Lao Zî
Lao Zî | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | Sedsala 6an b.z. |
Mirin | Sedsala 5an b.z. Çîn |
Hevwelatî | Xanedana Zhou |
Pîşe | |
Xebat | |
Zarok | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Lao Zî (bi çînî: 老子, lat. Mamosteyê Kal) fîlozofê Çînî de sedsala 6'an berî zayinê jiyaye. Di hinek çavkaniyan de navê wî wek "Lao Tsu, Lao Tse, Laotze yan jî Laozi" û ew bi navê " Brêz Lao" jî tê naskirin. wateya "Lao" bi çînî pîr e û "zî" jî mamoste ye.
Di derbarê jiyana wî de gelek agahî û çîrok hene. Evana pirranî çîrokên olî ne. Di dema xwe de fîlozofeke hêja, bikêr û zîrek bûye. Li ser ol, raman, zanîst û Çînî gelek xebat kiriye û berhemên hêja daye. Ramanên wî îro jî xwedî nirxeke bilind in. Ne diyar e ku nivîskarê pirtûka Tao Te Ching (bi çînî: 道德經/道德经, pinyin: Dào Dé Jīng) Lao Zî jiyaye an na, ev mijar tê nîqaşkirin. Lê dîsa jî mîn avakerê Taoîzmê tê qebûlkirin.
Bi kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Helbestvanê kurd Ebdulrehman Efîf pirtûka Lao Zî ya bi navê Tao Te Ching wergerrandiye kurdî. Di pirtûkê de 81 helbest hene. Ew hemû di hejmara 42 ya Kovara Mehname de hatine weşandin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Tao Te Chingê bi kurdî bixwîne
- 老子 Lǎozĭ 道德經 Dàodéjīng Chinese+English+German
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |