Mücadele (Heftename)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mücadele (kurdî: Berxwedan) heftenameyake ku li Sêrtê bi zimanê tirkî derdikevê. Herçiqas zimanê serekê yê rojnameyê tirkî be jî carna spot û flaşên nûçeyan bi kurdî û erebî jî derdikeve. Ji ber vê yekê di 19'ê gelaweja 2007an di Xelatên Rojnamegeriya Kurdî ya ku bi boneya salvegera rojnameya Azadiya Welat hatibû li darxistin, heftenameya Mücadeleyê xelata taybet a jûriyê wergirt.

Mücadele, di sala 1962'a da ji hêla Cumhur Kiliççioglu ve hatiye avakirin ku hê jî belavkarê wê, mîzampajkarê wê, tîprêzê wê, gerînendeyê wê, sernivîskarê wê, xwediyê wê; bi gotineke din her tiştê wê Cumhur Kiliççioglu ye.

Heftename ku reş-spî derdikeve, ji çar rûpelan pêk tê di tîrmeha 2008an gihîşte hejmara 4 hezar.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]