Lêkdana tekeduregbûn
Bomaweya du allelên cuda yên heman sîfetê bo weçeyê, wekî lêkdana tekeduregbûn an jî “lêkdana monohîbrîd (bi înglîzî: monohybrid cross) tê navkirin. Di vê lêkdanê de, herdu bavanên yekem (P1) jî ji bo sîfeta diyarkirî yekreg in.Hemû weçeyên F1ê dureg in.[1]
Monohîbrîd (tekeduregbûn) corek ji duregbûnê ye ko allelên bavanan ji bo yek sîfetek diyarkirî, ji hev cuda ne.[2] Ango ji bo heman sîfetê, rûxsarebabata (bi înglîzî: phenotype) bavanan ji hev cuda ne. Wekî mînak, ji bo sîfeta rengê kulîlkê, rîweka polkeyê yek ji du rûxsaran li xwe digire, kulîlkê hin rîwekan mor, ên hinekan jî spî ye.
Bi lêkdana tekeduregbûnê, zalbûn û bezîwbûna cota allelan tê derxistin. Gregor Mendel rûxsara ko bi lêkdana monohîbrîd de, di nifşa F1ê de xuya dibe, wekî rûxsara zal (bi înglîzî: dominant phenotype) nav lê kir. Rûxsra ko di weçeyên yekem (F1) de veşartî dimîne jî wekî rûxsara bezîw (bi înglîzî: recessive phenotype) nav lê kir.[3]
Ji bo rêbaza lêkdana tekeduregbûnê, pêdivî bi bavanên yekreg heye. Ango ji bo sîfeta diyarkirî, divê allelên bavan ji hev cuda bin lê bavan ji bo wê sîfetê yekreg bin. Lêkdana riweka polkeyê ya kulîlkên mor û yekreg, bi riweka polkeyê ya kulîlkên spî û yekreg mînake bo lêkdana tekeduregbûnê.[4]
Bomawebabeta (bi înglîzî: genotype) kulîlkên mor ên yekreg AA, yên kulîlkên spî jî aa ye. Gametên herdu riwekan jî ji bo rengê kulîlkê tenê yek cor allel lixwe digirin. Gameta kulîlka mor, allela A, gameta rîweka spî jî, allela a lixwe digirin. Bi lêkdana van gametan weçeyên yekem (F1) ên bi bomawebabeta Aa peyda dibin. Ji ber ko rengê mor li ser rengê spî zal e,hemû nifşên F1ê bi rengê mor in.[5] ,
Gregor Mendel weçeyên yekem (F1) jî bi perîna xweyî lêk da, di encamê de sê ser çar (3/4) ê weçeyên F2yê bi rûxsarebabeta zal, ango bi rengê mor xuya bûn. Yek ser çar (1/4) ê weçeyên F2yê bi rengê spî, ango bi rûxsarebabeta bezîw peyda bûn.[5]
Çargoşeya Punnett
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bo pêşbînîkirina egerên lêkdanê, cor û rêjeyên bomawebabet û rûxsarebabetên weçeyan, rêbazek bi navê çargoşeya Punnet (bi înglîzî : Punnett square) tê bikaranîn. Ev rêbaz cara pêşîn, ji aliyê bomawezanistê brîtanî Reginald Punnett ve hat pêşvazîkirin loma navê wî li rêbazê hat danîn.[6]
Ji bo amadekirina çargoşeya Punnet, pêdivî bi gametên bavan heye. Gametên nêrê (sperm) li jorê çargoşeyê tên rêzkirin. Gametên mêyê (hêk) li kêlekê, li aliyê çepê de tên rêzkirin. Paşê egera yekbûna sperm û hêkê di çargoşeyan de tê nivîsin. Ango her çargoşe rûxsarebabeta zîgota dîploîdî, an jî hêka pîtandî temsîl dike. Heke zalbûn û bezîwbûna sifetê eşkere be, vê gavê rêjeya rûxsarebabetan jî tê derxistin.[1]
Ji bo lêkdanek tekeduregbûn a bavanên yekreg, ji her bavanek yek cor gamet peyda dibe, loma di vê lêkdanê de egera peydebûna yek bomawebabetê heye. Hemû weçe (F1) bi bomawebabeta Aa û bi rûxsarebabeta mor in.
Heke weçeyên F1 bi perîna xweyî werin lekdan, vê gavê ji her bavanek du cor gamet peyda dibe gameta “A” û gameta “a”. Pîtîn ango yekbûna gametên nêr û mêyê bi korane (bi şansê) rû dide. Divê hemû egerên yekbûna gametan were hesapkirin. Egera yekbûna gametan bi çar awayî pêk tê, AA, Aa, aA, aa. Aa û aA heman zanyariyên bomaweyî lixwe digirin loma wekî yek cor tê hesîbandin.Li gor vê rewşê, di weçeyên F2 de du ruxsarebabet, sê bomawebabet tê ditin. Bomawebabetê F2 , AA, Aa û aa ye. Rêjeya bomawebabetê : 1: 2: 1 e. Herwîsa sê ji çar weçeyên F2 kulîlkên mor, yek ji çar weçêeyên F2 jî kulîlkên spî lixwe digirin. Ango rêjeya rûxsarebabeta weçeyên F2, 3 mor : 1 spî ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
- ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.