Here naverokê

Pêşmerge

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêşmerge
DamezrandinJi salên 1920an heta niha
WelatBaşûrê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
GirêdanWezareta Karûbarên Pêşmergan
CureArtêş
Mezinahî390.000[1]
DirûşmAn Kurdistan an Kurdistan
SirûdEy Reqîb
Malpergov.krd/mopa-en/

Pêşmerge hêzên leşkerî ya kurd e ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê berpirsê ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ye. Di heman demê de li gorî qanûnên qedexeye ku hêzên Iraqê derbasê qada ewlehiya hêzên pêşmerge bibin[2][3][4] û hikumetên Herêma Kurdistanê ji bo "avakirin û rêxistinkirina hêzên ewlehiya navxweyî yên Herêma Kurdistanê wekê polîs, hêzên ewlehiyê û parêzvanên herêmê" berpirsyarin. Di heman demê de ji bo parastina Herêma Kurdistanê dezgehên ewlekarî yên kurd ên wekê zêrevanî, asayîş (ewlekarî û dij-terorîzmê) û parastin û zanyarî (ajansa istixbaratê) li herêmê çalak in.

Dîroka Pêşmerge vedigere sedsala 18an ku di dema osmanî û safewiyan de wekê hêzên parastina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û paşê jî di sedsala 19an de guherî hêzeke gerîlayî ya bi dîsîplîn û perwerdekirî. Di sedsala 20an de hêzên pêşmerge wekê artêşeke nîzamî berpirsyariya ewlekariya Başûrê Kurdistanê girtiye ser xwe.[5] Pêşmerge bi fermî di bin fermandariya Wezareta Karûbarên Pêşmergan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Lê belê di pratîkê de niha hêzên pêşmerge bi piranî ji aliyê du partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve (Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê) hatiye dabeşkirin û hatiye kontrolkirin. Her çiqas yekkirin û entegrekirina Pêşmerge ji sala 1992an vir ve di rojeva giştî ya Herêma Kurdistanê de be jî, hêzên takekesî ji ber partîzanîyê dabeş bûne ku ev yek bûye astengiyeke ku hêzên pêşmerge bibe yek.[6]

Piştî operasyona Iraqê ya sala 2003an, Pêşmerge di operasyona girtina serokê Iraqê yê hilweşiyayî Sedam Husên de roleke girîng lîstiye û alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye. Di sala 2004an de, hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê, Pêşmerge terorîstê pakistanî ye ku bi eslê xwe Siûdî bû Hesen Gul girtiye ku li Iraqê ji bo El Qaîdeyê tevdigeriya. Gul di demek kurt de radestî efserên îstîxbarata amerîkî hatiye kirin û di dema lêpirsîna xwe de nasnameya çend kesayetên girîng ên El Qaîdeyê eşkere kiriye ku di dawiyê de bû sedema kuştina Ûsame bîn Ladin di operasyoneke veşartî ya leşkerî ya amerîkî de li Pakistanê di sala 2011an de hatibû kuştin.[7][8]

Peyva "Pêşmerge" tê wateya "pêş girtina mirinê".[9][10] Valentine diyar dike ku ev nav yekem car ji aliyê Qazî Mihemed ve di dema Komara Mehabadê de (1946-1947) hatiye bikaranîn.

Mistefa Barzanî heta mirina xwe di sala 1979an de serokê sereke yê siyasî û leşkerî yê doza kurdan bû.
Margrêt Corc (1946-1969), jinepêşmergeya yekem bû.

Kevneşopiya serhildanê ya şervanên kurd bi hezar salan li gel daxwazên serxwebûnê heye û şervanên kurd ên destpêkê li dijî Împeratoriyên farisî, Împeratoriya Osmanî û Împeratoriya Brîtanyayê şer kirine.[11]

Di dîrokê de Pêşmerge cara yekem wekî rêxistineke gerîlayî hebûn lê di bin Komara Kurdistanê a Mehabadê ya xweser (1946-1947) de, hêzên Pêşmerge bi serokatiya Mistefa Barzanî bû artêşa fermî ya komarê. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê a Mehabadê û bidarvekirin serokê komarê Qazî Mihemed, hêzên Pêşmerge dîsa wek rêxistineke gerîlayî derketiye holê.[12]

