Kulîçeya Hewlêrê
Kulîçeya Hewlêrê, kulîçeya Kerkûkê, kulîçeya Soranan navê kulîçeyeke kurdî ye. Pirranî li başûrê Kurdistanê tê xwarin. Cudatiya wê û kulîçeya Şingalê nîne, tenê kulîçeya Şingalê şîrîntir e ya Hewlêrê jî bo tenduristiyê û nexweşên diyabetîkê baştir e.
Berkeliya kulîçeya Hewlêrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xwê (solin)
- 350 gr ard (arvan)
- 100 gr rûnê nivîşkî
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) hevîrtirş an toza hevîrê bel dike
- 100 ml şîr
Bo dagirtinê;
- Darçîn
- 150 gr gûz
- 150 gr şekir
- Kajîle (hêl, latînî: Elettaria cardamomun)
- 100 gr gûza hindê (nargîl, latînî: Cocos nucifera)
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hevîrê xwe bi şîr, hevîrtirş, xwê, rûnê nivîşkî bistrên. Di cihekê hênik (ne germ) de bidin rawestandin. Heya hevîrê dibe, hûn dikarin têkela bo dagirtina hundirê kulîçeyan amade bikin.
Gûza hindê ya li rêşkerê hatiye xistin, darçîn. şekir, kajîleyê tevdin. Pêçandina kulîçeyan divê di dirûvê boxçeyan de be. Têkelê bixin navê û wekî xingalê amade bikin. Rûn û hêkê bi firçeyekê li rûyê kulîçeyan bidin. Di pileyeke normal de, di firneyê de bi qasî 10-15 deqeyan bipijînin.
Baldar bin, hin firne hilmê didin der, zî dipijînin û dikarin bişewitînin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |