Lorîn S. Doğan
Xuyakirin
Lorîn S. Doğan (jdb. sala 1975 li Gundikê Şikro, Nisêbîn) nivîskareke kurd e.
Ewê dibistana seretayî, navîn û lîse li Nisêbînê xwendiye. Dû re li zanîngeha Dîcleyê, mamostetiya Biyolojiyê qedand. Li zanîngeha Mardîn Artûklûyê mastera xwe li ser Ziman û Çanda Kurdî kirîye. Bi nasnava Lorîn Stran nivîsên wê di kovarên kurdî de derketin. Wê pirtûka xwe ya pêşîn di sala 2007an de derxist.
Pirtûk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kirasê teng, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2007, ISBN 978-9944-382-20-5;
- Destên vala, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2012, ISBN 978-605-5279-11-0;
- Sindoqa girtî, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2020, ISBN 9786257253031;
- Serê sibê, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2024, ISBN 9786258383812.
- Ferho û Stî, berhevkarî, Amed: Weşanên Wardoz, 2025, ISBN 978-605-2003-55-8
| Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |