Leza dengî
Leza dengî li hewayê, li asta deryayê û di germiya 21 °C de wek 343.2 m/s(nêzîkî 1235.5 km/saet) tê girtin.
Leza dengî wek girêdayî frekansê naguherê, deng her frekansê de di heman lez de diçe.Li gorî rewşa germahî û kesafet(çirî) ya hewayê leza pijilînê ya dengî diguhere. Di hewayê sar de leza dengî kêm dibe.
Leza dengî ya ku li hewayê wek nêzîkî bi vê formûlê tê hesibandin.
(theta) îfadeya germahî ya ji cureyê santîgrad(°C) e.
Li qadekê de, eger ba ji paş bê deng ber bi zemînê ve araste dibe.Eger ba ji pêş bê, deng ber bi jor ve araste dibe.Biroj, ji ber ku zemîn germ dibe pêla deng bi sedema teka tînê ve ber bi jor ve araste dibe.Bişev jî, ji ber ku zemîn sar dibe, pêla deng dê ji biroj dûrtir biçe û ew dê ber bi jêr ve araste bibe.
Li deryayê pêkhateya avê rûxareke şewqvedêr pêk tînê.Ji ber vê yekê li deryayê deng di hawirekê sekan de qasî 4-5 km karê dûr biçe.
Eger ku leza çavkaniya dengî ya livdar, leza pijilînê ya dengî derbas bibe,deng wek dengê teqanê tê bihîstin. Van pêlan wek pêla şokê(teys) tê bi navkirin.Mirovê yekem ê ku leza dengî derbas kiriye Chuck Yeager e.
Di hin hawiran de leza dengî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Made | Germahî(°C) | Leza Dengê(m/s) |
---|---|---|
Karbondîoksît | 20 | 277 |
Hewa | 20 | 344 |
Alkol | 20 | 1213 |
Av | 20 | 1463 |
Zêr | 20 | 1743 |
Sifir(mis) | 20 | 3560 |
Hesin | 20 | 5130 |
Li gorî germahiyê leza dengî ya li heweya:
- Di 0 °C de 331m/s
- Di 20 °C de 344m/s
- Di 25 °C de 345m/s
- Di 45 °C de 358m/s
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ferhenga Zaravên Teknîkî
- Wikipedia(werger)
- https://www.nde-ed.org/EducationResources/HighSchool/Sound/tempandspeed.htm