Li Başûrê Kurdistanê piraniya pêşmergeyan bi serokatiya Mistefa Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê dihate birêvebirin.[13] Di sala 1975an de Pêşmerge di şerê duyem ê Iraq û Kurdistanê de têk çû. Endamê serkirdayetiya PDKê Celal Talebanî di heman salê de ji bo zindîkirina berxwedanê derket û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand. Ev bûyer dibe bingehek ji bo nerazîbûna siyasî di navbera PDK û YNKê de ku heta îro hêzên Pêşmerge û piraniya civaka Kurdistanê ku li Kurdistanê parçe bûye.[14][15]

Piştî mirina Mistefa Barzanî di sala 1979an de kurê wî Mesûd Barzanî cihê wî girt.[16] Ji ber ku alozî di navbera PDK û YNKê de zêde bû, piraniya pêşmergeyan şer kirin ku herêmekê di bin kontrola partiya xwe de bihêlin û di heman demê de li hember êrişên artêşa Iraqê jî bisekinin.

Di sala 2022an de ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge niqaş hene.[17]

Yek ji operasyonên girîng ên hêzên Pêşmerge ev bû ku di sala 2015an Kerkûkê ji destê DAÎŞê rizgarkiriye.[18]

Dîmenek ji hêzên Pêşmerge.
Şervanekî Pêşmerge ku di dema erka xwe de ye.

Pêşmerge bi piranî di navbera hêzên dilsoz ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên dilsoz ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dabeş dibe ku di heman demê de partiyên din ên biçûk ên kurdî yên wekê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê jî yekîneyên wan ên piçûk ên Pêşmerge hene.[19] Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî xwedî yekîneyên Pêşmerge bû ku di dema şerê Îran û Iraqê de bûye şaxek fermî ya Pêşmerge û di sala 2003an de bêçek maye. PDK û YNK derbarê pêkhateya hêzên xwe de ti agahî ji hikûmet an medyayê re eşkere nakin. Ji ber vê yekê hejmareke diyar a pêşmergeyan nayên zanîn. Di roja îro de ewlehiya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên cuda yên pêşmergeyan ve tê kirin. Herêmeke zer a ji aliyê PDKê ve tê birêvebirin ku Dihok û Hewlêrê di nav xwe de digire û herêmeke kesk a ji aliyê pêşmergeyên YNKê ve tê birêvebirin ku Silêmanî û Helebce di nav xwe de digire.[20] Her herêmek xwedî şaxekî pêşmerge ye û saziyên wê yên rêveberiyê hene ku bi şaxên din re hevahengiyê nakin.[20]

Ji ber dabeşbûna hêzên Pêşmerge, navendeke fermandariya navendî tine ye ku berpirsiyarê tevahiya hêzê be û ji ber vê yekîneyên pêşmerge li gorî dilsoziya partiyên siyasî hiyerarşiyên leşkerî dişopînin.[21] Ji sala 1992an vir ve gelek hewldanên yekkirin û bêpolîtîkkirina pêşmergeyan hatine kirin. Lê heta niha hemî demên diyarkirî hatine derbaskirin, reform hatine paşxistin û piraniya pêşmergeyan heta roja îro di bin bandora KDP û YNKê de ne ku ew jî hêzên xwe yên cuda yên pêşmerge diparêzin.[20] Piştî bûyerên Şerê Navxweyî yê Iraqê ku di sala 2014an de derketibû, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û çend welatên ewropî zext li ser PDK û YNKê kirin ku lîwayên hevbeş ên pêşmergeyan wek şertek ji bo alîkarî û fînansekirinê ava bikin. YNK û KDP 12 heta 14 lîwa di bin fermandariya Hêzên Parastina Herêmî de kirin yek ku piştre jî ev lîwa di bin fermandariya Wezareta Karûbarên Pêşmerge de hatine birêvebirin. Lêbelê efser berdewam dikin ku rapor bidin serokên partiyên xwe û fermanên wan bigirin, yên ku di heman demê de bicihkirina hêzên dilsoz ên wan kontrol dikin û fermandarên eniya pêşîn û sektoran tayîn dikin.[20]

Hêz Mezinahiya texmînkirî Fermandar Girêdayîbûna bi partiyê re
Lîwayên Parêzvanên Herêmî 40,000–43,000 Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan Bêalî ye
Hizqiya Resûl 2,000–3,000 Kosret Resûl Elî YNK
Hêza dijî terorê 5,000 Lahur Şêx Cengî YNK
Lîwayên Pêşmerge yên Serokatiyê ne diyare Qehreman Îbrahîm Ehmed YNK
70 Yekîne 60,000 Şêx Cafer Şêx Mistefa YNK. Tê texmînkirin ku tevlî MPA dibe
Hêzên Awarte 3,000 ne diyare YNK
Hêza Asayîşê (YNK) ne diyare ne diyare YNK
Parêzvanên Serokatiyê (Kûrdistana Iraqê) ne diyare Nechirvan Barzani KDP
80 Yekîne 70,000–90,000 Necat Elî Salih KDP. Tê texmînkirin ku tevlî MPA dibe
Zerevani 51,000–120,000 çalak/250,000 yêdek Mesûd Barzanî KDP
Êzîdxan Protection Force 7,000 – 8,000 Heyder Şeşo Partiya Demokratîk a Êzîdiyan, Tevlî Wezareta Pêşmergeyan bûye
Hêzên Pasvanên Deşta Nînewaan "Pêşmergeyên Xiristiyan" 1,500 ne diyare Encûmena Gelêrî ya Keldanî Suryanî Asûrî
Hêza Asayîşê ya PDKê ne diyare Barzan Qassab KDP

Payeyên leşkerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Îngilîzî Kurdî
General Payedar
Lieutenant General Salar
Major General Serdar
Brigadier Sertîp
Colonel Serheng
Lieutenant Colonel Pêşkar
Major Pêşrew
Captain Pêşeng
First Lieutenant Cîdarê yekem
Second Lieutenant Cîdar
Çavkanî[22]
Nav Welat Tîp Kalîber Çavk.
Çekên sivik
P1 Almanyaya Rojava Demaçeya nîvotomatîk 9×19mm Parabellum [23]
Tifing û karabîn
AK-47 USSRUSSR USSR Tifinga êrîşê 7.62×39mm [24]
AKM USSRUSSR USSR Tifinga êrîşê 7.62×39mm [25]
M16 DYA Tifinga êrîşê 5.56×45mm NATO [26]
M4 DYA Karbîn 5.56×45mm NATO [27]
Heckler & Koch G36 AlmanyaAlmanya Almanya Tifinga êrîşê 5.56×45mm NATO [23]
Heckler & Koch G3 Almanyaya Rojava Tifinga şer 7.62×51mm NATO [23]
SVD USSRUSSR USSR Tifinga nîşangir a diyarkirî 7.62×54mmR [25]
Zijiang M99 Çîn Tifinga dijî-materyal 12.7×108mm [28]
Çekên makîneyê
PKM USSRUSSR USSR Çekê makîneyê yê armanca giştî 7.62×54mmR [29]
M240B DYA Çekê makîneyê yê armanca giştî 7.62×51mm NATO [26]
Rheinmetall MG3 Almanyaya Rojava Çekê makîneyê yê armanca giştî 7.62×51mm NATO [23]
DShK USSRUSSR USSR Çekê giran 12.7×108mm [30]
M2 Browning DYA Çekê giran .50 BMG [23][26]
Bombeavêj
Neopup PAW-20 Afrîkaya Başûr Bombeavêj 20×42mm [31]
Denel Y3 AGL Afrîkaya Başûr Avêtina bombeyên destan a otomatîk 40×53mm [31]
QLZ-87 Çîn Avêtina bombeyên destan a otomatîk 35×32mmSR [28]
Çekên dijtank
RPG-7 USSRUSSR USSR Bombeya roketî 40 mm [24]
SPG-9 USSRUSSR USSR Tifinga bê paşvekişandin 73 mm [32]
Carl Gustaf Swêd Tifinga bê paşvekişandin 84 mm [32]
M40 DYA Tifinga bê paşvekişandin 105 mm [32]
HJ-8 Çîn Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 120 mm [32]
9M14 Malyutka USSRUSSR USSR Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 125 mm [32]
9M113 Konkurs USSRUSSR USSR Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 135 mm [32]
9M133 Kornet Rûsya Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 152 mm [32]
MILAN Fransa
Almanyaya Rojava
Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 115 mm [32]
BGM-71 TOW DYA Mûşeka rêberkirî ya dijî tankan 152 mm [32]

