Kufteya Sînemiliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kufteya Sînemiliyan kufteyek ji pêjgeha kurd e. Ji ber ku di nava êla Sînemiliyan de nav daye, navê xwe girtiye. Xwarineke herêmî ya Gurgum, herêmên kurdan ên li ber perê Deryaya Navîn dijîn e. Bo mînak li Îskenderûnê navdar e.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 200 gr kixse yan heger nîne pîvaz
  • 100 gr gizêra teze
  • Pelê bendikê (kerewîz)
  • 1 serî bendik
  • 800 gr merge (ava bacanê sor)
  • 7 kevçî rûnê zeytê
  • 4 dendik sîr
  • 80 gr kakilê gûzê
  • 80 gr fringiya (tomatos, bacanê sor) hişkkirî
  • Îsota reş û xwê (xwê li ser daxwazê ye, xwêya zêde ziyanê dide tenduristiyê)
  • Hinekê nanê tostê (1-2 kerî)
  • Nîv baq bexdenûs
  • Çend ta an baqek merzekew
  • 4 heb fîleta ançûezê (pelaxtina goştê masiyan, bo mînak a kîlkeyê)
  • 500 gr goştê kişandî yê golikê
  • 1 hêk
  • 5-6 kevçî rûnê ron

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pelên bendikan bişon, ziwa bikin û hûrane hûrbikin. Gizêr û bendikan amade bikin û li makîneyê bixin. Qalikê fringiyan bigirin, ava wan bidarivînin, têxin badiyekê û hûrbikin.

Pîvazên xwe hûr bikin, nîvê wê jê veqetînin, 2 dendik sîra kutayî, gizêr, bendik û firingê di nava 4 kevçî rûnê zeytê de biqijilînin. Ava fringiyan tevlî bikin, îsota reş (an cureyekê din) bixinê, bi qasî nîv katjimêrî (30 deqe) di agirê nizm de bipijînin.

Gûzên xwe û fringiyên xwe hûrbikin. Pîvazên mayî, sîr û gûzê di nava 3 kevçî rûnê zeytê de tevdin. Nanê tostê bipişirînin û di makîneyê de bikişînin. Bexdenûs, merzekew û ançûeza xwe jî hûr bikinê.

Goştê kişandî, hêk, nanê tostê li makîneyê xistî, frîngiyê hişkkirî, têkela gûzê, bexdenûs, merzekew û ançûezê bistrên, xwê û îsota reşê pê werbikin.

Ji vê têkela goştê kişandî 16 girikan amade bikin. Di rûnê qijilandî de û di agirê normal de biqijilînin.

Kufteyên xwe bi germî daynîn ser sosa fringiyê, serê wan bi pelên bendikê bixemilînîn û bo xwarinê bînin ser dextexaneyê (sifreyê).