Lawija Mesîh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Pêşgotin[biguherîne]

Dema Eugen Prym û Albert Socin deqên devkî ji herêma Torê kom dikirin, pêhesiyan ku devoka aramiya nû ya heman herêmê gelekî dibin têsîra Kurdî de maye. Wan dît ku Suryaniyên Torê hemî li gel zimanê xweyî zikmakî, Kurmancî jî diaxivin. Rêzanê wan yê bi navê Cano jî xweş bi Kurdî zanîbû. Bi saya serê jîrbûna A. Socin û E. Prym û bi saya serê bîra kûr ya Cano wî wextî stran, şer û çîrokên Torê yên ji wêjeya devkî ya heman herêmê di sala 1869an de hatin nivîsîn (Prym & Socin 1887, I-VII). Di salên 30î de Celadet Ali Bedir-Xan variyanteke lawija mesîh di kovara Hawar ku ji sala 1932an û şûnda 57 caran li Sûriyê hate weşandin de nivîskî pêşkêşî xwendekarên zimanê Kurdî kir. Paşê Philipp Krejenbroek jî variyanteke lawija Mesîh ji nivîsa aramiya nûjen vergerande nivîsa latînî û bi çîroka peydabûna deqa lawijê re weşand .

Di kasêta ku tê de lawija mesîh hatiye gotin de, çîroka Nebî Ûsiv jî heye. Ev yek jî dihêle çend goman peyde bibin li cem kesên ku ji vê yekê haydar in. Ev goman jî ew e ku lawija mesîh ne deqeke nivîskî tenê ye lê ew herwiha bûye perçeyek ji wêjaya devkî ya herêmê. Gomana dî jî ew e ku li cem Suryaniyên herêmê gelek çîrok û stranên dîrokî û evîniyê jî hene. Sed mixabin heta îro gelek ji vanan peyde nebûne.

Ev agahdariyên di heqê lawija mesîh û herwiha kasêta ku tê de lawija mesîh tê gotin ji Besîm Bulutê 27 salî hatine girtin. Ew ji gundê Selhê (Seleh) yê Torê ye. Besîm jî ji zimanê xwe zikmakî pê ve gelekî baş bi Kurmancî jî dizane. Li gor wî Lawijbêjê vê kasêtê Qaşo Sefer e ku bi xwe keşeyê Selhê bû. Dema tomara vê kasêtê derdora berî niha bi deh sala ye (1992). Guhdêrê wî gelek caran dibêjinê de “yabo” ku dihêle were bawerkirin ku guhdêrên wî zaroyên wî û neviyên wî ne. Dema gotina vê lawijê de lawijbêj emirekî mezin kiribû û niha jî çûye ser dilovaniya xwedê. Piştî gotina lawijê, guhdêrên wî pirsên bi zimanê aramî jê dikin û ew jî bi aramî çend gotina li ser lawijê dibêje. Him li gorî agahiyên Besîm û him jî li gorî kasêtê mirov dikare bêje ku Mesihiyên li Torê “lawija mesîh” di nava civatên xwe de digotin û guhdariya wê dikirin. Ev variyanta li vir ji ber gotina Qaşo Sefer hatiye nivîsîn lê ew û variyanta nivîskî giş bi temametî li hev dikin.

Li gor tê gotin lawija mesîh ji aliyê “Mor Basîliôs Şimcûn Mefriyan” ve hatiye nivîsîn. Ew di sala 1740 ji aliyê axayekî Kurd bi navê Ebdul Axa ve hatiye kuştin. Li gor gotinên ku li herêmê têne gotin di navbera Mor Şimcûn û Ebdul Axa de meseleyek çêdibe. Ebdel Axa dixwaze wî bi fel û finasan bide kuştin û wî dişîne cem Mîrê Botan. Axa dibêje Mîr Mehmed Beg: “Şertên ku Şimcûn nikaribe pêk bîne bide ber û paşê jî wî bikuje. Mîr Mor Şimcûn vedixwîne cem xwe û du şertan dide ber wî. Ya pêşî xwarina xwoştî ye ku li Mor Şimcûn heram e û ya dî jî gotina stiranên dinyewî ye ku nabe bêje. Mor Şimcûn salîbekê li ser goştî çedike û goşt dibe heşinayî û dixwe, paşê jî lawija mesîh di cih de li hev tîne. Ji ber tirsa axretê Mîr dihêle ku Mor Şimcûn vegere û dîsa li gor gotinan gelek xelatan jî dide Mor Şimcun.

