Lêkdana coteduregbûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di lêkdana coteduregbûnê de guhaztina du sîfetên cuda tê çavderîkirin.

Lêkdana di navbera du bavanên yekreg ên bi rûxsarên cuda bo du sîfetan, wekî lêkdana coteduregbûn (bi înglîzî: dihybrid cross) tê navkirin.[1]

Di lêkdana coteduregbûnê de bomaweya du sîfetên cuda tê çavderîkirin.[2] Ji bo lêkdana coteduregbûnê, du lêkdan tên sazkirn. Di qonaxa yekem de bavanên yekreg ên bi rûxsarebabata zal û bezîw tên lêkdan. Ji lêkdana yekem weçeyên dureg ên bi rûxsarebabeta zal peyda dibin. Lêkdana duyem di navbera weçeyên yekem ên dureg de rû dide. Weçeyên yekem bi perîna xweyî tên cotkirin bo bidestxistina weçeyên duyem(F2).

Xebatên li ser lêkdana coteduregbûnê, cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hatin birêvebirîn. Mendel di xebatên xwe de ji heft sîfetên polkeyê her carê du sîfet bi kar anî. Di xebatên Mendel de bavan ji bo herdu sîfetên diyarkirî yekreg bûn lê rûxsarebabetên bavanan ji bo herdu sîfetan ji hev cuda bû.[3] Ango Ji bo herdu sîfetên diyarkirî, bavanek yekreg û bi rûxsarebabeta zal bû, bavanê din, yekreg û bi rûxsarebabeta beziw bû.

Wekî mînak, ji bo çavderîkirina çawaniya guhaztina sîfetên rengê tovê û rûyê tovê di riwekên polkeyê de, Mendel polkeya yekreg a tovê wê zer (tovzer) û rûyê tovê wê lûs (tovlûs), bi polkeya yekreg a tovê wê kesk (tovkesk) û rûyê tovê wê qurmiçî (tovqurmiçî) ve lêk da.[4]

Bomawebabeta riweka tovzer û tovlûs (AABB), bomawebabeta rîweka tovkesk û tovqurmiçî jî (aabb) ye. Ji riweka bi rûxsarebabeta zal, yek cor gamet (AB) peyda dibe . Ji riweka bi rûxsarebabeta bezîw jî yek cor gamet (ab) peyda dibe.

Bi pîtîna gametên AB û ab, weçeyên yekem (F1) peyda dibe. Mendel dît ko hemû weçe bi rûxsarebabeta zal a tovzer û tovlûs bûn. Mendel têgihîşt ko bomawebabeta wan AaBb ye, ango hemû weçeyên yekem ji bo herdu sîfetan jî dureg bûn.[5]

Mendel tovên weçeyên dureg çand û di polkeyên nû de perîna xweyî rû da. Li gor qanuna cudabûnê (bi înglîzî:law of segregation ), ji bo weçeyên duyem (F2) her gamet li gel allela (A) an (a), allela (B) an jî (b) lixwe digire. Loma di lêkdana duyem de ji bo çêbûna weçeyên duyem, ji her bavanek AaBb, çar cor gamet (AB,Ab,aB,ab) peyda dibe.[5] Allelên F2 bi 16 awayên mimkin dikarin werin cem hev.[2]

Mendel bi taqiyên lêkdana coteduregbûnê, ji bavanên du rûxsarebabet, di weçeyên duyem (F2) de tovên bi çar cor rûxsarebabet bi dest xist. Rêjeya rûxsarebabetên tovan: 9 lûs û zer : 3 lûs û kesk : 3 qurmiçî û zer : 1 qurmiçî û kesk bû. Ango dema bala xwe bidî rûxsarebabetên herdu sîfetan, encam wekî mîna lêkdana tekeduregbûnê ye, ji bo her sîfetek rêjeya rûxsarebabet dîsa 3 :1 e.[6]Ji vê ceribandinê, mendel dît ko di weçeyên F2 de neh bomawebabetên cihêreng hene ko bi rêjeya 1 AABB: 2 AABb: 1 Aabb: 2 AaBB: 4 AaBb: 2 Aabb: 1 aaBB: 2 aaBb: 1 aabb pêk tên. Mendel heman taqîkirinê bi cotên hemû sîfetên din ên riweka polkeyê jî kir. Her carê, cihêbûna sîfetan di weçeyên duyem (F2) de, bi rêjeya rûxsarebabeta 9:3:3:3 rû dida.[5]

Di weçeyên duyem de (F2) du rûxsarebabetên nû peyda bibû. Rûxsarebabeta tovzer û tovqurmiçî û rûxsarebabeta tovkesk û tovlûs. Ango her sîfet serbixwe hema mîna lêkdana tekeduregbûnê (bi înglîzî: monohîbrîd cross) allalên xwe diguhezîne weçeyan. Allelên rengê tovê û allelên rûyê tovê bi awayekî serbixwe dabeşê gametan dibin.[7] Guheztina allelan bo sîfatek, bandor li ser guhaztina allelên sîfeta duyem nake.[4]

Zanyariyên ko Mendel ji taqiyên lêkdana coteduregbûnê bi dest xist, îro wekî qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment) tê zanîn.

Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko, her cotek allelên kromozomên lêkçû, ji bo diristbûna gametan di qonaxên metefaz û anafaza yekem a dabeşbûna miyozê de, bi awayekî serbixwe tên hemberê hev û ji hev cihê dibin.[8] Dabeşkirina serbixwe ya allelan dibe sedema çêbûna çeşîddariya bomaweyî di navbera nifşên nû de.[9]

Îro em dizanin ko rêjeya rûxsarebabeta 9 : 3 : 3 : 1 ya lêkdana coteduregbûnê bi hebûna sê şertan rû dide.[10]

1. Divê bavan ji bo sîfetên diyarkirî dureg bin.

2. Divê di navbera allelên sîfetên diyarkirî de zalbûn û bezîwbûn hebe.

3. Divê herdu sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî, divê ev herdu sîfet bi têra xwe ji hev dûr bin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  5. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  7. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  8. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  10. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press