Lehiya Zanklî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lehiya Zanklî
Şirovekirina hunerî ya lehiya Deryaya Navîn bi rêya Tengava Cîbraltarê.
Mawe1 ±1 sal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • krîza şorbûnê ya serdema Messînî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lehiya Zanklî, navê lehiyekê ye ku li gorî pisporên erdnas 5,33 milyon sal berê bûye sedema vetijekirina Deryaya Navîn.[1] Her çiqas dibe ku beriya lehiyê jî qismî girêdanên bi Okyanûsa Atlantîk re hebe jî vê lehiyê krîza şoriyê ya serdema Messînî bi dawî anî û Deryaya Navîn bi Okyanûsa Atlantîk ve ji nû ve girê daye.[2] Ji nû ve girêdana destpêka Serdema Zanklî nîşan dide.

Li gorî vê modelê, ava ji Okyanûsa Atlantîkê ji nû ve hewza ziwabûyî di Tengava Cîbraltarê ya îro re dagirtiye. Deryaya Navîn û baskê deryayê bi piranî di heyamekê de ku tê texmînkirin di navbera çend meh û du salan de bi ava Lehiya Zanklî tije bûye.[3] Dibe ku bilindbûna asta deryayê di hewzeyê de di nav rojek de carinan gihîştiye bilind bûna 10 mêtre yê. Li ser bingeha taybetmendiyên erozyona ku heya demên nûjen di bin nîzama Pliyosen de hatine parastin, Garcia-Castellanos et al., texmîn dikin ku av bi leza herikîna zêdetirî 1 kîlometre herikî ye û herî zêde 100 milyon metre kûp di çirkekê de, bi qasî 1000 carî ji herikîna Çemê Amazonê ya îro ye, herikiye hewza Deryaya Navîn. Lêkolînên li ser avahîyên binerdî yên li Tengava Cîbraltarê nîşan didin ku kanala lehîyê hêdî hêdî ber bi binê hewzeyê ve daketiye.[4]

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Blanc, Paul-Louis (1 kanûna pêşîn 2002). "The opening of the Plio-Quaternary Gibraltar Strait: assessing the size of a cataclysm". Geodinamica Acta (bi îngilîzî). 15 (5): 303–317. doi:10.1016/S0985-3111(02)01095-1. ISSN 0985-3111.
  2. ^ Efe, Recep (17 adar 2014). Environment and Ecology in the Mediterranean Region II (bi îngilîzî). Cambridge Scholars Publishing. ISBN 978-1-4438-5773-4.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 21 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê (PDF) di 21 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 gulan 2023.
  4. ^ "Zanclean flood". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 gulan 2023.