Pablo Picasso de hene