Miyoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Miyoz, dabeşbûna miyozî an jî kêmedabeşbûn (bi grekî: meiosis) corek ji dabeşbûna xaneyê ye ko di makexaneyên hêk, sperm û sporan de rû dide[1].

Dabeşbûna mîyozî û pîtandin du bingehên serekî ne bo pirbûna zayendî[2]. Ji bo pirbûna zayendî pêdivî bi xaneyên herdu zayendê (ner û mê) heye. Ango divê xaneya hekê bi ya spermê vê were pîtandin. Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtandin tê navkirin. Her çiqas wêçe ji yekbûna navikên du xaneyan pêk were jî, hejmara kromozomên xaneyên weçeyê ne du qat li bi qasî kromozomên her bavanek e[3]. Xaneya sperm û ya hêkê xaneyên taybet in û wekî gamet tên navkirin. Di laşê mirov de gamet di hêkdanka mêyan an jî di gunên nêran de ji xaneyên gametçêker, bi dabeşbûna miyozî tên çêkirin.

Hejmara kromozomên zîndeweran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di zanista polenzaniyê (bi înglîzî: taxonomy) de koma zîndewerên ko ji bavanên hevbeş peydabûne û dikarin bi zaûzêya nav xwe de, weçeyên nestewr (bi înglîzî: fertile) peyda bikin, wekî cor tê navkirin. Hejmara kromozomên endamên corê heman e. Wekî mînak, hemû mirovên ser erdê corek e (Homo sapiens) û di xaneyên her mirovek de 46 kromozom heye. sîr (Allium sativum) corek riweka bi 16 kromozomî ye. Hirç (Ursus arctos) corek ajala 74 kromozomî ye. Her wekî di van mînakan de hatiye nîşankirin, hejmara kromozomên her corek taybet e ji bo hemû endamên koma wê corê û di nifşên nû yên corê de naguhere.

Dabeşbûna miyozî û pîtandin bingeha pirbûna zayendî ye.

Di laşê mirov de li gor erkê xwe,du cor xane heye. Xaneyên laş (bi înglîzî: somatic cells) û xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells). Laşexane bi dabeşbûna mîtozî hejmara xwe zêde dikin, hemû şane û endamên laş ji laşexaneyan pêk te. Xaneyên gametçêker di hêkdank an jî gunên mirov de cih digirin bi dabeşbûna miyozê xaneyên zayendê, ango sperm û hêk çê dikin.

Di laşexaneyan de (xaneyên laş) komeleya kromozom cot in. Cota kromozoman, wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyê ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in[4]. Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê[2]. Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Bi eslê xwe di xaneyê de li gor şewe, dirêjî û zanyariyên bomaweyî 23 cor kromozom an jî 23 kromozomên homolog heye. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneyê de ji her corek kromozom cotek hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin, ango laşexane kromozomên cot komeleyî lixwe digire[5].

Di pirbûna zayendî de, ji bo hejmara kromozomên weçeyê neguhere, sabît bimîne, pêşî kromozomên xaneyên gametçêker ên sperm û hêkê bi dabeşbûna miyozê dadikeve nîve.

Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin. Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne û taybet in bo pirbûna zayendî. Di xaneyên haploîdî de koma kromozoman ne bi cot lê tek in. Ango gamet kromozomên homolog lixwe nagirin. Wekî mînak gametên mirov 23 kromozom lixwe digirin û wekî n= 23 tên nîşankirin. Ango koma kromozomên sperm an jî hêk kromozomên tek komeleyî lixwe digirin, .

Heke sperm û hêk ji komeleya cot kromozoman pêk bihata, piştê pîtandinê, wê hejmara kromozomên weçeyê ducar biba. Wekî mînak, xaneyên hespan 64 kromozom lixwe digirin. Makexaneyên hêk û spermên hespan jî her wekî xaneyên laş 64 kromozom lixwe digirin. Heke li makexaneyan de miyoz rû nedeya û makexaneya spermê bi makexaneya hêkê ve hatiba pîtandin, wê gavê zîgotek bi 128 kromozomî peyda dibû. Ango ji hesp û mehînek 64 kromozomî, caniyek 128 kromozomî peyda dibû. Helbet tu car tiştek wisa nabe, hejmara kromozomên her zîndewerek taybete bo cora wê û neguhêrbar e. Ango divê kromozomên caniyê (weçe) jî wekî mîna bavanê xwe 64 kromozom bin[6].

