Gurgum

Gurgum
Kahramanmaraş
Gurgum li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gurgum
Gurgum
Gurgum (Tirkiye)
Gurgum li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gurgum
Gurgum
Gurgum (Bakurê Kurdistanê)
Kahramanmaraşkurd.png
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mereş (parêzgeh)
Demografî
Gelhe 412.252 (2010)
Erdnîgarî
Bilindayî 570
Koordînat 37°35′7″Bk 36°55′36″Rh / 37.58528°Bk 36.92667°Rh / 37.58528; 36.92667
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Malper www.kahramanmaras.bel.tr
Wêne
Kahramanmaraş.jpg

Gurgum (bi tirkî: Kahramanmaraş) bajarekî parêzgeha Mereşê ye li Bakurê Kurdistanê.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çavkaniyên asuriyan de navê herêmê wek "Gurgum" derbas dibe, navê bajêr jî "Markasî" bû.[çavkanî hewce ye] Di dema romayiyan de nav wek "Gemanike" ji hatiye bikar anîn.[çavkanî hewce ye] Di dema îslamiyetê de nav wek Mereş ("Maraş") hatiye guhertin.[çavkanî hewce ye] Navê îro yê parêzgehê hê jî Mereş e.

Nav ji alî tirkan ve di sala 1973an de jî wek "Kahramanmaraş" hat guhertin.[çavkanî hewce ye]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî zayînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1460 - 1200 Dema hîtîtiyan
  • 660 - 612 Dema asûriyan
  • 612 - 550 Dema medan
  • 550 - 332 Dema persan

Piştî zayînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 17 - 395 Dema romayiyan
  • 395 Dema bîzansiyan
  • 632 Dema ereban
  • 650 - 1103 Herêm ji alî desthiladarî pir caran di navbera ereb û bîzansiyan de dest diguhere.
  • 1103 Dema selçûqiyan
  • 1399 Dema osmaniyan
  • 1978 Komkujiya Mereşê

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 27° 11´ û 38° 36´ bakûr û merîdyenên 36° 15´ û 37° 42´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê û Meletyeyê ve, li rojava bi Edenê (Tirkiye) ve, li başûr bi Entebê ve û li rojhilat jî bi Semsûrê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pivana erda bajar 14.327 km² ye. Ji vî erdî 59,7% ji çiyan, 16,3% ji deshtan û 24,1% jî ji platoyan pêk tê.[çavkanî hewce ye] Li herêmê tene, ceh, nok, fasûlye, pembo, îsota sor, kixsên shekir û fêkî tên çandin.

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îklîma herêmê nîvê reşayî û nîvê behrasipî ye. Havînan germ û zuha, li zivistanan jî sar derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê herî bilind ê herêmê Nûrhaq e (3.081 m). Berit (3.014 m), Engizek (2.815m) û Axir (2.301 m) çiyayên din ên herêmê ne.

Deşt û zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyarêzên Torosê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li çiyarêzên Torosê bilindbûna platoyan digihîje 2.000 metreyî.

Deşta Albistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjbûna wî 50 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht di navbera çiyayên Nurhaq, Engîzek û Binboxa de ye.

Deşta Meraşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjbûna wî 40 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Deşt li başûrê bajêr e.

Geliyên Ceyhan û Aksû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Geliyên Ceyhan û Aksû yên herî mazin ên li herêmê ne.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Ceyhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji dora çiyayên deşta Albistanê dertê. Di nav hudûtên Edenê de diherike Behra Sipî.

Çemê Aksû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaxekî çemê Ceyhanê ye û li ser çemê Aksûyê jî bendava Qartalkaya û gola Qartalkaya hatine çêkirin

Çemê Çelkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li çiyayên Nûrhaqê qertel û baz hene. Ruvî, gur, kew û kewroshk jî li herêmê hene.

Gelheya navçeyên bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navend 574.571

Navçeyên Navend

Tevahiya gelhê herêmê (tevlî gundan) 1.463.291 e.[çavkanî hewce ye]

Tevahiya gelhê herêmê 1.075.706 (2013).[çavkanî hewce ye]

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê ji bin erdê hesin, lînyît, boksît û manganez dertê.[çavkanî hewce ye]

Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî tebîatê ve dewlemend e. Pir ciyên seyranan hene, wek Çinar, Kapiçam, şikeftên Dongele û Firniz. Germavên wek Cela, Zeytûn û Dongele ji ciyên vehêsanê ne ji bo gel.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê kurdî yê Gurgumê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê kurdan gelek dewlemend e û herweha gelek zarav û devok hene. Devoka Gurgumê endamê zaravê kurmancî ye.[1]

  • Kî nixwaş a neya (nêr)
  • Kê nixwaş a neya (mê)
  • Az nî birçî ma (nêr)
  • Az nê birçî ma (mê)
  • Xwârin (dema îro)
    • ji bo keç/jinan (mê): Azê daxwama, Tê daxwa, Awê daxwa
    • ji bo xort/mêran (nêr): Azî daxwama, Tî daxwa, Awî daxwa


Minakên bi devoka gurgumî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devoka gurgumî Kurdiya standard
Az ez
atê/dî de/dayik
boron baran
çov çav
fara fire
fîlor/pêlik pêlav
gir mezin
gurik gore
hêşin şîn
mari lêzim / xêzan
monga çêlek
niwon mêvan
poş îni şemi
tawobûn xelas bûn
zohrik zarok

Dîn û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa herêmê mislim in û ji mezhebên elevî û sunnî pêk tê. Kurd û tirk nifûsa herêmê teşkîl dikin.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarinên herêmî yên pirtir tên xwarin, kutilkên dagirtî, qawûrma di sêlêde û çemen e.

Şorba legen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevîr bi goşt û pîvazên sorkirî tê lihevxistin. Pişt re di siniyek de tên rêzkirin. Saca sorkirî tê serê û tê çêkirin.

Dondirma Mereşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mereş bi dondirma xwe yê taybetî li dinyayê bi nav û deng e.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilam palto yên kin ku ji rê dibêjin "sako" li xwe dikin. Di bin de şalwar li xwe dikin. Di serî de kefî tê girêdan. Di nigan de jî qondere yan jî cîzme heye.

Jinên pîr du kefiyan bi tacek re li serê xwe girê didin. Keçên ciwan porê xwe girê nadin û kefî yê jî wek şerîdek li serê xwe girê didin. Fîstanek ku ji re dibêjin fermene (cepken) li xwe dikin. Derpiyek ku ji re dibêjin konçek (don) li xwe dikin. Di nigan de jî, qonderên rengîn û pêlavên lastîk hene.

Navdarên bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. http://www.bianet.org/bianet/sanat/142104-babamin-sesi-ve-maras-kurtcesinin-trajedisi (li gora "Mazlûm Dogan, ji reportaja "Babamın Sesi ve Maraş Kürtçesinin Trajedisi")