Here naverokê

Nok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nok, Nahk
Du cureyên nokan: yê hindistanî (çep), yê ewropayî (rast)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Fabales
Famîle: Fabaceae
Binefamîle: Faboideae
Cins: Cicer
Cure: C. arietinum
Navê zanistî yê latînî
Cicer arietinum
L.

Nok an nahk an jî nuk (bi latînî, Cicer arietinum) giyayek ji famîlyeya Fabaceae ye di kulînên gelek welatan de ciheke girîng digire. Cara pêşîn li rojavayê Asyayê hatiye nûveçandin û bi qasî 8.000 sal in di xwarinê de tê bikaranîn. Dema mirov nok kelan divê ava wê birijîne û nûve bike, lewra di hin cureyên nokê de hin elementên jehrî hene. Nokên li Kurdistanê tê çandin paqij in lê dîsa jî şûştin baştir e.

Nok li Hindistanê xurdemeniyeke girîng e. Bo çandina nokê germhewa divê. Nok ewçend avê naxwaze. Ji bo bêdera nokê hema bigire tevahiya salê pêwîst e. Li piraniya cihan salê carê ber dide. Bejna giyayê nokê digihîje 1 m yê. Di kulîna Ereb, Tirk, Hindistanî û Meksîkayî de navdar e. Di kulîna kurdan de jî tê bikaranîn.

Bi kar anînê nokan gelek in. Nukan dikelînin dikin şîv. An jî nukan di avê da dihêlin heta ku perçifî ne. Paşê wan didin ber roj û hişk dikin. Ku hişk dibin qalikî xwe yî ser radibe. Ku qalik radibe nuk dibe du parçan. Bi wan ra dibêjin mixişir. Gêrmiyê mixşira navdar e. Mixişran dikin tirşikan jî. Li Dîlokê nukan tev hestiyan dikelînin û difroşin. Pê ra dibêjin "Qoziyî nokan" (tr. nohut dürümü). Meriv kane nokên kelandi bikute bi şîv ke. Bi ev şîve ra dibêjin "hûmis".

Ji werg xwarinê jî nukan didine ser soweyê wek leblebiyan dibin û pê ra dibêjin qulefisk. An jî dikin avê û xayê pê weridin. Paşê di rûn da dibirêjînin. Bi ewê ra jî dibêjin sûravk. Nukên negiştî yek caran diavêjin ser êgir û wek leblebiyan dikelînin. Pê ra dibêjin fîrig. Fîrig ji gênim û pêmbû jî çêdibe.

Dibêjin nokê rojekê gotîye ku kî min bixwe yê çel tir û fisî bike. yekî xweriyê û pir tîr û fis kirîye lê negihîştiyê çel tirî ye. Ser wê va nok qaxirîye û pozê xwe xwar kiriyê. We lomê pozinokan yê xwar e.