Here naverokê

Lauren Hays

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lauren Hays
Jidayikbûn
Laura Lynn Thorsen

21ê gulana 1968an(1968-05-21) (57 salî)
Navê dinLauren Hayes, Lauren Hays Thorsen, Laura Lynn
PîşeLîstikvan, pêşkeşvan û stranbêj
biguhêreBelge

Lauren Hays (jdb. 21ê gulana 1968an li Fairfax, Vîrjînya,DYA,bi navê rastî Laura Lynn Thorsen) lîstikvan û pêşkêşvaneke amerîkî ye. Ew di bin bernavkê Laura Lynn de jî stranbêja Muzîka Countryê ye.

Lauren Hays di sala 1992 de bi fîlma Meatballs 4 dest bi kariyera xwe ya fîlman kir û heya sala 2003 di gelek fîlmên erotîkê de ji bo bazarên DVD û televîzyonê lîst. Ew di heman demê de çend caran di rolên piştgirî yên piçûktir de di rêzefîlmên televîzyonê de yên wekî Silk Stalkings an Renegade û her wiha di rolên sereke di rêrêzefîlmên erotîk Hotel Erotica û Thrills de hate dîtin.

Ew bi stranbêjê muzîka countryyê Lucas Hoge re zewicî ye[1] û bi wî re performansê dike.[2] Di sala 2006an de wê bi navê Laura Lynn bi muzîka xwe albûmek bi heman navî jî derxist.

  1. ^ Reinke, Bob (18 kanûna paşîn 2014). "Famous People of Thayer County" (bi îngilîzî). Thayer County Museum. Roja gihiştinê 1 adar 2025.[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Charter boat captains to offer veterans free halibut trips". Anchorage Daily News (bi îngilîzî). 29 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 1 adar 2025.