Loqmeya bexdenûsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Loqmeya bexdenûsê, li herêma Amedê deng vedaye lê li rojhilatê Kurdistanê bêhtir tê xwarin.

Berkeliya (melzemeyê) loqmeya bexdenûsê ya Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rûnê zeytê (bo qijilandinê)
  • 1 fîncan bexdenûsa hûrkirî
  • 1 fîncan mast
  • 3 fîncan ard (arvan)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê (solin)
  • 1 KÇ karbonat
  • 1 Hêk

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêkê biçelpînin badiyekê, xwê, mast, bexdenûs û ardê tevlî bikin, tevbidin. Karbonatê jî bavêjinê.

Di rûnbirêşkê de rûnê zeytê bihelînin, ji têkela we amadekiriye bi kevçiyê pariyan bigirin, berdin nava rûn, biqijilînin.