Êdî va ye lawija mesih ji gotina Qaşo Sefer, kerem kin bixwînin:

Lawija mesîh[biguherîne]

1) Lo ma ev çi deng e, çi heydan e, çi xurxur e li cozman a,
Dengê nefîr we zurna we borîzana,
Hin dibêjin qiyamet e û hin dibêjin êxirzeman a.

2) Lo ma dengê stirh û boqilnefîr ji cozmana hatiya
cErd û cozman hejan we deng kete guhê miriya
Rih kete xunavê, qiyametê bi ser wa de bariya
We şîn bûna weke giyayê ku bihar lê hatiya

3) Lo insano, cihilo berê xwe bide cozmana çiqasî şîn a
Sêr bike, li gerê vê felekê hemû stêrkêd rengîn a
Siphan bike ji xudanê keremê re ê go rehma xwe li ser we danîna
Belê heyf û xebîneta minî tê bû li hisn û cemalê bal ê go balê bikevê halê go
em pê ketina

4) Lo hin dibêjin êxirzeman a
Erd û cozman pev ketina
Dolabê felekê sist bûna
We stêrik hemû hejan û tidarekê xwe li ketinê kirina
Belê heyf û xebîneta minî tê bû li şînayî, rihan û gulçîçek û beybûn û sosina
Go xemlê xwe avêtin weke masiyê li bejê hişkbûn, lo mirina

5) Lo mîqatê Barî Tecela li dinê derbînê
Defterê xêr û gunê min bînê
We li ber calemê, dinyayê, milyaketa bixwînê
Wey li min bêmefelo tê li huzûra mezin bikşînê
Kî ciwaba rihê xwe bidê
Bi xwudê mêra dihebînê

6) Lo dengekî bilind ji cozmana hatiya
Go bilezînin, mizgînî ji miriya re bibin, bera ji tirba rabin
Û xemlê xwe li xwe kirin, weke kulîlkêd rengîna
Lê buharê qiyametê hatiya, milyaketê xwe li qabil bi rê kirina

7) Lo xafil ji cozmana hatiya me hay jê tunîna
Go mirîno ji tirba rabin lê qiyamet hasil yeqîna
Xwe ji axa û risamê daweşînin û balgehê qiyametê wergirin û serê xwe herînin,
weke gul û giyayê buharî lê heşîna

8) Lo dengê nefîr ji cozmana hatiya
We ji heybet felek hejiya
We stêrik rijehan
Yeqîn miqatê wa ye go çiyayê bilind bihelin, bîr û bahr bibin meydana
Go haşir û mahşûr bê, go hewzê li pê bikevin, yê ku hakim in nêta xwe bikin dîwana

9) Lo ma wextê qiyamet bê, Barî Tecela hakim bê
Mîxaêl gilehçî bê, àlem bê hizûrê, Cibraêl şahde bê, cUzraîl dacwaçî bê
Û alîk jê herê buhiştê, alîk jê dojehî bê
Wey li min bê mefelo, gunehkaro, wê secetê gelo halê me wê çi bê

10) Lo ez hawara xwe ji xwudê re dişînim
Bo dojeha xwe ji ba’m bibê û bihudimê û tu cara bi çavê xwe nebînim
Lê ne bes ez derdê dinê û e ji xemê mirinê go daîmen em bi çavê serê xwe dibînin
Lê têda xemê digrê dojeh go dayê dilê mi dixwînê

