Lehî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lehî, Spanya

Lehî (an leyî), ava bilind yek ji karesatên xwezayî ye û ziyanê dide mirovan. Bi nelirêbûna herikîn û radeya avê xwe dide der. Di Kurdî de gelek binavkirinên herikînên avê hene û gorî herêman jî tên guhertin.

Cureyên ziyanên avê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dîrokê de mirovahiyê gelek caran ziyanên xwezayî, herwekî ziyanên avê jiyane. Lewra mirovan bo jiyanê pêdivî bi jiyîna li nêzîkî avê hebûn.

Li hin cihên cîhanê ziyanên avê birêkûpêk pêk tên. Wekî mînak lehiyên Rûbara (Ro, Robar) Nîl. Tê payîn wê di paşerojê de tofanên mezin werin serê mirovahiyê lewra mirovahî dinyayê dilewitînin û dengeya wê xeradikin.