Taoîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Taoîzm
  • Philosophical movement
  • dîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
  • Çîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Cihên jidayikbûna fîlozofên Çînî yên girîng ên ji sed dibistanen raman yên di dema xanedana Zhou yê. Fîlozofên Taoîzmê bi sêgoşê kesk ve tên nîşandan.
Neidan

Taoîzm dîneke ku li axa Çînê dereketîye holê û bingeha wê pirtûka Laozi, ya bi navê "Tao Te Ching" e. Li gorî rêbernameya Pinyin, rastnivîsandina wê Dao ye. Di zimanê çînî da tê wateya rê,meşîn, axaftin, rêbaz. Nûnerên damezrêner Taoîzmê Laozi û Chuang Tzu ne.

Taoîzm êdî wekî felsefeyek tê ditin. Tao (an jî Dao, 道) navê "hêz" an jî "rê" ye ku Taoists bawer dikin ku her tiştê li dinyayê çê dike. Taoîst wisa difikirin ku peyv nikarin bi awayek rast felsefeya Tao dîyar bikin. Xeta yekem a Tao Te Ching (道德 经), nivîsa herî girîng a Taoîzmê, dibêje "Riya ku dikare bi gotinan were dîyar kirin riya rastîn nine." Gelek nivîsarên pîroz ên din jî ji hêla mamosteyên Taoîzmê hatine nivîsandin hene.

Taoîst hewl didin ku jiyanek hêsan û hevseng bi xwezayê re bijîn. Ev di nav Taoîzmê de yek ji girîngtirîn prensîp e. Taoîst her weha bawer dikin ku nakokî ne baş e û ku di navbera we û bi tiştekî da pirsgirêkek çêbibe, çêtir e ku hûn rêyek li dora wê tîştê bibînin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taoism yekem car 2500 sal berê di nivisarên Çînê da xuya dike. Mirov her gav di destpêkê da olên/dînên xwe nanivîsin, ji ber vê yekê dibe ku ev ol ji vê dirokê kevntir be.

Hin mirovên girîng ên dîroka Taoîzmê da ev in:

  • Laozi, an jî Lao Tzu (老子). Ew tê texmîn kirin ku Tao Te Ching nivîsandiye.
  • Zhuangzi, an Chuang Tzu (庄子). Mîna Lao Tzu, gotin û çîrokên wî îro jî wek pirtûk tê girtin, û li zimanên din têne wergerandin.
  • Huangdi (împeratorê Zer, 黄帝). Tê texmîn kirin ku ew yekem Taoîst bû, lê nayê zanin ku ew kes bi rastî hebû yan na.

Bawerî û pratîkên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesên ku vê olê dişopînin bawer dikin ku bi gotin, raman, tevgerên sembolîk, û hwd. tiştek kirin, dikare di cîhana rastîn de tiştan biguherîne. Fehmkirina wê fikrê dijware.

Mînakek wiha ye: çîrokek kevnare heye ku dibêje Çîn wextekî bi lehîyê hatibû qewirandin. Cîhan ji alîyê Yǔ (禹 ) ku tenê linge kî wî hebu, hate rizgarkirin. Yǔ çû deverên cûda yên Çînê. Rê li ber avê vekir ku av here behrê. Gava ku li dinyayê tiştek pir xirab çêbibe, monakên Taoîst dikarin herin peresthegê û kirinên Yǔ (禹 ) bibêjin. Ev dibe sedema tiştên xirab ji dinya yê rabin û dinya yê rast bike.

Monakên Taoîst gelek tiştên din jî dikin. Mînakî, ew dikarin agir û deng bikar bînin da ku cinan ji xwe dûr bixînin. Ew dikarin tiştan bikin da ku nexweşiyê rind/qenc bikin. Ew dikarin cenazeyan werbigirin û alikariya ruhên nû bikin ku ziyanê nebîne.

Taoîst bawer dikin ku dijberî ji bo hebin bawerîya hev dikin. Mînakî, mezin û piçûk, ronahî û tarî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîziya hêsan pêk tê.