Wesayîtên şer

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nav Welat Cure Hêjmar Çavk.
Tankên şer ên sereke
T-54/T-55 USSRUSSR USSR [32]
T-62 USSRUSSR USSR [32]
Type 69 Çîn [32]
Wesayîtên keşvê
EE-9 Cascavel Brezîl [32]
Veguhestina personelên zirxî
MT-LB USSRUSSR USSR [32]
EE-11 Urutu Brezîl 2+[32]
Type 63 Çîn [32]
MRAP
Cougar DYA 6×6 [32]
IAG Guardian Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî [32]
STREIT Group Spartan Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî [32]
BAE Caiman DYA [32]
MaxxPro ya Navneteweyî DYA [32]
Reva Afrîkaya Başûr [32]
Wer'wolf MKII Namîbya [32]
Wesayîtên karûbarê
Humvee DYA M1151 [26]
ATF Dingo AlmanyaAlmanya Almanya Dingo 1 [32]
M1117 DYA [32]
Otokar Akrep Tirkiye [32]
Wesayîta zirxî ya rizgarkirinê
Type 653 ARV Çîn 1+[32]

Çekên giran (Guleavêj)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nav Welat Cure Kalîber Hêjmar Çavk.
Guleavêj a bi motor
2S1 Gvodzika USSRUSSR USSR Self-propelled howitzer 122 mm [32]
Gule avêja bê motor
M119 DYA Howitzer 105 mm 36 M119A2 di sala 2017an de ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve hatine peyda kirin.[26]
D-30 USSRUSSR USSR Howitzer 122 mm 6+[32]
M-46 USSRUSSR USSR Guleavêj a çolê 130 mm [32]
Type 59 Çîn Guleavêj a çolê 130 mm [32]
D-20 USSRUSSR USSR Guleavêj a çolê 152 mm [32]
Roketavêjên pirranî
Type 63 Çîn Towed MRL 107 mm [33]
BM-21 Grad USSRUSSR USSR Roketavêja xwebixwe birêvebir MRL 122 mm [33]
HM20  Îran Roketavêja xwebixwe birêvebir MRL 122 mm [33]
Hewan
M224 DYA Light mortar 60 mm [24]
M252 Keyaniya Yekbûyî
DYA
Medium mortar 81 mm [33]
M120 Îsraêl
DYA
Guleya giran a hewanê 120 mm [33]

Parastina hewayî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nav Welat Kalîber Cure Nîşe
Çekên dijbalafir
ZPU USSRUSSR USSR 14.5×114mm ZPU-1
ZPU-2
ZPU-4
Hinek ji van li ser mijarên teknîkî disekinin.

[33]

53T2 Tarasque Fransa 20 mm Hinek ji van li ser mijarên teknîkî disekinin.

[33]

AZP S-60 USSRUSSR USSR 57 mm Hinek ji van li ser mijarên teknîkî disekinin.

[33]

Çekên li dijbalafir ên ku xwebixwe bikartînin.
ZSU-57-2 USSRUSSR USSR 57 mm [33]

Wesayîtên hewayî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wesayît Welat Cure Hêjmar Nîşe
Helîkopter
Airbus H135 Fransa Veguhastin 3+[33]
MD Helicopters MD-530F DYA Veguhastin 2+[33]