Di pirbûna zayendî de, ji bo hejmara kromozomên weçeyê neguhere, sabît bimîne, pêşî kromozomên xaneyên gametçêker ên sperm û hêkê bi dabeşbûna miyozê dadikeve nîve[2].

Bi dabeşbûna miyozî kromozomên homolog ji hev cihê dibin her ferekê ji cota homologan diçe xaneyek, bi vî awayê ji xaneya dîploîdî xaneyên haploîdî peyda dibin. Ango bi dabeşbûna miyozî kromozomên makexaneyê dadikeve nîvê, loma dabeşbûna miyozî wekî kêmedabeşbûn jî te navkirin. Gamet ji van xaneyên haploîdî çê dibin. Bi dabeşbûna miyozî, ji makexaneyek çar xane çê dibe, lê ev her çar xane ne kopyayên hev in ji hêla bomaweyî ve ji hev cuda ne. Di hêkdankên mirov de makexaneyên hêkê yên bi 46 kromozomî hene. Lê makexaneya hêkê bi dabeşbûna miyozî hêka bi 23 kromozomî çê dike. Loma xaneya hêka mirov bi 23 kromozom e. Herwisa li gunan de makexaneyên spermê 46 kromozomî ne, bi dabeşbûna miyozî ji her makexaneyê çar spermên bi 23 kromozozmî peyda dibe.

Dema dabeşbûna miyozî li cem zîndeweran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Berevajiyê mîtozê, dabeşbûna miyozî bi dirêjiya jiyana zindeweran de an jî di hemû xaneyên wan de rû nade. Wekî mînak, di xaneyên zarokan de miyoz rû nade, lê kengê zarok gihîşt 12-14 salî û balix bû, dabeşbûna miyozî jî dest pê dike. Ango miyoz di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de dest pê dike, ji bo jinan, hetanê dema menapozê, ji bo mêran jî heta dawiya jiyanê didome. Ev rewş jo bo ajal û riwekan jî wisa ye, lê dema gehiştîbûna ajalan li gor her corên ajal corbicor ê. Wekî mînak, miyoz di laşê hespê bi temenê 12-15 mehî, pezê 5-7 mehî, gayê 6-12 mehî de dest pê dike. Kulîlk endama zayendî ya riwekên kulîlkdar e. Bi gelemperî dema biharê, riwekên kulilkdar, kulilikên xwe vedikin ,bi bişkivina kulîlkan, dabeşbûna miyozî jî rû dide. Ango di kulîlkên riwekan de miyoz bi gelemperî salê carek rû dide.

Miyoz coreyek dabeşbûna xaneyên navikrasteqîn (bi înglîzî:eukaryotic cell ) e. Bi dabeşbûna miyozî ji makexaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî (gamet) tên çêkirin. Di tevahiya miyozê de ADN (asîda deoksîrîbonukleyî) carek duhende dibe, sîtoplazma û navik du car dabeş dibin. Dabeşbûna miyozî ji du qonaxên serekê pêk tê; Miyoz I ( Miyoza yekem) û Miyoz II (miyoza duyem) . Ev herdu qonaxên sereke jî, qonaxên profaz, metafaz, anafaz û telofazê lixwe digirin. Qonaxa înterfazê di destpêka qonaxa miyoza yekem de heye lê di miyoz II de tune.

Miyoz I[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Qonaxa înterfazê (Qonaxa navber)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Berê dabeşbûna miyozî, makexaneya hêkê an jî ya spermê di qonaxa navberê de ango înterfazê da ye. Înterfaza miyozî, mîna ya mîtozî ye. Qonaxa înterfaz ji sê jêrqonaxan pêk tê; G1,S, G2[7].

Di qonaxa G1 de makexane gir dibe, di xaneyên ajalan de sentrîol duhende dibin. Bi vî awayê du sentrozom çê dibin. Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin.

Di qonaxa S de hemû ADN yên kromatîdan xwe duhende dikin, bi vî awayê mêjera ADN (bi înglîzî:DNA) zêde dibe, û dibe du qat. Ango kromatîdên xwîşk di vî qonaxê de çê dibin. Ber bi dawiya qonaxa interfazê, di qonaxa G2 de makexane bi têra xwe proteîn, enzîm û ATP çê dike, girbûna xaneyê didome, êdî xane ji bo dabeşbûnê amade ye[5].Di qonaxa interfazê de zanyariyên bomaweyî(genetîkî) hê jî bi şiklê kromatînên dirêj û zirav in. Kromatîn di nav navikê de bi qalika navikê dorpêçî ye.

Qonaxa Profaz I (Qonaxa amadehî)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi parçe guherînê, parçeyên kromotîdên nexwîşk ên beramberê hev cih diguherin.

Parzûna navikê dihele û perçê dibe, sentrozom ber bi cemserên xaneyê dilivîn û rîsên teşiyê (bi înglîzî: spindle fiber) çê dikin. Kromatînên mûyokî xwe li ser xwe dipêçin, kurt û stûr dibin. Kromatîn êdî wekî kromozom tên navkirin.

Di qonaxa profaza 1ê de kromozomên homolog tên ba hev û kromatîdên kromozoman xwe li pêşberî hev cih dikin. Bi vî awayê genên allel tên hemberî hev. Ev rewşa cota kromozoman wekî sînapsîs tê bi nav kirin[8]. Ji ber ko  kromozomên homolog duhende bûne, her ferek kromozom 2 kromatîdên xwîşk lixwe digire. Dema cota homolog tên ba hev, pêkhateyek bi 4 kromatîdî çê dibe, ev pêkhate wekî tetrad tê navkirin.Kromatîdên nexwîşk ên her du kromozoman li ser hev ba dibin ev rewş wekî tîpa x tê xuyakirin bi zimanê yewnanî navê tîpa X “kî” ye loma beşa kromatîdên bi awayekî çeperaskî li ser hev direjbûyî, wekî kîazma tê navkirin.Kromatîdên nexwîşk di xala kîazmayê de dihelin û ji kromozomê diqetin. Di vî demê de parçe guherîn (bi înglîzî: crossing over) rû didê. Parçe guherîn di navbera genen allel de pêk tê. Genên allel ên kromotînên nexwîşk bi beramberê hev gen diguherînin[9]. Parçe guherîn yek ji  hokarên sereke ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî ya nifşên nû.

Qonaxa metafaz I (Qonaxa beramberî)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kromozomên homolog li naverasta xaneyê de li ser xêza ekvatorî de bi beramberê hev rêz dibin. Şeweya rêzbûna kromozomên homolog dibe sedema bi çeşîddariya gametan. Sentrozom êdî gihîştine cemseran, di navbera sentrozoman de rîsên teşîyê çê bûye. Her yekê ji kromozomên homolog xwe bi rîsê teşiyê ve girê dide, ev girêdan di xala sentromerê de pêk te. Di heman demê de kînetokorên herdu kromatîdên xweng xwe ber bi heman cemserê ve vedigerînin. Bi vî awayê herdu kînetokor bi yek mîkrotubla kînetokorî (rîsê teşiyê) ve tên girêdan[6]. Ev rewş ji metafaza mîtozê gellek cuda ye. Di qonaxa metafaza mîtozî de ne kromozom, lê her yeka kromatîdên xwîşk, xwe bi risê teşiyê ve girê dide. Ji ber ko di metefaza miyozê de kromozomên homolog li hember hev rêz dibin, di qonaxa anafaz I ê de ne kromatîd, lê kromozom ji hev cihê dibin. Ji cota kromozomên homolog, ferek diçe cemserek, fera din jî diçe cemserê din. Cihêbûna kromozomên bi awayek tesadîfî rû dide, ev rewş wekî dabeşbûna serbixwe (bi înglîzî: independent assortment) tê navkirin[6]. Loma ji miyoza her bavanek, her car gametên bomaweyiya wan piçek ji hev cuda peyda dibe.

