Mîxaîl Kalaşnîkov
Mîxaîl Tîmofeyevîç Kalaşnîkov (bi rûsî: Михаи́л Тимофе́евич Кала́шников, Michail Timofeevich Kalashnikov), * (10'ê sermawezê 1919 li gundê Kûrya wîlayeta Altay a Sîbîryayê), endezyarekî | bêhempa ya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst yê li ser çekên otomatîk e. Kalaşnîkov mirovekî tenê ye, ku di heman demê de navê Qehremanê Rûsyayê û du car serhev navê Qehremanê Keda Sosyaylîtê standiye.
Di malbatekî cotyarê de Mîxayîl ji nozde zarokan yê hevdemîn bû. Lê ji wan zarokan tenê heşt sax mabûn. Di hejde saliya xwe de ji ber bêkariyê ji gundê xwe derdikeve û diçe Qazaxistanê û li riya hesinî de dest bi karkeriyê dike. Li wir roj bi roj baldariya Mîxayîl bi teknîkê re zêde dibe.
Di sala 1938 de Mîxayîl Kalaşnîkov diçe xizmeta leşkerî ya Artêşa Sor û li Ûkraynayê di alaya tankê de dest bi xizmetê dike. Hema li wir jî Kalaşnîkov şiyana xwe ya afirîneriyê pêşan dike. Wî jimêrkereke ji bo motoresûrsa tankê û pergaleke ji bo bilindkirina berhemdariya guleberdana demançê çê dike. Pergalên han di pratîkê de ewqas watedar dibin, ku ji bo rapordayînê Kalaşnîkov banî cem generalê artêşê Georgîy Jûkov dikin. Piştre ew ji bo ceribandinê pergalên han dişnin Moskovayê, û paşê ji bo hilberandina serî dişînin Lenîngradê.
Di meha Tebaxê sala 1941 de Kalaşnîkov wek fermandarê tankê tevli şerê Niştîmanî ya Mezin dibe û êdî di meha Cotmehê de bi giranî birîndar dibe. Di nexweşxaneyê de hizra çêkirina çekekî otomatîk tê serê wî û dest bi xêzkirina projeyan dike û li pirtûkxaneya nexweşxaneyê dest bi lêkolînan dike. Ji ber birîndariya xwe ji bijîşkan ji bo şeş mehan îznê distîne û vedigere Qazaxîstanê. Li wê derê ji nû ve modela demançeya otomatîk a xwe ya berê rêkûpêktir çê dike. Modela nû ji bo nirxandinê dişînin cem profesor A. Blagonravovê: zanyarê herî navdar ê di warê çekan de. Herçend nêrîna Blagonravov bi giştî li ser modelê nerênî be jî, wî destnîşan dike, ku model orîjînal û baldar e û pêşnîyar dike, ku afirînerê ciwan were şandin ji bo perwerdeyê bilind. Paşê demançeya otomatîk dişînin Rêveberiya sereke ya Topavêjî ya Artêşa Sor û pisporên wan derbarê modelê de wisa dinivîsin: Demançeya Otomatîk a Kalaşnîkovê ji modelên berê dijwartir û buhatir e, ji bo çêkirina wî karên nazik û hêdî pêwîste. Her çiqas çend taybetmendiyên wî yên erênî ( sivik e, dirêjahiya wê kêm e, yeko yeko guleyan berdide) hebin jî, ji bo hilberîna serî baldariya xwe nîne. Lê êdî di sala 1947 de `Avtomat Kalaşnîkov` li pêşbirkê de bi ser dikeve. Lê di 20 Gulana sala 1949 de 1500 lib ji vê modelê bi awayeke serkevtî ji cerinabdinan derbas dibin û ji cebilxana Arteşa Sovyetê re tên qebûl kirin. Kalaşnîkov di sala 1971 de nasnavê doktorê Zanistên Teknîkî werdigre. Mîxayîl Kalaşnîkov akademîsyenê 16 akademiyên cihêreng ên Rûsya û yên welatên bîyanî ye. Di sala 1994 de endezyar Kalaşnîkov rutbeya Generalê Liqê û di sala 1999 de jî rutbeya Generalê Lîvayê distîne.
Ew çeka herî pir hatîye çêkirin (nêzîkî 100 milyon çek, 55 dewlet vê çekê bikartînin). Kurtenavê AK-47 ji Avtomat Kalashnikova obras'tsa 1947 ra ye.
Ji karî xwe ra Kalaşnîkov sê nîşanên girîng birin. Wî di sala 1949 nîşana Stalîn û di sala 1964 nîşana Lênîn bir. Di salên 1958 û 1976 du caran navî lehengê karê sosîyalistî hate lêkirin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mûzexanê "Kalaşnîkov" Girêdana arşîvê 2008-12-16 li ser Wayback Machine
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dengê Rûsiya Girêdana arşîvê 2010-06-08 li ser Wayback Machine