Leşciwanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Leşxurtkirin hat beralîkirin)
Bedenxurtkirin di sala 1894an de.
Dexter Jackson, qehremanê leşciwaniyê ya sala 2008an di yariya IFBB (Yeketiya Navneteweyî ya Leşciwaniyê) ya Awistralyayê de.

Leşciwanî (leşxurtkirin, bedenxurtkirin), cureyekî pêşbaziya werzişê ye. Armanca vê werzişê ew e ku meriv bedena xwe xurt û ciwan bike, bejna xwe bi awayekî estetîk bike û pêşan bide. Di qehremaniya leşciwaniyê de pêşbir bi alîkariya masûlkeyên xwe çend poz dide wek rakişandina masûlkeyên duser û sêserên mil (bîzeps û trîzeps) û lemlateyên teniştê û pozdayîna masûlkeyên gişt û hwd.

Leşciwaniya li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qehremaniya leşciwaniyê ya pêşîn a Îraqê û Kurdistanê di 18ê nîsana 2009an de bi beşdariya 160 yarîkeran ji 31 yaneyan li Dihokê hate rêxistin. Di vê qehremaniyê de pênc yaneyan ji Kurdistanê beşdarî kiribû: “Sêmêl” ji Dihokê, “Hewlêr” ji Hewlêrê, û sê yane ji Kerkûkê.

Yeketiya Leşciwaniyê ya Kurdistanê heye û serokê wê Borhan Elî Cume ye.

Yarîkerên leşciwaniyê ji yaneya Pîrs a Dihokê (2007)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşbazên leşciwaniyê yên bi nav û deng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend pêşbazên bi nav û deng ên ku di asta bilind a leşciwaniyê de beşdariya qehremanî û pêşbaziyên navneteweyî dikirin ew in:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojnameya Evro, 187, 191 û 192 (2007).
  • Rojnameya Evro Sport, 61 (2009), Dihok.
  • Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (03.01.2010).