Lilla Namo
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Balyozbot (gotûbêj| beşdarî) ve berî 25 rojan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Lilla Namo | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Namo Marûf |
Bernav | Lilla Namo |
Jidayikbûn | 28ê îlona 1988an Kista församling, Stockholms län,Swêd |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Rapvan |
Salên çalak | 2012– roja me |
biguhêre |
Namo Marûf, ku bernavkê Lilla Namo tê naskirin, di 25ê îlona 1988an de li civata Kista, wîlayeta Stockholmê ji dayik bûye, rapvaneke swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e.
Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di havîna 2012 de,Lilla Namo yekem single ya xwe, 'Haffa guzz' derxist. Muzîka wê wekî "hip-hop-a bi bîhnek elektronîkî" hate binav kirin.Wê berê bi hunermendên wekî Maskinen, Mack Beats, Mohammed Ali û Marcus Price re hevkarî kiriye.
Di sala 2012an de ew di kategoriya "Hip-hop / soul a salê" de li P3 Gold Gala 2013 hate berbijar kirin.Ew di strana Petter 'King' de ji albûma Början på allt (2013) û di strana 'Vandrar' de ji albûma Mitt folk (2015) derdikeve.
Di sala 2013 de albûma pêşîn ya Lilla Namo Tuggare utan gränser derket. Di sala 2013 de, wê di kategoriya "Nûhatiya salê" de li P3 Gold Gala 2014 xelatek wergirt.
Li kêleka muzîkê, wê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Keyaniyê endezyariyê xwendiye. Di havîna 2014 de, Lilla Namo destpêşxeriyek kir û tîşortên bi nivîsa "Pêşmerge" ji bo piştgiriya mîlîsên kurd û qurbaniyên tundûtûjiya Dewleta Islamî çapand.
Dîskografi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Albûma stûdyoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2013 – Tuggare utan gränser
EP[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Single[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2014 – Ny bil
- 2014 – Min
- 2015 – We Are (med Iman)
- 2016 – Förlåt
- 2017 – Förlåt (Safari Sound & Adde Remix)
- 2017 – Håll käften (med Kaah)
- 2020 – GANGSTER'ee'