Pêşangeha wêneyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "The Kurdistan Region of Iraq - Access, Possibility of Protection, Security and Humanitarian Situation" (PDF). r. 41. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2019.
  2. ^ "وزارة البيشمركة". web.archive.org. 12 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Newton-Small, Jay (31 kanûna pêşîn 2012). "Destination Kurdistan: Is This Autonomous Iraqi Region a Budding Tourist Hot Spot?". Time (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
  4. ^ "Rare terrorist attack in peaceful Kurdish region of Iraq kills 6". Stars and Stripes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
  5. ^ Lortz, Michael G. (2005). "Willing to Face Death: A History of Kurdish Military Forces — the Peshmerga — from the Ottoman Empire to Present-Day Iraq". Pêşmerge-Çavkanî (bi îngilîzî).
  6. ^ "Nîqaşên yekkirina hêzên Pêşmerge" (PDF).
  7. ^ "How the CIA really caught bin Laden's trail". The Week. 29 nîsan 2013. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2025.
  8. ^ "Cloak and Drone: The Strange Saga of an Al Qaeda Triple Agent". Vocativ (bi îngilîziya amerîkî). 9 kanûna paşîn 2014. Ji orîjînalê di 25 hezîran 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2025.
  9. ^ Koerner, Brendan (21 adar 2003). "What does the Kurdish word peshmerga mean?". Slate Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
  10. ^ Lyttelton, Adrian. The Hero and the People. Palgrave Macmillan.
  11. ^ "Diginole: FSU's Digital Repository | DigiNole". diginole.lib.fsu.edu. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2022.
  12. ^ "University of Chicago Press". Wikipedia (bi îngilîzî). 17 hezîran 2022.
  13. ^ "Kurdistan Regional Government". Wikipedia (bi îngilîzî). 30 hezîran 2022.
  14. ^ van Bruinessen, Martin (1986). "The Kurds between Iran and Iraq". MERIP Middle East Report (141): 14–27. doi:10.2307/3011925. ISSN 0888-0328.
  15. ^ "Getting Peshmerga Reform Right: Helping the Iraqi Kurds to Help Themselves in Post-ISIS Iraq - Foreign Policy Research Institute". www.fpri.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
  16. ^ "Gobierno Regional del Kurdistán | President" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
  17. ^ "Peşmerge'nin birleşmesi siyasi uzlaşıya bağlı - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2022.
  18. ^ "Hêzên Pêşmerge li derdora Kerkûkê li dijî DAIŞê şer dikin". BBC News Tirkî (bi tirkî). 30 îlon 2015. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2025.
  19. ^ "Kaka Hama, head of Kurdish Socialist Party joins Mosul battle plan with force". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2025.
  20. ^ a b c d "Pêşmerge-Çavkanî" (PDF).
  21. ^ "Lebanonwire.com | Kurdish Peshmerga Forces Have Room to Grow". lebanonwire.com. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2025.
  22. ^ http://kurdistanskyscrapers.com/topic/9346414/1/
  23. ^ a b c d e Holtom & Rigual 2015, r. 110.
  24. ^ a b c Bender, Jeremy (30 hezîran 2014). "As The Kurds Mobilize In Iraq, Here's A Look At What They Have In Their Arsenal". Business Insider. Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  25. ^ a b McNab 2023, r. 61.
  26. ^ a b c d e Mehta, Aaron (19 nîsan 2017). "State OKs Humvees, howitzers for Iraqi peshmerga in ISIS fight". Defense News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  27. ^ Stewart, Phil; Spetalnick, Matt (5 hezîran 2015). "U.S. quietly starts channeling arms from $1.6 billion fund to Iraq". Reuters. Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  28. ^ a b Smallwood, Michael (9 tebax 2023). "Kurdish Forces with Chinese QLZ87 Automatic Grenade Launcher & M99 Anti-materiel Rifle". Small Arms Defense Journal. Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  29. ^ Ackerman, Elliot (17 çiriya paşîn 2014). "Eight Men, and One Gun, on the Iraqi Front". The New Yorker. Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  30. ^ Bosch, Marius (7 çiriya paşîn 2016). "The Kurdish gun fixer taking aim at Islamic State". Reuters. Roja gihiştinê 20 tebax 2024.
  31. ^ a b "The South African Defence Industry Database". Ji orîjînalê di 6 adar 2019 de hat arşîvkirin.
  32. ^ a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z aa ab ac ad ae af IISS 2017, r. 563.
  33. ^ a b c d e f g h i j k IISS 2017, r. 564.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]