Here naverokê

Li bin dara biyê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Li Bin Dara Biyê hat beralîkirin)

Li Bin Dara Biyê pirtûkek çîrokan ya Roşan Lezgîn e.

Ew pêşî bi zazakî bi navê Binê Dara Valêre de de hatibû weşandin û paşî ji alî birêz Lezgîn bi xwe ve hatiye kurmancîkirin.

Pirtûka Roşan Lezgîn ya kurteçîrokan bi navê Li Bin Dara Biyê bi kurmancî ji nav Weşanên Mîr li Stembolê derket. Ev heman pirtûk berê li Stockholmê di nav Weşanên Apec de bi zaravaya kirmanckî (zazakî / dimilî) bi navê Binê Dara Valêre de derketibû. Birêz Lezgîn bi xwe pirtûka xwe li kurmancî wergerandiye û bi zimanek spehî xistiye ber destê me xwendevanan.

Li Bin Dara Biyê ji deh kurteçîrokan pêk tê ku pênc ji wan bi kurmancî yan kirmanckî berê di Mehnameyê de jî derketine.

Li vir em dê bi kurtî basa her çîrokekê bikin daku bi wî awayî çend hêjayiyên - û eger pêdivî be rexneyên li - nivîskariya Roşan Lezgîn destnîşan bikin.

Roşan Lezgîn sala 2003yê bi Xelata Wêjeyê ya Weşanxaneya Apecê ya salane wergirt.

(bn Mehname, hjm. 35)

Gelek sedem hene bêt gotin ku ev yek ji bedewtirîn çîroka vê pirtûkê ye û di nav çîrokên ta niha bi kurdî hatine nivîsîn de xwe digihîne nav wan çîrokan yên di pileya herî jorîn de ciyê xwe diparêzin.

Çîrok bi her awayî bi şêwaz û stîlek romantîkî hatiye vehûnandin. Ji destpêkê ta dawiyê stranek gelêrî yan jî mîna yên gelêrî têt strandin. Ev stran têt rawestandin û piştî çend paragrafên vegotina çîrokê ew dîsan têt domandin. Stran û çîrok dest di dest hev de diperisin û pêşve diçin. Ta dikare bêt gotin ku çîrok bi xwe şirove û ravekirina stranê ye.

Nivîskar pirr serkeftî bedewiya keçek ciwan ya bi navê Huzna û geşbûna wê û dilê xortan li wê salox dide. Kêm çîrokên nûjen yên kurdî di erotîzma xwe de digihin çîroka Huznayê.

Pirr balkêş û bi awayek şarezane nivîskar sirişta gundên Kurdistanê dinexşîne. Nivîskar bi xwe jî wê siriştê baş dinase lew kariye hosteyane delalî û şepaliya wê di çîrokek hêjayî wê siriştê de vebêje. Herwa Huzna û xweza tên berhevdan û xwendevan dikare ta wan bişibîne hev yan ta herduyan her eynî tişt bihesibîne jî.

Tiştek ku vê çîrokê dike mîna çîrokên dî yên pirtûka Li Bin Dara Biyê ew bextreşî ye ya ku li dawiya çîrokê diqewime û ew gundê biheştane têt wêrankirin. Çawan ku nivîskar biharê wek vejîn û bedewiya siriştê dibîne, ew wa payizê jî dişibîne bextreşî û tarîtiyê. Biharê Huzna digihe û bedew dibe; payizê wêranî dest pê dike.

Di saloxdana demsalan de û di rewşa bextiyarî û bextreşiyê de nivîskar kariye pirr baş zîrekiya xwe berçav bike.

Wek kêmasiya vê çîrokê dikarim nebûna kelecana qewimîna belayan destnîşan bikim. Nivîskar dikarî wa bike ku xwendevan hê ji destpêkê li benda guherrîna rewşê bin yan qet nebe di dilê wan de peroşiyek çêbibe daku bibe motîvek ku çîrokê bixwînin daku bigihin encamê. Mixabin haya xwendevan ji hatina belayan yan tiştek wek wan qet nîne: Biharê her der biheşt e û xwendevan bawer dike ku dê her wa bidome; payizê agirê dojehê hildibe û xwendevan bi tenê dimîne!