Qonaxa anafaz I (Qonaxa cihêbûn)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi dirêjbûna mikrotubulên cemserî, xane jî dirêj dibe. Di destpêka vê qonaxê de her ferek kromozomên homolog ji hev cihê dibe. Bi kinbûna rîsê teşiyê (mîkrotubula kînetokorî) her ferek kromozomên homolog ber bi cemserek dilive. Dabeşbûna mîtozî de di qonaxa anafazê de ne kromozomên homolog, lê kromatîdên xwîşk ji hev cihê dibin. Gava kromozomên bi du kromatîdên xwîşk digihîjin cemseran, dawî bi anafaz I tê. Dawiya qonaxa anafaza yekemê de, hejmara kromozoman dadikeve nîvê[10]. Eger xaneya ko tê de miyoz rû dide, makexaneya gametên mirov ba, wekî mînak, makexaneya hêkê ba, wê gavê 23 kromozomên makexaneyê ji dayik, 23 kromozom jî ji bav dihat. Dema anafaz I de hemû kromozomên dayikê ber bi cemserek, hemû kromozomên ji bav jî ber bi cemsera din naçe. Belavbûna kromozoman li gor rêzbûna wan a di qonaxa metafaz I ê pêk tê. Wekî mînak, dibe ko 8 kromozomên dê û 15 kromozomên bav biçe cemserek, 15 kromozomên dê û 8 kromozomên bav jî biçe cemsera din. Li gel metafaz I ê, ev rewş jî dibe sedema çêbûna gametên ji hev cuda.

Qonaxa telofaz I (Qonaxa kotahî)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di vî qonaxê de di her cemserekî de nîvê kromozomên homolog heye. Her kromozom hê jî ji du kromatîdên xwîşk pêk tê. Rîsên teşiyê hildiweşin û winda dibin. Bi çêbûna qelîştoka dabeşînê, parvekirina sîtoplazmayê (sîtokînez) dest pê dike. Li dora kromozomên herdu alî de parzûna navikê çê dibe. Bi dawiya qonaxa telofaz I ê, sîtokînez diqede û xaneyên haploîdî çê dibin. Di miyoza hin zîndeweran de dibe ko piştî sîtokînezê li dora kromozomên xaneyên nû, parzûna navikê çê nebe û miyoz II dest pê bike[8]. Ev rewş wekî înterkînez bi nav dibe.

Bandora parçe guherînê li ser çeşîddariya nifşên nû de[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

De em bibêjin malbatek bi çar zarok heye. Herçî çar zarok jî ji heman dê û bavê ne, lê zarok kopyayên hev nin în, raste rast naşibin hevdu û bavanên xwe. Sedema ev rewşê, pirbûna zayendî ye. Dema çêbûna gametan de, parçe guherîn li hin kromozoman pêk tê. Hejmara kromozomên wê parçe biguherînin li gor şansê yê. Ango parçe guherîn her car di heman kromozom û navbera heman genan da pêk nayê, loma herçî gamet ji heman kesê çê bin jî naşibin hevdu.

Mînak, ji bo zaroka yekemîn a malbatê de bila makexaneya spermê de parçe guherîn di navbera çar homologan de pêk wêre, bila makexaneya hêkê jî bi pênc kromozomên homolog parçe biguhere û bi pîtîna ev hêk û spermê bila zaroka yekem çê bê. Ji bo zaroka duyem jî ji makexaneyên hêkê û spermê, gametên nû tên çêkirin, de em bibêjin îcar di navbera şeş kromozomên homolog ên spermê de parçe guherîn çê be û parçe guherîna hêkê jî di navbera çar homologên wê de rû bide. Bi pîtandina van gametan zaroka duyemîn çê dibe, îcar ji ber ko rêza genên li ser kromozomên zaroka duyemînê ji ya yekemîn cuda ye, her du zarok allelên piçek cuda lixwe digirin loma jî naşibin hevdu. Ew rewş ji bo hemû zarokên malbatê heman e. Divê neyê jibîrkirin ko xaneyên mirov ne ji 5-6 lê 23 cot homolog lixwe digirin û her cara miyozê de dibe ko navbera gelekî ji van kromozoman da parçe guherîn rû bide.

Bandora sê hokar li ser lêçûniya bavanan heye.

1. Di qonaxa profaz I ê de parçe guherîn.

2. Di qonaxa metafaz I ê de şêweyê rêzbûna kromozomên homolog û di qonaxa anafaz I ê de ji hev cihêbûna van kromozomên homolog

3. Bi tesadûfî pîtandina hêkê ya bi spermê[6].

Bi dabeşbûna mîyozî, ji makexaneyek dîploîdî, çar kaneyên keç ên haploîdî peyda dibe

Miyoz II[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li dawiya miyoz I, ji makexaneya dîploîdî du xaneyên haploîdî çê dibin[10]. Ev herdu xane bi miyoz II dibin çar.

Qonaxa miyoz II ji serî heta dawî wekî mîna dabeşbûna mîtozî rû dide. Lê di pêşiya profaz II de qonaxa înterfazê tune ye. Ango di tevahiya dabeşbûna miyozî de înterfaz û duhendebûna ADNyê carek, sîtokînez du car rû dide[4].

Profaz II[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di qonaxa profaz II de kromatîn xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin. Navikok winda dibe, parzûna navikê perçe dibe.Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev re girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (Cohesin) xwe li hev digirin û êdî wekî kromozom tên navkirin. Li sentrozoman de çêkirina rîsên teşiyê (mîkrotubul) dest pê dike. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin.

Metafaz II[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Sentrozom li her du cemserên xaneyê de cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayê kromozom kintir û qalindtir dibin.Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ tê navkirin. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî (rîsên teşî) yên dijber ve tê girêdan.

Anafaz II[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Mîkrotubulên cemserî ji herdu cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin (rastê hev tên), hevdu tehn didin bi vi awayê xane dirêj dibe. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike. Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk en ji hev qetiyanê, edî wekî kromozom tên navkirin[11].

Telofaz II[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi vî qonaxê ve di nav her xaneyek de du navik çê dibin. Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Mîkrotubulên kînetokorî û yên nekînetokorî (mîkrotubulên cemserî) hîldiweşin. Di nav navikan da navikok cardin çê dibin. Kromatînên badayî yên kromozoman xwe ve dikin û zirav û dirêj dibin. Bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navik peyda dibe. Piştê dabeşbûna navikê dabeşbûna sîtoplazmayê dest pê dike. Bi sîtokînezê, ji her xaneyek haploîdî, du xaneyên haploîdî peyda dibe. Bi dawîbûna miyozê, ji makexaneyêk dîploîdî, 4 xaneyên haploîdî çê dibe. Ev herçar xaneyên keç jî, ji aliyê zanyariyên genetîkî ve ji hev cuda ne[10].

Cudahiyên miyoz û mîtozê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Miyoz Mîtoz
Encama dawî Bi gelemperî çar xaneyên bi nîvê hejmara kromozomên bavan. Du xaneyên kopyayên bavan.
Erk Çêkirina gametan (xaneyen zayendê) bo pirbûna zayendî di zîndewerên navikrasteqînan de.Çêkirina sporan Pirbûna xaneyê, geşbûn, başkirina birînan, pirbûna nezayendî.
Li kuderê rû dide? Hema li hemû navikrasteqînan de (ajal, riwek, karok û pêşenge(protîst)[12][13] di endamên hêkçêker, spermçêker û sporçêker de. Ji bilî xaneyên gamet,di hemû xaneyên navikrasteqînan de
Qonax Profaz I, Metafaz I, Anafaz I, Telofaz I,

Profaz II, Metafaz II, Anafaz II, Telofaz II

Propfaz, Prometafaz, Metafaz, Anafaz, Telofaz
Li aliyê bomaweyî ve kopyaya bavan e? Na Erê
Parçe guherîn (Crossing over) rû dide? Erê, di rewşa asayî de navbera cota kromozomên homolog de rû dide Pir hindik, hema qet.
Cotbûna kromozomên homolog? Erê Na
Sîtokînez Qonaxên telofaz I û telofaz II de rû dide. Di qonaxa telofazê de rû dide.
Veqetîna sentromeran Di qonaxa anafaz I de rû nade lê di anafaz II de rû dide Di qonaxa anafazê de rû dide.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Stein, Wilfred D. , Chow, Christopher , Cooper, John A. , Bernfield, Merton R. , Alberts, Bruce M. , Lodish, Harvey F. , Staehelin, L. Andrew , Slack, Jonathan M.W. , Cuffe, Michael and Laskey, Ronald A.. "cell". Encyclopedia Britannica, 9 Mar. 2021,[1]</. Accessed 14 October 2021.
  2. a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  3. Meiosis. (2021, September 21). Retrieved October 14, 2021, from https://bio.libretexts.org/@go/page/25729</
  4. a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. a b c d Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. Hendersons dictionary of biology Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  10. a b c Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  11. Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  12. Heywood P, Magee PT (adar 1976). "Meiosis in protists. Some structural and physiological aspects of meiosis in algae, fungi, and protozoa". Bacteriological Reviews. 40 (1): 190–240. doi:10.1128/mmbr.40.1.190-240.1976. PMC 413949. PMID 773364.
  13. Raikov IB (1995). "Meiosis in protists: recent advances and persisting problems". Europ J Protistol. 31: 1–7. doi:10.1016/s0932-4739(11)80349-4.