Ebdulrehman Efîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ebdulrehman Efîf wergêr û helbestvanê kurd e.

Ebdulrehman Efîf
Jidayikbûn1971
Amûdê,Rojavaya Kurdistanê
biguhêreBelge

Efîf di sala 1971ê de li bajarokê Amûdê, başûrrojavayê Kurdistanê jidê bû. Hezkirineke dijwar bû a ber bi nivîsandinê de kişand û vê xapandina spehî xapand. Ji sal 1989an ve li zanîngeha bajarê Helebê Wêjeya Erebî xwend. Sê helbestpirûkên wî bi erebî hene; bi kurdî Bera Pir Nêzîk Lê Pir Dûr Bim heye. Ji sala 1996an ve li Elmanyayê, bajarê Hannoverê dijî. Ebdulrehman Efîf pirtûka Lao Zî ya bi sernavê Tao Te Ching wergerandiye kurdî. Di pirtûkê de 81 helbest hene. Ew hemû di hejmara 42 ya Kovara Mehname de hatine weşandin.

Helbesteke Ebdulrehman Efîf[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sozekî bi min de ey gula hîroyê
Û bera ez li ber roka bendemanê
Bêdawî razêm…
Sozekî bide min ey hîroya
Orta zengil û saet û dayikê…
Û bera bê xew û xwarin
Bimînim mîna kilîta jiyanê
Sozekî li qirika pişika min
Girêbide gula hîroyê û bera
Tenê di hindirê pişika te de
Şiyar bibim, bera ez ez bim
Û ez ne ez bim, bera şevreş
Û ronî bim, kanî û biyaban
Bim…
Bera saet û gerşikestin bim
Sozekî bide min hîroya malê
Bera ez ez bim û mirin bim
Bera pirr nêzîk
Lê pirr dûr bim…[çavkanî hewce ye]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]