Beraz pirr bûne

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger çîroka "Huzna" ji ber nebûna kelecanî û peroşiyê hat lomekirin, divê bêt dirikandin ku kelecanî ji vê çîrokê ne kêm e.

Ev çîroka Hesoyê govendgêrr e yê ku vebêjê çîrokê wî hinekî ji dûr ve dibîne û basa wî dike. Pêşî, ku xwendevan berev Heso ve têt kişandin, Heso li ber dîwarê mizgeftekê kesek rebenok e. Paşî xwendevan bi çîrokbêj re difirre rojên Heso yên geş û xortaniyê dema ew "govedgêrekî yeman bû. Def û zirne pevre dibetilandin."

Peyre xwendevan fêr dibe ka di şkence û lêdanan de çi hatiye serê Heso. Çîroka Heso neynika xopanbûna civakekê, welatekî ye. Bi çar rûpelan nivîskar nîgarek reş yê rewşa welat radixe ber çavan: ka gundiyên kurd di çi rewşê de ne, gund çawan tên kavilkirin, yên ji gundên xwe bar dikin dikevin çi rewşê...

Berevajî çîroka "Huzna", ya ku di demê de rasterêk pêşve diçe, "Beraz pirr bûne" di nav deman de pêşûpaş digerre û derfet û delîvan dide nivîskar ku bi awayek xweş û lihevhatî çîrokek pirralî vebêje.

(bn Mehname, hjm. 22)

Rev, jihevveqetîn, jihevdûrketina bûye belaya serê kurdan belkî di hemû dîroka mirovatiyê de ti gel û miletên dî ew nedîtiye. Kurd ji war û welatê xwe, ji xizm û lêzimên xwe, ji heval û hogirên veqetîne û dûr ketine. Bi pirranî ev rasterast bi destê dijminan hatiye pêkanîn. Lê bi hezaran kurdên dost û yar di xortaniya xwe de dildarên xwe jî hêlane û neçar mane bo jiyanek azad û birûmet bidin pey rêbaza niştimanperwerî. Gelek xort bûne şervan, pêşmerge û gerîla, û destgirtiyên xwe bi cî hêlane û mixabin êdî ti car ew negihane hev.

Ev çîrok jî li ser Şemalê û dildarê wê ye. Lê ne dildarê wê lê Şemal bi xwe bi armanca serxwebûna welat çûye. Dildarê Şemalê ye yê vê çîroka xwe û wê vedibêje.

Vebêj çîroka xwe û wê keserkûr dirêse. Rewşa wan ya kembax li bajar, sotandina gundê wan, awayê xelkê awir didan wan... Li gel nameya li dawiya çîrokê ji Şemalê re têt nivîsîn, ev çîroka xemgîn gelek xweş hatiye afirandin.

Kêmasî: Gilî û gazin zêde hatine dubarekirin û armanca serekî bûye ew ku dilê xwendevan bi çîrokbêj bişewite.

Ev kurttirîn çîroka hemû pirtûkê ye. Lê kurtiya wê xurtiya wê ye jî.

Di vê çîroka derdtijî de dayikek neçar dimîne pirsên keçika xwe ya biçûk bersiv bide li ser hindê ka çima bavê keçikê venagerre malê. Nivîskar pirr xweş keçik bi zimanê zarokan peyivandiye.

Kêmasî: Dibe nivîskar bawer kiribe ku (hin) xwendevan di zimanê keçikê nagihin lew pirraniya gotinên wê bi zimanê mezinan bi diya wê dane dubarekirin. Ev ne pêdivî ye.

Li Bin Dara Biyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(bn Mehname, hjm. 38)

Vê çîroka navê xwe daye pirtûkê bi her awayî hêjayî hindê ye.

Paleyan ji ber kel û gurmija nîvroyên havînan xebata xwe rawestandiye û xwe daye ber sîberan. Li dema firavînê diya lehengê çîroka me wî dixeyidîne û kurrik sil dibe û dikeve rê ta xwe digihîne nav cinînka (baxçeyê fêkî yê) Apê Wuso. Hemêza xwe bi hejîran / încasan dadigire û xwe berdide ber "Gola Spî". Piştî kêlîkekê dibîne keçek tê ser golê û xwe tazî diavêje avê.