11) Lo waweylika serê min bê go mi xwudê li huzûra mezin bikşînin
Û kî cewaba rihê xwe bidê bi xudê mêra dihebînê
Lo waweylika serê min bê go mi xweda li hizûra mezin bikşînê
Defterê xêr û gunehê min bînin
Û li ber calemê, civatê û milyaketa bixwînin
Û min dest bi dest bikin û min bi zorê bişînin
Ji xêra xwudê re ez nebama, min ev secet nedîtaya go min serzemîna dojehê dahelînin

12) Lo stêra sibê hilatî, lo we dilezînê Destê xwe li ba dikê, dengê xwe hiltînê Go lo insano bilez û tobe bike, milyaketa bi xezeb e li pey me dikudînê Wî dibê ger heçî tobe nekê Xêr ji keda xwe nedî, roja paşî Barî Tecela wê îmanê jê bistînê

13) Lo insano bes va şer û guneha bike, biqere û rûna Lo deng li cozmana ketiya, dergeh li wa vebûna Barî Tecela bi xwe ye, milyaketê wî nazil bûna Û çiqas mirî hene ji tirba rabûna Wey li me gunehkara, lo me tobe nekir, ha îro qewmî li me butûna

14) Lo ma erd şade ne, cozman gilehçî ne Barî Tecela hakim e, milyaketê wî dacweçî ne Rih heta rehm li ba wî nebê, me xelas nekê, me mefel bi kesî dî nîne

15) Lo bavo çi bikim, e sefîl im, sergerdan im E rûreş im, gunehkar im Lo zikrê mirinê ne yê xêrê bê, go e xafil girtim nehişt tobedar bim

16) Lo dilê mi bi qewî ji xwe dinalî ji birîna, ji kerba li hêstirê go ji çavê mi dibarin Weke peşkê baranê, hemû ji xemê mirinê û zêde cezabê dojehê Û daîma tacm tahlîn e weke pelweşîn e

17) Xwuzî ji xêra xwudê re ez teyrik bame, ji wa teyrê li ber bayê Go ez biçuwama keviya behra mezin, mi xwe bavêtayê Mi xwe ji derdê dinê we ji guneha bi carekê xelas bikirayê We zêda xofa mi ji mirinê go ezî xafil bim, bi ser me de bigrê, bihatayê

18) Gelî birano em tobe bikin, serê xwe helînin, çavê xwe vekin We ji xew rabin, lê êdî em nakevin pey guneha şuxlê me xirab e Xwuzî ji xêra xwudê re mi ev rih nedîtaye Go rohniya wê ne bêna ye Paşî ev rih roja paşî wê li me bikê wa decwa û hesabaye

19) Gelî birano çavê xwe vekin, serê xwe helînin we ji xew rabin Lê dinya pevketiye, lo hin dibêjin êxirzeman e, û wacdê qiyametê hatiye De tobe bikin, tidarekê qiyametê bikin, lê ew berî mirina malxerab mirina me birriye

20) Lo mirîno tu qewî bi lez diçê li pey me dikudînê Tu daîm siwar î, sera dilezînê Û tu nehêlê heta em pîr bibin, heta go Barî Tecela bi sebr e, emanetê xwe bistînê

21) Lê dinê, malxirabê te nehişt em tidarekê mirinê bikin, te em berdan nav suhrayê De sebir bikin bi dilê xwe mirin dûr e, niha nayê Ay dinê bêbavê te em xapandin, mirina malxerab em xafil girtin, ne hişt em têr sefa bikin li vê dinyayê, betalê

22) Lê dinê tu cewil nîşaniya me didê heçî sefa û xweşî ya Û paşî ti dilê me tişi dikê ji jahr û tek û tahliya Û veca zikrê mirinê ne yê xêrê bê Go daîma ew siwar e, li ser me dilezînê Me tişt û malê xwe bi carekê me şemiland, me dest bi rihê xwe kiriya

