Lucius Tarquinius Superbus
Keyê Romayê | |
---|---|
- | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê rastî |
L. Tarquinius Superbus |
Serdem | |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Desthilatdar |
Malbat |
Tarquin dynasty (d) |
Bav |
Gnaeus Tarquinius (d) |
Dê |
Inconnu |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Gens |
Tarquinia gens (en) |
Lucius Tarquinius Superbus keyê Keyaniya Romê yê heftem û yê dawiyê ye. Piştî ketina wî, keyanî ketiye û komar hatiye damezrandin.
Tarquinius navê qebîleya wî bû û navê wî yê Superbus ji pozbilindiya wî dihat. Dihat bawerkirin ku ew jî qewmê Etrûskan bû. Keyanî di wextê wî de mezin bû lê ew bi zilmkariya xwe dihat zanîn. Neviyê key Tarquinius Priscus û zavayê key Servius Tullius bû. Keça Servius Tullius ya biçûk re zewicî bû. Ji sala 534an b.z. heta sala 510an b.z. keyitî kir. Piştre hate sirgûnkirin.
Destpêka Desthilatdariya Wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew û jina wî xezûrê wî Servius Tullius kuştin. Piştî wê bûyerê kontrola welatê ketiye destê wî.
Destpêka desthilatdariya xwe de Etrûskan , Volcîyan û Latînên din re şer kir û axa welatê mezinkir. Yekîtiya Latînan li ser beşa leşkerî da zexm kir û Romayê jî kire rêberê wan.[1] Hin bajarokên din jî destxist. Pê dîplomasî û şer hêza xwe zêdetir kir. Bi taybetî jî jibo dîplomasiya ji Tusculumê re keça Octavius Mamilius û yên Lucius Tarquiniusê ra zewicî.Sala b.z. 510 û 509ê da Kartacayiyan re peymana yekemîn hate çêkirin. Perestgeha Jupiterê li ser Girê Capîtolîneyê da wî qedand. Ew perestgeh jibona wî pir girîng bû. Ji nav Etrûskan peykersazan anî bû. Jibo Stadyuma Circus Maksimusê palkursîyên nu danî, pergala drenajê jî çêkir. Ji bo wan karan jî Pleban bi kutekî da xebatê , gel li ser vê karê nerazîbûna xwe ji wî re nîşan da.[2]
Dawiya Seltenatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wextê komarê da hin nivîskar ketina keyan bi mercên dema xwe şîrove û îdealîze kirin ji ber wê agahiyên rast jî hatin guherandin , rastî û efsane têkilhev bûn.
Çirûskê ketinê bûyereke tecawizê destpêkir. Kurê key Sextus bi kêrekî dest direjî jina Lucius Tarquinius Collatinus, Lucretiayê kir. Lucretia heman demê de biraziya Tarquinius Priscusê bû. Piştî tecawizê Lucretia ji şerma bûyerê xwe kuşt. Bû sembola namûsê dayikedariya Romayê. Lucius Iunius Brutus(sonda tola Lucretiayê xwaribû) û Lucius Tarquinius Collatinus vê trajediyê ji bo hilweşandina keyaniyê emilandin. Her du di b.z. 509 de xwe wek konsûlên yekem îlan kirin. Lê key vê yekê wusa zû qebûl nekir. Piştî sirgûnkirina xwe key hin bajarên Etrûskan re hevbendiyan kir. Ew bajar , bajarê Cerveteri, bajarê Tarquinia û bajarê Veii bû. Hemû bi hev re erîşê Romayê kirin lê di Şerê Arsiayê da têkçun. Piştî vê şerê sala b.z. 508 da key , keyê Chiusi Lars Porsennayê jibo destxistina Romayê qayîl kir. Di gorî çavkaniyên cuda du encamên vê şerê çêbû ya pêkan ew e ku Lars Porsenna di vê şerê de serket û Roma kete bin kontrola Etrûskan.[2]
Lê ev bûyerên hemî jî kêra Lucius Tarquinius Superbus ne hat di dîrokê de bu keyê dawî. B.z. 395 de ba tîran Aristodemus , li bajarê Cumae ya Campaniayê de mir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Lucius Tarquinius Superbus de hene