Frekans

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Frekans an jî hejmara lerzê di nava demekî de bûyerekî çend car hatiye wekilandin pîvandina wê ye, bi îfadeya matematîkî vajiyê periyodê yê li gorî carkirinê ye.

Sê xal û frekansên wan

Pîvandina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo pîvandina frekansa bûyerekî, di nava demekî de ev bûyer çend car wekiliyaye tê hejmartin û paşî jî ev hejmar ji dûrînga demê re tê parkirin û ev encam ji me re nirxa frekansê dide.

Frekans di sîstema navneteweyî ya yekeyan(SI) de bi Hertz(Hz) ve tê nîşandan.Wateya hertzekê, bûyerekî ku di nav saniyeyek de carek wekiliyaye ye. Yanê frekanseke 60 hertzî tê wateya ku ev bûyer di saniyeyek de 60 car tekrar bûye.

: frekans
: Periyod

Frekansa pêlê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Frekansa pêlekê, bi dirêjiya pêlê re tekildar e. Encama lêkdana frekans û dirêjiya pêlê, leza pêlê ye.

Di vê îfadeyê de lez e û λ(lamda) jî dirêjiya pêlê ye.

Pêlekê ji hawirekî derbasê hawirekî din bike frekansa wê naguherê. Bi tenê lez û dirêjiya pêla wê diguherê. Ji bilî Bandora Doppler frekans tu car naguherê.

Cureyên frekansê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cure Sembol Hejmara lerzê (navber) Dirêjiya pêlê
Extremely low frequency ELF 3 Hz-30 Hz 10,000 km-100,000 km
Super low frequency SLF 30 Hz-300 Hz   1,000 km-10,000 km
Ultra low frequency ULF 300 hz-3 Khz 100 km-1000 km
Very low frequency VLF 3 Khz-30 Khz 10 km-100 km
Low frequency LF 30 Khz-300 Khz 1 km-10 km
Medium frequency MF 300 Khz-3 Mhz 100 m-1 km
High frequency HF 3 Mhz-30 Mhz 10 m-100 m
Very high frequency VHF 30 Mhz-300 Mhz 1 m-10 m
Ultra high frequency UHF 300 Mhz-3 Ghz 10 cm-100 cm
Super high frequency SHF 3 Ghz-30 Ghz 1 cm-10 cm
Extremely high frequency EHF 30 Ghz-300 Ghz 1 mm-10 mm

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]