23) Lo mirîno tu pêşgal î me di zivistan we havîna Te mehbûbetê dilê me ji me stand xwudiyê hesp û zîn a Lê dinê te nehişt em têr sefa bikin li vê dinyayê, betalê Te axa ji me birin, te ji me re hiştin kor û ker û kala Lo zikrê te ne yê xêrê bê go ji xema we cefa Serserê me xistibûbû tevnikê reş û şala Belê mi ti sipartî xwudê, hukmê xwudê, Barî Tecela

24) Lo qulingo tu pir bilind dibî, tu dinyayê dibînê digo lo çi bîna ye, Çi hewce ye hûn pirsa dinê ji mi bikin li darî çava ya Îro şahi ye, her der şîn e, wesfê wêna hêja ya We heke ji min yeqîne go roja malxerab ew bi xwe ya Lê ev dinê mînaya miha zivistanê go darê mirhovê pîs û xirab dikê kawana Sibe go bû qiyamete mînaya mihê nîsana Go darê pir mirhovê diçê, qurmê xwe hilgirin û divê mihov qenc bizanin darê hişk û mirhovêt xerab roja paşî wê ji agirê dojehê re bibin xurdewana

25) Lo qulingo tu xweş bi ser me de gazî dikê we dixwînê Go lo bêhna dojehê ji vê dinyayê dibê Dikim û nakim hawara xwe dikim, ji xwedê re dişînim go laşê ti însana tê de nemînê Xwuzî bi mirhovî go jê birevê, xêr û xêrata bikê, pêşya xwe de bişînê

26) Lo qulingo sergerdano, tu qewî hawar dikê, tu wer derdînê Go lo e jê direvim, dengê gurgurê agirê dojehê dikim dilê mi dikuwînê Digo ne xwuzî bi cihê heramxwira Ê go keda bi zilmê dixwê, ê go ji xebera dewbavê xwe bider a Cihê wa azabekî dijwar a Xwudê mede tukes nebînê

27) Lo qulingo e dibêjim tu xayîn î, biçî xwarî Her zivistan tu pişta xwe didê va çiya, va berfa, va pişta, va Sîpana Tu berê xwe didê deşt û berî, xwe berdidê rawana Dîsa go bû germ û havîna Tu berê xwe didê çiyayê bilind, hînikayî zozana

28) Digo lo ez ne’y xayîn im, Lê dinya xayîn e, e ji ber direvim û e dilezînim Nahêlê go e li derekê biqerim û rûnim Heta go ez cemrê xwe bi rehetî biqedînim Daîma li ser we re gazî dikim û dengê xwe hiltînim Divê lê hûn jê birevin lê daîma da em xayîntiya dinyayê bi çavê serê xwe bibînin

29) Wî dibêjin qulingo, malxirabo em nizanin tu biha yî yan, tu nivistî Çengê xwe bişidîne û bide xwe, çima tu qewî sist î Da pirsa dojehê ji te bikim, me ji mêj nebihîstiya Go lo saloxdanê wî e ji we re bidim, bera hûn jê birevin weke mirhovê mar geztî Go lo alîk jê behreke agir e, kefrîta nift û qîr a Bêhneke dijwar jê tê, reş e, tarî hawîr a Go alyê dîtir behreke serma ye wek bapûka ji zemherî ra

30) Lo feleko, zalimo ev çi zilûmata go te bi serê me aniya Go ji dêvla xweşî û sefa te dilê me ji xema we cefa dagirtiya Wekê ji me dihat em xêr û xêrata bikin îro te ji me re nehiştiya Niha te em ji tişt û malêt pir em xîzan kirin û îro te em anîne parsekiya, te em anîne parsekiya

31) Lo qulingo tu qewî bi hewa dikevê û çengê xwe dihejînê Tu erd û kurs û dinyayê bi çavê xwe dibînê Da pirsa dojehê ji te bikim, tu xwudê mêra dihebînê Go lo herê da go mizgîniya buhiştê ji me re bînê

32) Digo gelî birano wesfê buhiştê miqata pirî zor e Bajarekî bi qedr e, mezin e we bilind e we bi sûr e Jê difûrê û diherikê bêhneke xweş û behreke nûr e Belê hin jê sipî ye we heşîn e, hin jê kesk e we sor e Lo heke behra me tê nebê, xwuzî ji xêra xwudê re ez nebana Dojeh nedî mezin e, derdekî kûr e

