Kufte
Kufte (bi farisî: کوفته , lat. kufteh, bi yewnanî: Κεφτές, lat. keftes, bi erebî: كفته, lat. kufta) navê komeke xwarinan e. Di pêjgeha kurd de xwedî cihekê mezin e. Bi taybetî li Meledî, Sêwas, Ezirgan, Gurgum, Riha û Dîlokê bi sedan cureyên kufteyê tên xwarin.
Ji Balkan heya Hindistan, ji cîhana ereban heya Spanyayê kufte bi heman navê tê binavkirin û xwarin.
Li hin deverên Kurdistanê bi navê kutilk tê binavkirin lê kutilk navê cureyekê kufteyê ye, ne navê hemiyan.
Bingeha navê wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bêjeya kutinê tê. Di hin devokên kurdî de lêker bi tîpên +f, +v tên dirêjkirin. Bo mînak serketin-serke(f)tin, ketin-ke(f)tin an ke(v)tin.[çavkanî hewce ye]
Ji ber ku kufte ji kutana, kutandina dan û berkeliyên din tê çêkirin, jê re gotine: kutin-kuftin-kute-kufte. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin lê gelek aşkera ye ku ev xwarin ji gelên îranî (fars, kurd ûêd) belav bûye.
Di salên 1960-1970'yî de bi milyonan romî (tirk) bo xebatê li Ewropa bicih bûn. Ji ber wê tevahiya xwarinên kurd, fars, ereb û asyayê niha li Ewropa wekî "xwarinên tirkan" tên binavkirin.
Hin kufteyên sereke yên aşpêjxaneya kurd
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kutilka dîlanê (him kufte ye, him jî kutilk)
- Kufteya Evdîgor
- Keçika dê
- Ecîn
- Pirrezîz
- Pirrlezîz
- Qopo
- Karkuj
- Kufteya bi cacix a Dîlokê, zazkufte, caciqkufte
- Kufteya xav
- Kuftetirş, kufteya tirş, a Mêrdînê, a Melediyê ûêd
- Xilolika Amedê,
- Liklikî, yan liklikkufte, kufteya Rihayê ya bi gûzê
- Kolostîk, kolosdîk
- Kufteya Sînemiliyan
- Poxînk, poxînkufte (kufteyên hûrik, bi sîrê yan bêsîr)
- Poxînka sîrî
- Sênîkufte, kufteya sêniyê ya Dîlokê
- Tepetep, tepetepa Sêrtê
- Hecî Zembûr, kufteya zembûrê ya Semsûrê
- Kolostîko mastîko, kolostîko bi mastê (ji Semsûrê)
- Kufteya hêkê, kufteya bi hêkê, kufteya Norxanê (li Riha û Sêwasê navdar e)
- Kufteya rostoyê
- Kufteya ardikê, kufteya bindanê
- Îzmîrkufte, kufteya balkanî
- Înegolkufte
- Kufteya siyaleyê
- Kufteya kartolê, (bi siyaleyê ya bêî wê)
- Kufteya sîrê
- Kufteya pîvazê
- Kufteya mast û savarê
- Darûziyafe
- Kufteya nîskê
- Kufteya Norxanê
- Kufteya tirîdê (bi taybetî ya Melediyê)
- Kufteya Xarpêtê
- Kufteya Tewrêzê
- Kufteya kelemê
- Kufteya Azerbaycanê
- Kufteya sebzeyê (bi dehan cureyê wê hene)
- Kufteya penîrê (bi dehan cureyên wê hene)
- Hesenpaşa
- Cîzûbiz
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |