Lêvenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lêvenî, şorbeya serlêvî, navê şorbeyeke kurdî ye ku ji hebên biçûk ên kufteyan (kutilkan) tê çêkirin. Navê xwe ji hebên kufteyan ên wekî leblebiyan tên ser lêva mirov digire.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo kufteya wê:

Bo şorbeya wê:

  • Stekanek (qedehek) noka kelandî û nîvê stekanê riza xaşandî
  • 1 hêk
  • Nîv kg mast
  • 1 kevçî ard (arvan)
  • 2 kevçî runê nivîşkî
  • 1 kevçî rûnê zeytê
  • 1 kevçî pûjan (tihtavik)

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji melzemeyên kufteyê kufteyên biçûk çêbikin. Hemiyan li ser sêniyekê raxin û di sarincokê de bidin sekinandin.

Mast, riz, hêk û kevçiyekê ardê tevdin û bikelînin. Dema şorbeya we keliya nokan tevlî bikin. Heya birinca we nerm bû wisa bidomînin.

Dema şorbeya we dikele 2 kevçî runê gulberojkê berdin rûnbirêşkekê. Rûnê we qijilî kufteyên xwe berdin navê û biqijilînin. Carnan taweya xwe bihecînin ku baş biqijile.

Şorbeya we keliya û kufteyên we qijilî, bi qasî nîv katjimêrê (saetê) bidin rawestandin. Xwêya xwe bavêjinê. Beriya hûn bixwin runê nivîşkî û zeytê di rûnbirêşkê de biqijilînin, pûjana xwe bavêjinê û vê çênca xwe berdin ser xwarina xwe. Êdî amade ye bê ser destexaneyê.