Here naverokê

Dilawer Zeraq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dilawer Zeraq
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Perwerde
Pîşe
Nivîskar, wergêr, editorLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
ferhenga biwêjan (3 cild)
https://www.lisyayinevi.com/ferhenga-biwejan-deyimler-sozlugu-set

Dilawer Zeraq (jdb. 1965, li Farqînê, Diyarbekir Bakurê Kurdistanê), edîtor, wergêr, nivîskar û akademîsyenê kurd e.

Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû.[çavkanî hewce ye] Ji sala 1996an û vir de ye bi kurdî çîrok û roman û di warê rexneanalîza wêjeyê de gotaran dinivîse. Zeraq, ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13an edîtoriya vê kovarê kir. Digel ku berhevkariya biwêjên kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa kurmancî û standardîzasyona kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Di sala 2021ê de jî li ser ziman û wêjeya kurdî bawernameya doktorayê wergirt.

Dilawer Zeraq li Amedê dijî.

  1. Kakil, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stembol, 2002.
  2. Bişirîna Şermînî, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stembol, 2003.
  3. Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, pitûka yekem) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005.
  4. Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005.
  5. Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009.
  6. Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, pirtûka duyem), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011.
  7. Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014.
  8. Rajena Kurdî, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.
  9. Ferhenga Termên Matematîkê (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.
  10. Ferhenga Biwêjan, (3. cild- Kurdî-Kurdî, Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî) ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.
  11. Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De Weşanên Lîs, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên), Diyarbekir, 2017
  12. Bêhna Dara Sincê roman, Weşanên Lîs, Roman, Diyarbekir, 2018
  13. Ruhe Xwebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2021.
  14. Rengê Hebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.
  15. Şador, roman, Weşanên Lîs, Roman, Diyarbekir, 2023
  16. Warê Zimên Kevîya Wêjeyê, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2023.
  17. Şopên Wêjeyê, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2024.
  • Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
  • Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
  • Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
  • Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
  • Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.
  • Bêsîber (H. Ali Toptaş) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019
  • Mirina Bêar ya Delal (Latife Tekin) Roman,Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022
  • Ji Dinyayê Jêrhêl (Gaye Boralıoğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.
  • Çîyayê Digirî Çemê Dengbirî (Ayçegül Devecioğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.
  • Serêşîya Dinyayê (Ayfer Tunç) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.
  • Li Dûr (Mine Soysal) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]