33) Lo zikrê buhiştê yê xêrê bê Wesfê wî daîma degma serê me bê Tiştê go ne çava diye, ne guha bihîstiye û ne bi ser fikrê dila ketiye Lo heke we ji mi yeqîne mexelitin, yê ku buhişt diye Barî Tecela bi xwe ye

34) Lo buhişt welatekî bi qedr e, fereh e û derekî pir şîrîn e We buharekî xweş e, daîma heşîn e Da em dica ji Barî Tecela re bikin bo me jê mehrûm nekê, lê dilê me ji guneha şikestiye, bi kul e we birîn e Lo dojeh miqabilî me ye, me taqet cezabê wê nîne

35) Lo ma em çi bikin bi va guneha, bi kula, bi va birîna Lê mirin hatiye, me mical bi rihê xwe nîna Lê heke xwudê bi rehma xwe me xelas bikê, wê rojê de me mical bi tikesî dî nîna

36) Gelî birano berî mirinê rakî bide hil û rabe Lo Barî Teela cadil e, ne rûmet li balê heye, ne muhib e Mîr û feqîr, xer û xîzan hemû li balê yek hesab e Wê her yek wekalê bikê, gunehê wî bikê mîzêne û cizayê wî bidiyê, heke rihetî û sefa yan cifa û cezab e

37) Lo insano hilê da em tobe bikin, lê pelikî ji wa li ber me her sisê ne Wer ji mecr veke, wê li ber me veketîne, we bi ser wa de bikevê dav û derê rê ne Yek jê mirin e, yek jê huzûr e, we jî dojeh e Go şanek û kul û derdê mezin in, lê pa ew jî xilasiya me ji wa nîne Go qesas û cezayê me ne, cemrê xwudê ne

38) Gelî birano qewlê kitêba em gêj kirin, me guhdariya wa nekiriya Wî dibêjin wê qiyamet bê, wê mirî ji tirba rabin, guh li do ciha ya Da em dica ji Barî Tecela re bikin, bixwînin fatîhaya Go ya Reb ti bi [...]sitralê bi xwe kê, e nizanim hêyecana buhiştê û ti meke dojehê, lê girê hisretê besî me ya

39) Lo qulingo, hawara xwe dikim ji te dinyayê Dengê xwe hiltînim weke kewê ribab li suhrayê E li hezara dixwînin, her yek navê wî hiltînim We ji her hazarî yek li pey dengê mi nayê Lê go e deynekim ji qewlê difir go tu biha pê nayê Lê bavo çi bikim ji derdê axretê hedana mi nayê, hedana mi nayê

40) Gelî birano ev çi buharekî şîn e, bi me re hatiya Ez girêdam, li va mêrga û li va guhera û li va diyara Min jê çinî baqik rihan û gulçîçeka ji civata nadir a Rehmel li dêwbavê qewlgot û dêwbavê guhdêr û hazira


Çavkanî[biguherîne]

  • Bedir – Xan, Celadet Ali; Lawij. di: Hawar, Hejmar 25, rûpel 394-403
  • Göyünç, Nejat; XVI. Yüzyılda Mardin Sancağı, 1969 Istanbul
  • Kreijenbroek, Philip G.;The Lawij of Môr Basîliôs Şim'ûn: A Kurdish Christian Text in Syriac Script in The Journal of Kurdish Studies Volume I, 1995 Leuven
  • Prym, Eugen & Socin; Albert; der neu-aramäische Dialekt des Tûr 'Abidîn, 2 Teile, 1881 Göttingen
  • Prym, Eugen & Socin; Albert; Kurdische Sammlungen, erste Abteilung Erzählungen und Lieder im Dialekte des Tûr 'Abidîn, 1887 St. Petersburg
  • Zeynelabidîn Zinar: Xwenç cild IV, Kilam, Lawija Mesîh û Çîrok, 1990 Stockholm