Birêz Roşan Lezgîn wa bi hosteyî vê çîrokê vedihûne ku gelek nivîskar dikarin tenê hesûdiyê bi wî bibin. Germa havînê, silbûna ji ber zeleya dayikê li kurrik daye, cinînka biheşta sererdî, Cemîleya gulendam rûs di ava sîs de, hevgihîna du bedenên nûgihayî... Ev hemû kerese ne bû çîrokek kêmnimûne xweş li hev hatiye.

Ev dirêjtirîn çîroka pirtûkê li ser rewşa wan jinan e yên neçar mane xwe bifiroşin.

Di van 10 - 15 salên dawîn de, ku bi hezaran gundên kurdan li Bakurê Kurdistanê wêran bûn û delîvên jiyanê ji gundiyan re neman, wan ji neçariya xwe berê da bajaran. Li bajar pirraniya wan bêkar in û di kembaxtirîn şertên jiyanê de dijîn yan jî her di vê kembaxiyê de mecbûr in pîstirîn karan bikin.

Çîroka "Îtîraf" bi rêya mêrekî rewşa xwefiroşiya jinan radixe ber çavan, bi taybetî di neynika jinek ew dinase re, jinek ku bo keça xwe xwedî bike neçarî vê rûreşiyê bûye.

(bn Mehname, hjm. 17 bo çapa kirmanckî / zazakî: Şewa Spî)

"Şeva Spî" helbestek pexşanî ya bêtixûb bedew e. Tê de nivîskar li şevek berf dibare bangî yara xwe ya wenda dike û gilî û gazinên xwe digihîniyê. Lê ne tenê gilî û gazinan, herwa bedewiya sîsiya berf bi xwe re tîne jî.

Her peyva "Şeva Spî" bijare ye û tevî ku ew ji kirmanckî li kurmancî hatiye wergerandin jî, ti ji geweriya xwe wenda nekiriye.

Diyarbekir Seranser Eşq (bn Mehname, hjm. 22 bo çapa kirmanckî / zazakî: Diyarbekir Seraser Eşq)

Pirr li ser vê pesnenivîsa bo Amedê fikirîm ka wek nirxandin û rexne çi bibêjim lê piştî gelek dudiliyan: Ti nabêjim!

Ev helbesta pexşanî wa lihevhatî û spehî ye, her peyva wê hind bijare û şirîn e ku eger peyvek wê jî li derî nirxandina xwe bihêlim, nirxandin dê ne hejî vê helbestê be. Lew hêviya lêborînê ji nivîskar û xwendevanên ezîz dikim û hêvîdar im xwendevan bi xwe wê bixwînin û lezet û zewqê jê bistînin.

Lehengê çîroka me dê ji neçariya xwe Diyarbekirê dihêle. Bi awayek helbestane hestên xwe yên kûr, stemkariya di bin de ye, berfa dibare, gulmiçkên bi pencereyên otobûsê dikevin, qeşaya Dîcle girtiye... dibêje.

Ev çîrok dikare dewama çîroka "Çûyin" be. Di wê de kesekî Amed terk dikir, di vê de leheng li bajarek xerîb e û hestên xwe yên xerîbiyê, yên bêrîkirina welat û yên bêkesiya xwe pêşkêş dike.

Sala 2003yê Roşan Lezgîn - li gel Dilawer Zeraq - bi xelata wêjeyî ya Weşanxaneya Apec ya salane ya Weşanxaneya Apec hat xelatkirin ji ber çîrokên wî yên di vê pirtûkê de. Hingê ev çîrok di pirtûka bi navê Binê Dara Valêre de bi kirmanckî (zazakî) hatibûn weşandin. Lê bi wergerandina van çîrokan li kurmancî, hêja Roşan Lezgîn xizmetek mezin ji zimanê kurdî re kiriye. Tevî ku zaravaya wî ya malbatî kirmanckî be jî, ti kêmasiyên berçav di nivîsîna wî ya kurmanciya de jî nînin. Hêviya min ew e ku ew her berdewam be li ser nivîsîna xwe - bi herdu zaravayan.

Husein Muhammed: Kovara Mehname, hejm. 43, 8/2003